Êriş didomin: Nexweşxaneya Osman a Helebê ji xizmetê derket
Komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de rasterast Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir, di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.
Navenda Nûçeyan – Tevgerên leşkerî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye, gelê herêmê bi êrîşan re rûbirû dihêle, nîşaneyên pirsê yên der barê aramiya li bajar de zêde dibin.
Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd, bi tang û topên giran, roketên bi awayê grad û katoşên, bi gelek çekên giran tê bomberankirin. Cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam, herêmên ku şêniyên wan sivîl in, hedef digrin û zêdetirî 600 hezar kesên ku li hersê taxan dijîn ketine nava tirs û kaosê.
di encama topbarana li dijî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê de ji hêla komên çete yên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de, nexweşxane ji xizmetê derket.
Komên çete bi awayekî sîstematîk binesaziyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin.
Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî dewam dikin.
Di encama êrîşên li dijî van taxan de, piranî jin û zarok 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 38 kes birîndar bûn. Domandina êrîşên rasterast û berfireh fikaran zêdetir dikin.
Êrîşên berfireh fikaran zêdetir dikin
Êrîş heta kolanên navendî, qadên bicihbûnê û tesîsên jiyanê berfireh bûye di encama roket û guleyan de zêdeyî 150 avahî û cihên kar ziyanê dîtin. Bi domadina êrîşan û berfirehbûna wê re fikarên ku rewşa mirovî ya li herêmên ku jixwe di bin dorpêç û şertên giran ên jiyanê de ne, xirabtir dibe û mirina mirovan.
Êrîşên ku di demên dawî de li dijî taxên Helebê, weke hewldaneke bi xeter ku gefê li aramiya herêmê dixwe hatin nirxandin û di mijara peymana agirbestê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin nîşaneyên pirsê zêde dibin. Dubarebûna êrîşan û hedefgirtina qadên jiyanê, nîşan didin ku peymana 10’ê Adarê ya sekinandina xebatên leşkerî û parastina sivîlan bi awayekî vekirî tê binpêkirin.