Tevnepîra Pîroz: Teyîsîna komkujiyên jinan ên Îranê di sînemayê de

Fîlmê bi navê ‘Tevnepîra Pîroz’, komujiya jinan û newekheviya zayendî ku li Îranê tê jiyîn, tîne ser ekranan. Fîlmê ku ji bûyerên rastî îlham girtiya, tundiya sîstematîk û pergala civakî ya vê tundiyê xwedî dike lêpirsîn dike.

Navenda Nûçeyan – Îran bi taybetî di nava salên dawî de, di nava hilweşîna aborî de ye. Li gel vê hilweşînê, dewleta ku zextên xwe zêde kiriye, berê xwe daye serîrakirinên civakî, bi awayek bi xwîn bitepisîne. Herî dawî şerê li herêmê, bi milyonan mirovên li Îranê dijîn di nava tarîtiyek mezin û bêçaretiyê de hatiye hepskirin, tundiya li dijî jinan li her qadê xwe dide der.

Li Îranê, jinên ku divê weke jin bijîn, tevî her tiştî bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêza xwe nîşan dan. Fîlmê ku di 2022’an de hatiye çêkirin û navê ‘Tevnepîra Pîroz’ girtiye, fîlma vexwendina havrûbûna tiştên li Îranê hatiye jiyîn in.

Komkujî û hevrûbûn

Fîlmê ‘Tevnepîra Pîroz’ yek ji fîlmên di salên borî de di sînemaya Îranê de herî zêde hatiye nîqaşkirin e. Bi îmzaya derhêner Elî Abbasî, di qada navneteweyî de deng veda. Fîlmê ku ji bûyerên rast îlham girtiye, şopa kujerek ku li bajarê Meşhedê yê Îranê jinan dike hedef dişopîne, temşevanan vedixwîne hevrûbûna qewimînên civakî yên ku mirov dilerizînin.

Fîlmê ku çîroka Saîd Hanaî yê di navbera 2000-2021’ê de herî kêm 16 jin kuştine kir, li ser pêvajoya lêkolîna komkujiyê ya rojnamevanek bi pêş dikeve. Fîlmê ku li ser komkujiyên jinan, pergala edaletê û nakokiyên exlaqî rexneyek tund pêşkêş dike, newekheviya zayendî û tundiya civakî bi zimanek cesûr digre dest.

Ji Cannesê bi xelat vegeriya

Fîlmê ku di rolên sereke de Zehra Emîr Îbrahîmî û Mehdî Besestanî cih girtin, di 75’emîn Mihrîcana Fîlman Cannesê de promiyer çêkir. Zehra Emîr Îbrahîmî, di mihrîcanê de xelata ‘lîstikvana herî baş a jin’ girt û hemû balê kişand ser xwe.

Lê belê fîlm ne tenê bi aliyê hunerî, di nîqaşên polîtîk ên ku ava kiriye de bû rojev. Serokê Çanda Îranê yê demê û Îrşad Mihemed Mehdî Îsmaîlî, bertek nîşanî fîlm da û ragihand ku wê kesên li Îranê destek dane pêvajoya çêkirina fîlm ceza bikin. Saziya sînemayê ya Îranê jî fîlm bi hinceta ‘Heqareta li dijî nirxên olî û neteweyî’ rexne kir û mihrîcanê şermezar kir.

‘Dijminatiya li dijî jinan e’

Derhêner Elî Abbasî di axaftineke bi gotinên: “Min hîs kir ku ev doz ne tenê der barê Saîdî de ye. Di esas de pirsgirêk dijminatiya li dijî jinan e” diyar ku ku ji bo fîlm li cihê derbas bûye bikşînin, bi saziyên dewletê yên Îranê û wezareta çandê re hevdîtin kiriye û fikiriye ku tesbîtkirina rola bûyera kujerê li bajarê Meşhedê wê baş be. Dema gihîşt wê qenaetê ku ev nayê xwestin, fîlma bûyera ku di sala 2001’ê de derbas bûye li Urdunê hat kişandin.

Ji çîroka sûc zêdetir civak tê lêpirsînkirin

Fîlm beriya pêşandana Cannesê, bi protestoyên tevgerên femînîst balê kişandibû. Jinên endamê Les Colleuses, bi pankarta ku navê jinên li Fransayê hatin qetilkirin cih girtin, çalakî li dar xistin, temaya komkujiyên jinan ku di fîlmê de hatin tayîsandin, bi tundiya di dinyaya rast de anîn ber hev.

‘Tevnepîra Pîroz’, tenê bi vegotina çîrokeke sûc sînordar nîn e, di heman demê de, weke berhemek bi hêz ku tundiya sîstematîk a li dijî jinan û pergala civakî ya vê tundiyê xwedî dike derdikeve pêş. Hûn dikarin di platformên cuda de jî li film temaşe bikin.