Fîlmê ‘Bêje Şehrazad’ bi 3 çîrokan tundiya li ser jinan vedibêje

Fîlmê ‘Bêje Şehrazad’ bi rêya karaktera pêşkêşvanek televîzyonê ku bi nakokiyek di navbera serkeftina xwe ya pîşeyî û zextên jiyana xwe ya zewacê de rû bi rû ye, dermankirinek dramatîk a rastîn pêşkêş dike.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê “Bêje Şehrazad” di 27’ê Gulana sala 2009’an de hate weşandin. Ev fîlm, drama civakî ya Misrî ye. Dema hat weşandin,  ji ber wêrektiya xwe ya di çareserkirina pirsgirêkên jinan, tundiya navmalî û otorîteya mêran di civaka Misrê de, di nava civaka Misrî de bû sedema nîqaşeke berfireh.

‘Bernameyek tê de doz û çîrokên jinan tê vegotin’

Fîlm li dora karakterê Hîba Tonis digere. Hîba pêşkêşvaneke televîzyonê ya serkeftî ye. Di bernameyên xwe de behsa pirsgirêkên jinan dike û çîrokên jinên ku rastî tundiyê hatine, pêşkêş dike. Birînên ku civak hewl dide veşêre, derdixe holê û bi riya bernameya xwe eşkere dike ka li pişt deriyên girtî çi diqewime. Her şev ew li ber kamerayê radiweste, bi bawerî li temaşevanan dinhêre û dikene. Ji ber ku ew tam dizane dixwaze çi bêje, lê di kûrahiya dilê xwe de ew jinek bû ku li cihek digeriya ku bêhna xwe ji astengiyên ku wê dorpêç dikirin dûr bixe.

‘Tundiya psîkolojîk’

Hîba Yonis tevî serkeftina xwe ya pîşeyî, di jiyana xwe ya zewacê de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ma. Ew li gel hevjînê xwe yê rojnamevan, ku bawer dikir ku xwezaya bernameya wê dikare bandorek neyînî li ser pêşeroja wî ya pîşeyî bike. Her wiha bibe sedema nakokiyên kûr di navbera wan de ku dighîjin asta tundiya psîkolojîk û zexta domdar a ji bo guhertina naveroka bernameya wê.

Çîroka sê jinan bû beşek ji avahiya dramatîk a fîlm

Di seranserê xelekên bernameya xwe de, Hîba malovaniya sê jinên ku rastî cûreyên cûda yên tundiya hatine, dikir. Çîrokên wan wekî beşek ji avahiya dramatîk a fîlmê ji temaşevanan re têne pêşkêşkirin, derdixe holê. Ev çîrok jinek ji têkiliyek romantîk a destdirêjker dikşîne, du xwişkên ku di hawîrdorek xirab de bi îstîsmar û tundiyê re rû bi rû ne û xortek bi gelek têkiliyên ku li ser jinan kontrol dike, vedihewîne.

‘Çîroka sê jinan rastiya jiyana Hîba Yonis derxist  holê’

Bi her çîrokeke ku di weşanê de dihat vegotin, Hîba Yonis hîs dikir ku tiştek di hundirê wê de diguhere. Çîrok di jiyana wê ya taybet de diherikîn û tiştê ku wê demek dirêj paşguh kiribû eşkere dikirin. Ew jî bûbû yek ji wan çîrokan, bû hedefa zilma zilamekî ku dixwest wê bike kopyayek ku li gorî armancên wî be, ne jinek bi hiş û dengê xwe.
Di fîlm de hejmarek ji stêrkên navdar ên sînemayê yên Misrî dilîzin. Mona Zekî, Hesen El Reddad, Mehmûd Hemîda, Mihemed Remezan, Rîhab El Cemel, Nahêd ElSîbai, Yara Cobran, Sewsen Bedir û Hisên El-Îmam çend ji wan in.

‘Fîlm rastî eleqeyek mezin hat’

Derhêner şêwazek dîtbarî ya realîst pejirand û bi awayekî wêrek mijarên hesas ên civakî pêşkêş kir. Di heman demê de senarîst senaryoyek pêşkêş kir ku balê dikşîne ser cureyên cûda yên zordariya ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin. Fîlm pesnê rexnegirên berfireh wergirt û wekî yek ji berhemên herî berbiçav ên ku pirsgirêkên jinan di sînemaya Misrî ya nûjen de çareser dike, tê hesibandin.