Bajarê Marî: Li Mezopotamyaya kevnar navenda zanist û baweriyê
Bajarê kevnar ê Marî ku li nêzî bajarokên Ebû Kemal û Baxozê yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê ye, di dîroka Mezopotamyayê de wekî yek ji navendên herî girîng ên şaristaniyê tê hesibandin.
Navenda Nûçeyan – Bajarê Marî ku li dora sala 3000 B.Z. hatiye avakirin, wekî yek ji bajarên girîng ên şaristaniyên Sumer û Amorî derketiye pêş. Bajar serdema xwe ya herî bi heybet jiyaye, bi taybetî di navbera salên 2900 B.Z. û 1759 B.Z. de. Dîroknas, Marî piştî Babîlê, duyemîn bajarê kevnar ê herî mezin ê Mezopotamyayê dibînin.
Ji bo bazirganiyê navendeke stratejîk e
Ev bajarê ku li kêleka Çemê Firatê hatiye avakirin, bi saya sîstema xwe ya çandiniyê ya pêşketî û tora bazirganiyê bû navenda aborî ya herêmê. Marî ku riyên bazirganiyê yên di navbera Mezopotamyaya navendî û bakurê wê de kontrol dikir, wekî yek ji navendên bazirganiyê yên herî stratejîk ên serdema xwe dihat nasîn. Bajar plansaziya bajarî ya pêşketî nîşan dida û sîstema wê ya parastinê ya du-qatî bi taybetî balkêş bû. Dîwarên derve bajar ji lehiyê diparastin lê dîwarên hundir jî ji bo li dijî êrîşên leşkerî ne.
Xwedî arşîveke berfirehe

Kolandinên li Marî gelek berhemên dîrokî derxistine holê ku dîroka wan vedigere sala 2500 B.Z. Di nava wan de, Zîgurata Îştar, xezîneyên padîşahî û arşîveke berfireh a ji zêdetirî 20,000 tabletên bi nivîsa mîxî pêk tê, derdikevin pêş. Ev arşîv ku wekî "Tabletên Marî" tê zanîn, ji hêla gelek lêkolîneran ve wekî pirtûkxaneya herî mezin berî Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê tê binavkirin.
Şewitandin û wêrankirina bajar
Nivîsên di arşîvan de agahiyên berfireh li ser jiyana siyasî, civakî û olî ya wê serdemê pêşkêş dikin. Kolandin her wiha perestgehên mezin ên ku ji bo Îştar (Înanna), Dagan û Ninnî-Zaza hatine veqetandin, peykerên ku fîgurên dua dikin nîşan didin, kanalên avê, dîwarên bajêr û gorên padîşahî derxistine holê. Bilindbûna Marî di dema padîşahê Babîlê Hamûrabî de bi dawî bû. Bajar bi piranî di encama êrîşên di navbera salên 1760 û 1757 BZ de hat şewitandin û wêrankirin.
Cara yekem di sala 1933’an de tê keşifkirin
Bajarê kevnar cara yekem di sala 1933’yan de hat keşifkirin û ji wê demê ve bi taybetî ji hêla tîmên arkeolojîk ên Fransî ve bi berdewamî tê kolandin.
Fikarên li ser mîrateya wê ya dîrokî
UNESCO’yê di sala 1999’an de bajarê Marî xist nav Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya Demkî. Her çendî pêvajoya nirxandinê ji bo xistina wê ya lîsteya daîmî berdewam dike jî rastiya ku herêm di salên dawî de ketiye bin kontrola DAIŞ’ê û komên çekdar ên girêdayî El Qaîdeyê, fikarên cidî li ser mîrateya wê ya dîrokî derxist holê.