Rabiya Belhî: Dengê yekem jina di wêjeya Farisî de
Di bîra Xoresanê de navê Rabiya Belhî teyîsî. Ji malek bi hêz derdikeve û dibe yekem jina ku di rûpelên wêjeya Farisî de cihek ji xwe re çêkiriye.
Navenda Nûçeyan – Rabiya bint Kab el-Kuzdarî, ku wek Rabiya Belhî tê nasîn, yek ji figurên jinan a ji dîroka Xoresanê derketî pêş e. Ev jina ku di sedsala 10’an de jiyan kiriye, di malbeta xwedî nifusa siyasî û civakî de mezin bûye. Bavê wê Kab yek ji Erebên ku di dema Ebû Muslimê Xoresanî de koçî Xoresanê kiribû.
Malbata wê li Rojhilatê Îranê bicih bû, bavê wê wek ji navên saraya Samanî derdiket pêş, li herêmên wek Sistan, Kandahar û Bust bû rêveberî. Bajarê Belh di sedsalên 8-9’an de di nava Ereban de wek ‘dayîka bajaran’ dihat zanîn. Ev qad, sûd da ku Rabiya perwerde bîbîne û di qadek çandî de mezin bibe, kêrhatiya wê jî di vê atmosfera dewlemend de şekil girt.
Li gel ku dîroka ji dayîkbûn û mirina wê nayê zanîn, li gorî rîvayetên dîrokî yên Nûredîn Camî ragihandî, hikûmdariya Samanî Nasirê 2’yem di dema (914-943)’an de li gel helbestvanê sarayê Rudakî di heman demê de jiyan kirine.
Rabiya Belhî jina yekam a wêjevane
Rabiya Belhî wek jina yekem a helebestvan a dîroka wêjeya Farsê tê qebulkirin. Helbestên Erebî û Farisî nivîsandiye, jiyana wê cara yekê ji aliyê dîroknas Zahîruddîn Avfî ve hatiye qeydkirin. Hebûna wê tenê bi hilberîna wêje sînordar nebûye, bûye parçeyek ji jiyana siyasî û çanda di nava qesrê de. Di wê demê de jinan di rêveberiya qesrê de, sazûmaniya çavkaniyan û bihêzkirina tifaqên civakî de rolên bi bandor digirtin.
Çavkanî diyar dikin ku, hebûna Rabiya divan derdoran de, wê aboriya çandî pêşxistiye. Divê dinyayê de gotin û helebest, qasî hêza siyasî bi bandor bû. Bûna endamek yê malbata rêveber, ew di navenda têkiliyên civakî û ticarî de bicih kiriye û di jiyana civakî de cihek çalak qezenc kiriye. Di aliyê wêje de, xwedî cihek taybete. Wek yekem kesa ku bi Farisî di axive tê qebulkirin. Jiyana wê di berhema Avfî ya ‘Lubab el-Elbab’ de cih girtiye, li ser rola wê ya di pêşxistina wêjeya jinê de, xebatên akademîk hatiye kirin.
Jiyana herê trajedîk ya wêjeya Farisî
Jiyana Rabiya Belhî, bi yek ji çîrokên herî trajîk ya wêjeya Farisî bi dawî dibe. Birayê wê Harîs piştî mirina bavê wê diçe cihê bavê xwe û koleyek bi navê Bektaş ê Tirk heye. Rabiya bi veşartî jê hes dike, lê belê ew eşq di şahiyek a qesrê de derdikeve holê. Li ser vê yekê Haris Bektaş dixe di çalekê de wî heps dike û demarên Rabiya jî jê dike û wê di hemamek girtî de digre. Rabiya beriya jiyana xwe ji dest bide, bi xwîna xwe rêz ser dîwar dinivîse. Bektaş jî piştî ku ji çalê di reve, piştî dizane Rabiye miriye, rêveberê herêmê di kuje û piştre dawî li jiyana xwe tîne.
Bivî awayî Rabiye Belhî, wek dengek ku helbest ketiye nav efsenayê, êş ketiye nava bedewiyê di bîranînan de dimîne. Bû sembola jinan ku sînorên çerxê zorî dike û li pey dilê xwe diçe û digihe dawiyek trajîk.
Di sedsala 20.de sînemaya Efganê, bi fîlmê ‘Rabiya Belhî’ çîroka wê ji nûve zindî kir.
Rêzên Dawî
Ew dikarîbû dinava van mêran li hemberî bi dehan kesan bisekine
Axivî, rabû ser lingan û wek mêrekê rûnişt
Li wêderê ew girtin û Bektaş birin
Ji bo kes nas neke, ew dûrxistin!