Fîlma rojê: Em niha diçin ku derê?

Her çendî ev fîlm di serî de wekî çîroka gundekî biçûk xuya bike jî di rastiyê de vegotineke siyasî, sosyolojîk û sembolîk a qat bi qat pêşkêş dike. Fîlm li gundekî biçûk ê Lubnanê derbas dibe li cihê ku misilman û xirîstiyan bi hev re bi aştiyane dijîn.

Navenda Nûçeyan – Nûçeyên ku bi şerê olî û nakokiyên ji cîhana derve dest pê dikin, dibin sedem ku hevsengiya nazik a gund têk biçe. Mêrên gund her diçe bi aloztir dibin û xetera şer zêde dibe. Di vê gavê de, jinên gund destwerdanê dikin. Armanca wan ew e ku pêşî li mêran bigrin ku li dijî hev dernekevin û aştiyê biparêzin. Ji bo vê yekê serî li rêbazên afrîner, carna komîk û carna jî dramatîk didin.

Fîlm bêwatebûyîna nakokiyên olî, bandorên wêranker ên şer û rola jinan di aştîxwaziyê de nîşan dide, hem bi dramayê hem jî bi mîzahê.

Mirov bi xwezayî ne dijminên hev in; dijminahî pir caran "tê hînkirin." Li gundekî, mirov bi eslê xwe cîran, heval û xizm in. Lê gava nasname (ol) dikevin dewrê, "yê din" tê afirandin.

Di fîlm de meyla zilaman a şer di pêş de ye lê jin her dem hewldana parastina aştiyê didin. Pergala ku şer destpê dike pergala zilamê serdest û desthilatdar e, jin jî her dem aştiyê didomînin lê ev keda jinan nayê dîtin.

Derhenêra fîlm Nadîne Labakî ye. Di 18’ê Sibata 1974’an de li Beyrûdê dayîk bûye. Derhêner nivîskarê senaryoyan û lîstîkvana fîlman a Lubnanî ye.

Nadîne Labakî di fîlm de hem lîstikvan e, hem jî weke senarîst cihê xwe girtiye.