Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk: Pêdivî bi reformên darazî heye

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk, diyar kir ku jin di ‘guloka tundiyê ya ji aliyê dewletê ve tê yekdestkirin’ de dijîn û got ku ji bo bidawîbûna vê tundiyê pêdivî bi reformên darazî û civakî heye.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed - Bandorên Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didomin. Piştî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê ya wek bersîva bangê, ji bo berdewamiya pêvajoyê biryar dan ku li Meclîsê komîsyonek bê avakirin û di navbera partiyan de demek dirêj hevdîtin çêbûn.

Nivîsek bi îmzeya Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di 25’ê Tîrmehê de ji partiyên siyasî yên komên wan di meclîsê de hene re hat şandin. Di nivîsê de hat ragihandin ku dê komîsyonek nû bê ragihandin. Hat diyarkirin ku di destpêka meha Tebaxê de komîsyonek nû tê avakirin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), diyar kir ku avakirina komîsyon û destpêkirina xebatan wê bibe gaveke ber bi demokrasiyê ve hatiye avêtin.

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk Şîmşek, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û nîqaşên nû yên makezagona komîsyona ku wê li Meclîsê bê avakirin nirxand. Şîlan Çelîk, balkişand ser girîngiya reformên darazî yên di vê pêvajoyê de bên kirin.

‘Pêdivî bi baweriya darazî heye’

Şîlan Çelîk, da zanîn ku pêvajo piştî merasîma îmhakirina çekan ya PKK’ê derbasî qonaxek nû bû û got divê piştî van gavên ji aliyê hikûmetê ve jî gavên şênber bên avêtin. Şîlan Çelîk, wiha got: "Ji ber ku pêwîst e aliyê civakê tiştên şênber bên jiyîn. Yek ji wan gavên şênber jî avakirina komîsyonek li Meclîsê ye. Ev komîsyon dê zêdetir diyar bike ku di aliyê civakî û siyasî de entegrasyona endamên PKK’ê yên çekên xwe îmha kirine, wê çawa bibe û statuyên wan bi kîjan şêwaze bibe. Ev komîsyon dê zêdetir diyar bike endamên PKK’ê yên çekên xwe îmha kirine, wê entegrasyona wan a di aliyê civakî û siyasî de çawa bibe û statuyên wan bi kijan şêwazê bibe. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi baweriyên darazî heye.”

Nîqaşên Makezagonê

Şîlan, derbarê nîqaşên nû yên makezagonê de jî nirxandinan kir û da zanîn ku pêdivî bi makezagonek ku wê hemû aliyên civakê qebûl bike heye. Şîlan diyar kir pirsgirêka Kurd mijarek ku partiyan neçarî çareseriyek dike ye û di makezagonê de pêdivî bi hinek guhertinên ku dê vê pirsgirêkê çareser bike heye. Li gor xala 66’an a Makezagona Komara Tirkiyeyê “Her kesê ku bi hemwelatîbûna xwe ve girêdayî dewleta Tirk e, Tirk e.” Ev xal hemwelatîbûnê, bi girêdana hiqûqî ya kesekî ya bi Dewleta Tirk re pênase dike.

Şîlan destnîşan kir ku divê destpêkê pênaseya "hemwelatîbûnê" ya di Makezagonê de bê guhertin. Şîlan balkişand ser pêdiviya guherîna xala 66’an û got: “Di Makazagonê de tê nivîsandin ku hemû kes “wekhev e”, lê di heman demê de divê ev wekhevî li ser bingeha wekheviya mêr û jinan û wekheviya zayendiya civakî jî be. Ji bo pêkanîna vê yekê jî, divê di makezagonê de reformek cidî ya darazî bê avakirin. Rêya vê yekê jî ji makezagonê derbas dibe.”

Şîlan da zanîn ku guhertina makezagonê wê di metnen qanûnî yên din de jî hin guhertin û qanûnên nû ava bike û wiha axivî: "Ev guhertin, ji bo ku Tirkiye ji nû ve bibe alîgir û îmzekarê peymanên navneteweyî an jî wekî Peymana Stenbolê ya betal kiriye, pêdiviyek mezin e.”

'Tundiyek ku ji aliyê dewletê ve yekdestkirin’

Şîlan Çelîk, balkişand ser qeyranên civakî û siyasî yên li welat tê jiyîn û diyar kir ku mirov ji ber van qeyranan di nava gulokek tundiyê de dijîn. Şîlan Çelîk ev nirxandin kirin: "Em wek welat bi salan e di nava tundiyek ku dewlet yekdestî kiriye de ne. Kurd, jin û hemû beşên civakê hem di nav guloka tundiyê de ne û hem jî di nava tundiyek ku ji aliyê hemwelatiyên din ve tên pêkanîn de ne.  Ji bo ku em ji vê guloka tundiyê rizgar bibin û ji bo mirovan xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin, pêdivî bi pêbaweriyek hiqûqî heye.”

