Zabel Yesayan: Şahidiyek berxwedana li hember demê

Zabel Yesayan, nivîskarek sosyalîst-femînîst a Ermen ku şer, jenosîd û sirgûnan dîtiye, tarîtiya serdema xwe bêyî ku wê romantîze bike vegot. Tevî zilmê, Zabel li pey rastiyê çû, mîrateyek wêjeyî û siyasî ya bihêz li dû xwe hişt.

Navenda Nûçeyan – Jiyana Zabel Yesayan ne tenê çîroka nivîskarekî bû; ew şahidiya bîranînek bû ku di nav şer, sirgûn û aloziyên civakî de derbas bû. Nivîskara sosyalîst-femînîst a Ermen ku li Stenbolê ji dayîk bûye, xwest ku êşa serdema xwe bi zimanekî rastîn û sade vebêje. Peyvên wê wekî şahidiyên bihêz ên ku tarîtiya rabirdûyê dibin nav niha, bi berdewamî dijîn.

Zabel Yesayan, yek ji wan jinan e ku ji hêla dîroka serdest ve pir caran li paşperdeyê tê hiştin, bi ramanên xwe yên ku ji serdema wê derbas dibin bal kişand ser xwe. Zabel Yesayan, ku rastiyê bi hemû tundiya wê re di nav şer, wêranî û sirgûnê de nîşan da, ne tenê di wêjeya Ermen de, di heman demê de di têkoşîna jinan de jî bû kesayetek girîng.

 

Zabel Hovhannesyan di sala 1878’an de li Uskudara Stenbolê ji dayîk bû, li Dibistana Ermen a Surp Haç dest bi perwerdehiya xwe kir. Wê ji bavê xwe piştgiriya herî mezin ji bo kariyera xwe ya nivîsandinê stend. Di temenê ciwan de, tevlî derdorên wêjeyî yên li Stenbolê bû, di bin bandora nivîskara femînîst Sirpuhî Dusap de ma û nivîsandinê kir navenda jiyana xwe.

 

Di heman salan de, beşdarî nîqaşên li ser wêje û siyasetê li Stenbolê bû. Berhema wê ya wêjeyî ya yekem a çapkirî, "Strana Şevê", di Kovara Dzaxig de derket. Di van nîqaşan de bû ku ew wênesaz Dikran Yesayan nas kir, ku paşê pê re zewicî û paşnavê wî stend.

 

Zabel Yesayan ku nivîsên wê yên destpêkê di weşanên Ermen yên wê demê de hatin weşandin, paşê çû Parîsê û li Zanîngeha Sorbonne wêje û felsefe xwend. Ew wekî yek ji jinên Ermen yên yekem ku perwerdehiya zanîngehê wergirt derket pêş. Piştî vegera xwe bo Stenbolê, wê romana xwe ya bi navê "The Waiting Room" weşand. Piştre ji ber atmosfera siyasî vegeriya Parîsê.

 

Komkujiya Ermenan a li Edeneyê di sala 1909’an de di jiyana Zabel Yesayan de xalek girîng bû. Ji ber ku bûyeran bi çavên xwe dîtibû, wê di berhema xwe ya bi navê "Among the Ruins" de wêraniya ku ji ber şer û komkujiyê çêbûye vegot. Li şûna ku êşê bixemilîne, wê giraniya bûyeran bi vegotinek hêsan û rastîn vegot.

Zabel Yesayan jî bi awayekî rexnegir nêzî pêvajoya veguherîna siyasî ya li Împeratoriya Osmanî bû. Berevajî gelek rewşenbîran, wê hikûmeta Komîteya Îtîhat û Terakkî bi hêvî nedît. Ew yek ji wan kesên pêşîn bû ku xetereya nêzîkbûnê nas kir. Her çend ew demekê endama Partiya Taşnak bû jî, wê dev jê berda, bi baweriya ku partî ji xeta xwe ya sosyalîst dûr ketiye.

 

Ew bi pirsgirêkên jinan re eleqedar bû

Zabel Yesayan ku ramanên pir pêşdetir ên di derbarê rizgariya jinan de diparast, bawer dikir ku wekhevî tenê bi mafê perwerdeyê nayê bidestxistin. Li gorî wê, rizgariya rastîn a jinan bi veguherîneke tevahî ya pergala civakî ve girêdayî bû.

Zabel Yesayan, yekane jina di lîsteya rewşenbîrên Ermen de ku di 24’ê Nîsana 1915’an de hat girtin, bi veşartina li nexweşxaneyeke psîkiyatrîk ji girtinê filitî. Piştre ew çû Bulgaristan û Parîsê. Bi salan, piştî qirkirinê ji bo zarokên sêwî û penaberan xebitî. Beşdarî hewldanên alîkariyê li deverên cûda yên Rojhilata Navîn bû.

Di sala 1933’yan de, Zabel Yesayan li Ermenistana Sovyetê bi cih bû, li wir li zanîngehekê ders da û di Yekîtiya Nivîskarên Ermen de xizmet kir. Lê belê, di dema "Paqijkirina Mezin" a serdema Stalîn de ew dîsa bû hedef. Ew di sala 1937’yan de hat girtin û sirgûnî Sîbîryayê hat kirin. Tê bawerkirin ku ew di sala 1942 an 1943’an de li sirgûnê miriye. Cihê gora wê hîn jî nayê zanîn.

 

Zabel Yesayan ku jiyana xwe di nav şer, sirgûn û zilmê de jiyaye, ne tenê roman di heman demê de mîrateyek bihêz a rastî, bîranîn û têkoşîna jinan jî li dû xwe hişt. Berhemên wê ji bo kesên ku dixwazin rabirdûyê fam bikin û niha bipirsin, çavkaniyek girîng in.