Jinên Komela: Li Rojhilatê Kurdistanê zayendparêziya civakî û şoreş
Pirtûka bi navê ‘Jinên Komela’ ya Fatime Kerîmî, di yek ji demên herî girîng ên têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de rola gerîlayên jin ên Kurd û ezmûnên wê, bi nêrînek lêkolînê nirxand. Berhem zayenparêziya civakî, şoreş û pergala civakî-siyasî lêkolîn dike.
Navenda Nûçeyan - Pirtûka bi navê ‘Jinên Komela; Zayendparêziya civakî û Şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê’ ya Fatime Kerîmî, wek yekem lêkolîna berfireh a ezmûna gerîlayên jin ên çepgir ên li Rojhilatê Kurdistanê derdikeve pêş. Pirtûkê ezmûna jinan a têkoşîna siyasî, leşkerî ku beriya bi dehan salan avakirina hêzên jinan a li Rojava rol lîstine, kir mijar.
Pirtûkê ji bo rola jinan a di têkoşîna siyasî de bingehek cûda pêşkêş kir
Ev pirtûk, balê dikşîne ser rêxistina Komela ya di navbera salên 1979 û 1991’an de. Jiyan, têkoşîn û beşdariya siyasî ya jinên ku di yek ji serdemên herî aloz ên dîroka hemdem a Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ketine têkoşînê, lêkolîn dike. Komela ku wek yek ji rêxistinên yekem ên Kurd-Îranî ku hebûna jinan di avahiyên leşkerî û siyasî de berfireh kiriye, di aliyê ezmûna rola jinan a di têkoşîna siyasî de, bingehek cûda pêşkêş kir.
Fatinme Kerîmî, di pirtûkê de cih dide axaftinên berfireh ên bi endamên berê yên Komala re, mijarên ku berê nehatin vegotin digre dest. Di pirtûkê de ji astengiyên malbatî, civakî û rêxistinî bigre heta mijara baviksalarî, têkiliyên zayendparêziya civakî, rewşa zarokan û dabeşkirina rolan a di nav malbatê û pergalên partiyan de, lêkolîn dike.
‘Jinên Komela’ ne tenê vegotinek dîroka rêxistinek siyasî ye; di heman demê de hewldanek e ku ezmûna jinan, têkiliyên zayendparêziya civakî û têgeha şoreşê di yek ji serdemên herî hesas ên dîroka Kurdistan û Îranê de ji nû ve were şîrovekirin, pêşkêş dike. Ev xebat ji bo têkiliya di navbera zayendparêziya civakî, têkoşîn û pêşketinên siyasî di civaka Kurd de were fêmkirin, pencereyek cûda vedike.