Çeteyan li Helebê jinek qetil kirin
Nûçegihana ajansa me ragihand ku di encama êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de, jineke 57 salî ya bi navê Fedwa Muhammed el-Kurdî li Helebê hatiye qetilkirin.
Halep – Êrîşên çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bûne sedema zêdebûna qurbaniyên sivîl û jiyana jinekê jî.
Li gorî peyamnêra me yê li Helebê, Fedwa Mihemed el-Kurdî ya 57 salî di encama bombebarana çekên giran a çekdarên HTŞ’ê ya li ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de mir.
Her wiha peyamnêra me diyar kir ku çekdarên HTŞ’ê van her du taxan bombebaran dikin û bi mûşekên ku li baregehên el-Muhalleb ên li navenda Helebê hatine bicihkirin, sivîlan hedef digirin.