Modela jina ‘serkeftî’ çawa dibe sedema dûrxistina jinên marjînalîzekirî?

Ji nû ve nirxandina karakterê "Renata" di rêzefîlma "Big Little Lies" de nîqaşên li ser wêneyê jinên serkeftî di medyayê de, ji nû ve vejandiye. Ev wêne pir caran serkeftinê bi dewlemendî û statuya civakî ve sînordar dike.

Navenda Nûçeyan – Rêzefîlma televîzyonê "Big Little Lies (Derewên Mezin ên Biçûk) “ di navbera salên 2017 û 2019’an de du sezonan hat çêkirin û weşandin. Di vê rêzefîlmê de, karakterê Renata her tim wekî jinek serbixwe, dewlemend û serkeftî tê nîşandan; ewqas ku navê wê ji bo têketina nav lîsteyek jinên bi hêz a di kovareke jinan a navdar de namzetek e. Lê belê, piştî ku ew îflas dike û ji ber şaşiyên mêrê xwe statuya xwe ya civakî winda dike, heman kovar wê ji civakê dûr dixe û diyar dike ku bala wê tenê li ser "jinên li jor" e.

Li gorî analîstan, pêşkêşkirina jinên serkeftî wekî modelên rolê di medyayê de ger ew nebe amûrek ji bo dûrxistin û tepeserkirina jinên din, tenê dikare îlhamê bide. Tenê balkişandina ser jinên xwenda, dewlemend, navdar û xwedî statuya bilind, dibe sedema paşguhkirina jinên ku ji ber astengiyên aborî, malbatî an civakî nikarin beşdarî qadên giştî bibin û dibe sedem ku ew xwe neserkeftin û bêqîmet hîs bikin.

‘Têgeha serkeftinê divê li gorî rewş û şiyanên her kesî bê pênasekirin’

Ev analîz destnîşan dikin ku hemû jin xwedî derfetên  wekhev, piştgiriya malbatê, derfetên perwerdehiyê û kar nînin. Ji ber vê yekê, tê gotin ku têgeha serkeftinê divê li gorî rewş û şiyanên her kesî bê pênasekirin.

Li gorî analîstan, îmaja jinên bihêz ne tenê bi nivîskar, hunermend, werzîşvan, akademîsyen an çalakvanên navdar ve sînordar be. Divê ew jinên ku bi çavkaniyên sînorkirî û pir caran di warên nedîtî de, bi rêya karên navmalî, hunerên destan, çêkirina xwarinê an karsaziyên biçûk, ji bo serxwebûna aborî têdikoşin û jiyana xwe baştir dikin jî, di nav xwe de bigre.