Piştî windayan: Ez bimrim jî dê axîna min dîrokê reş bike
Dayîkên Şemiyê bi salan li heman qadê, bi heman wêneyan û bi heman êşê rûniştin, dest ji lêgerîna zarokên xwe bernedan. Di van rojên ku behsa aştî û hevrûbûnê tê kirin de hê jî Qada Galatasarayê bi dengê wan olan dide.
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê di salên 1990’an de windakirina mirovan di bin çavan de û cînayetên kiryar nediyar, di çarçoveya Hefteya Windayan de careke din ketin rojevê. Komeleya Mafên Mirovan û parêzvanên mafên mirovan, bi daxuyaniyek bang kirin ku divê bi windakirina bi hezaran re hevrûbûn çêbibe, aqubeta windayan were eşkerekirin û kiryar werin darizandin, bal kişandin ku divê Tirkiye bibe alîgirê Peymana Navneteweyî ya li Dijî Windakirina bi Zorê ya NY’ê. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna ji bo edaletê ya ku 30 sal in Dayîkên Şemiyê didomînin, hat diyarkirin ku ji bo demokratîkbûnê divê dest ji polîtîkayên bêcezatiyê were berdan û bi kiryarên ku bi salan berê hatine kirin re hevrûbûn çêbibe.
Heta niha tu bersiv ji daxwaz û banga dayîkên ku bi salan e li Qada Galatasarayê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin kiryar bên darizandin” re nehatiye dayîn. Têkoşîna dayîkan bi fîlm, dokumanter û stranan hat vegotin. Em îro bi hev re li strana Sezen Aksu ya “Strana Şemiyê” ku diyarî Dayîkên Şemiyê kiriye guhdarî bikin.