Şîlan da zanîn ku ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ wê ji bo guhertina vê pergala xirab derfetek mîsoger bike û wiha got: “Dîsa pergalekî ku di wateya aborî, sosyolojîk û civakî de xirab bûye heye. Ev pevajoya aştiyê, ji bo sererastkirina vê pergala xirabûyî dikare bibe rexnedayînek. Dikare ji bo sererastkirinê bibe gavek.”

‘Em ê xwe nedin ber rehma mêzîna edaletê ku xerab kirine’

Şîlan Çelîk a got "Lê belê em ê xwe nedin ber rehma mêzîna edaletê ku xirab kirine. Pêwîst e em wek Kurd û jin, qada xwe ya têkoşînê biafirînin û vê têkoşînê mezintir bikin", da zanîn ku têkoşîn dê bidome.

Şîlan, balkişand ser bandorên tundiya yekdestî ya dewletê ya li ser civakê û axaftina xwe wiha domand: “Em bi awayekî zelal dibînin ku tundiya dewletê di nav mirovan de belav bûye. Ev cudakarî û nefret her tim ji aliyê mekanîzmayek ve nabe, nefret û cudakariya mirovan jî ya li dijî hev heye. Lewma ev dabeşbûna ku bi salan e didome, xwe dispêre înkarkirina hebûna Kurduz. Êdî tiştekî ku di kodên mirovan de tê bicîhkirin heye. Dibe ku guherîna qanûn û makezagon jî nebe sedema guherîna nêzikatiya li dijî Kurdan; ji bo vê yekê pêdivî bi veguherinek civakî jî heye. Lê belê, veguherînên civakî demek dirêj digre. Lewma bêyî li bendêmayîna veguherîna civakî, ji bo pêbaweriya maf û hebûna mirovan, pêdivî bi pêbaweriyên makezagonî û qanûnî heye. Bi van guhertinan re ji bo kesên vê kanûn û zagonê bicih bînin, rolek mezin dikeve. Divê ev serbiwe û bêalî bin. Ger daraz serbixwe û bêalî be, bi talîmata kesekî re tevnegere û bi rojevên rojane û demkurt tevnegere, wê ji bo bicîhanîna qanûnê tu pirsgirekan nejî.”

‘Divê cezayên tundiya li dijî jinan bên zêdekirin’

Şîlan da zanîn ku tundiya li dijî jinan, polîtîkayên bêcezatiyê û pejirandina bêdeng ya civakê, faktorên hev bandor dikin e û wiha axivî: "Ji bo pêşîgirtina li van tiştan, divê di Qanûna Cezayê ya Tirk de guhertinên zêdekirina cezayên sûcên li dijî bê kirin. Lê di demên dawî de di aliyê sûcên birîndarkirinê yên li dijî jinan de zêdebûnek ceza hat dîtin, lê ev têr nake. Divê cezayên hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinan bên zêdekirin. Ev dikarin bibin pratîkek pêşîgirtinê ya darazê. Divê qanûna ku tedbîrên parastinê bên bicîhanîn, hîn zêde baldartir bê bicîhanîn û şopandin.”

‘Divê têkildarî wekheviya zayendî ya civakî gotinên zelal hebin’

Şîlan Çelîk, diyar kir ku ji bo jinan pêdivî reformên darazî yên cidî hene û bi van reforman wê guherîna civakê jî pêk were û axaftina xwe wiha domand: “Divê di makezagonê de têkildarî wekheviya zayendî ya civakî gotinên zelal hebin. Yek jî, sedemên tayînkirina qayûman a ji bo şaredariyan, pergala hevserokatiyê bû. Lewma ji bo derbaskirina vê yekê gumanên li ser şerta xweseriya herêmî ya Ewropî bên rakirin û di rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinan bên zêdekirin. Mixabin, polîtîka û gavên ku ji aliyê hikûmetên navendî ve bên avêtin, nikare bighê jinên li herêmê û newekheviya derfetan jî ava dike. Lewma bihêzkirina rêveberiyên herêmî, wê ji bo xwegihandina jinan a xizmetê bibe derfetek. Di vê wateyê de pêdivî bi reformên darazî yên cidî heye.”

Şîlan destnîşan kir guhertina makezagonê wê di forma ‘hevpeymana civakî’ de be û balkişand ser girîngiya beşdariya çalak a jinan a li vê pêvajoyê. Şîlan Çelîk, di dawî ya axaftina xwe de wiha got: “Çêkirina makezagonek ku navê jinan derbas nabe û destê jinan pê nakeve, wê pêkan nebe. Lewma divê makezagonek ku mafên jinan bi awayekî aşkera çavderî dike û navê jinan derbas dibe, bê çêkirin. Her guhertinek ku di makezagonê de bê kirin, wê bandor li qanûnên din jî bike. Reformên darazî yên bên çêkirin, wê bandor li saziyên giştî yên din û saziyên ku di qada jinan de polîtîkayan ava bikin jî bike. Nivîsar û reformên dadwerî dê zimanê hikûmet/dewletê biguherînin û ev ziman dê di nav gel de belav bibe û di warê civakî de hişyariyê zêde bike.”