Jinên Dêrazorê ji bo gelê Şêx Meqsûdê banga mudaxeleya lezgîn kirin

Jinên Dêrazorê balkişandin ser kiryarên hovane yên çeteyan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirine û gotin ku ev yek bandorek neyînî li derûniya zarokan dike. Jinan ji bo parastina zarokan banga mudaxaleya lezgîn li qada navnetewî kir.

ZEYNEB XELÎF  

Dêrazor – Geşedanên dawî yên li taxên Kurdan ên li bajarê Heleba Sûriyeyê hatin jiyîn, fikarên li ser binpêkirinên cidî yên vediguhere sûcên şer, reva ji edaletê û daraza veguheriye siyasî, zêde kir. Dîmenên hovane yên bêrêzî ya li dijî cenazeyê şervanek jin, derxistina dilê şervanek mêr a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî sivîlan ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê û leşkerên bipere yên dewleta Tirk ve tomar dikin, binpêkirina eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û asta cidî ya tundiyê radixin berçavan.

Encamên êrîşên hovane yên çeteyan

Di êrîşên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê de, leşkerên bipere yên bi navê "El-Emşat û El-Hemzat” yên dewleta Tirk cih girtin. Her çend ev kom di bin banê hêzên rêveberiya demkî de bin jî, hê ew amûr in ku li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê tevdigerin. Her wiha artêşek ku hemû welatiyên Sûriyeyê di nav xwe de digre û tenê girêdayî Sûriyeyê be, hê jî nehatiye damezrandin. Berovajî wê, ev kom ji berjewendiyên xwe yên neteweyî wêdetir, domandina berjewendiyên xwe berdewam dikin. Ev rewş, ji êrîşên sînorkirî bigre heta dorpêçkirin û operasyonên berfireh ên bi armanca guhertina demografîk e, di provokasyonên li dijî hêzên ewlehiya hundir de bi awayekî zelal hate dîtin.

Jinên ji herêma Dêrazorê, li hember van êrîşên hovane dengê xwe bilind kirin û bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember van komkujiyan, bi tundî şermezar kirin. Jinan balkişandin ser bandora neyînî ya van êrîşan a li ser jin û zarokan. Jinan diyar kirin ku hiştina operasyonên leşkerî ya ji bo "komên di bin pêkanînên navneteweyî de", tê wateya pêkanîna edaletek siyasî ku van koman ji ber sûcan berpirsyar bigre. Jinan gotin ku ev yek, reva hesabdayînê ya kesên ku piştgirî û çavdêriya wan dikin jî, bêcezatî û berpirsyariya hiqûqî qels dike.

‘Bêdengiya navneteweyî tê wateya hevkariyê’

Endama Ofîsa Parastina Zarokan Ala el-Daher, da zanîn ku bêdengiya navnetewî ya li dijî bûyerên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, tê wateya hevkariyek nerasterast a di binpêkirinên li dijî sivîlan de. Ala el-Daher, kiryarên ku agirbestê binpê dikin, red kir û destnîşan kir ku bombebarana dijwar di nav sivîl û zarokan de bûye sedema tirsê û bêewlehiya domdar.

‘Êrîş binpêkirinek eşkere ya mafên bingehîn e’

Endama Ofîsa Jinan a Saziya Tenduristiyê Îman Habşan jî, diyar kir ku gel bi şert û mercên mirovî yên giran ên mîna koçberiya bi darê zorê, birçîbûn û nebûna ewlehiyê re rû bi rû ye û wiha got: “Em bûyerên dawî yên li Taxa Şêx Meqsûd û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan, bi tundî şermezar dikin."

Îman Habşan, di dawiya axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî şermezar kir. Îman Habşan balkişand ser xetereya parastina zarokan û wiha axivî: “Ev yek ji ber ku bandor li zarokan dike, binpêkirinek eşkere ya mafên bingehîn e. Ez ji bo parastin, mîsogerkirina rûmet û mafên sivîlan û bi taybetî jî zarokan, banga mudaxaleya lezgin dikim.”