Li Brukselê dîwarê “Hêvî û Pel”

Dîwarê “Hêvî û Pel” vîzyona hunermendê Sûdanî Alaa Satêr a rêwîtiya penaberan wekî tevgerek berdewam ber bi ewlehiyê ve temsîl dike, laşên mirovan û çûkan di metaforek dîtbarî ya bihêz de bikar tîne.

Navenda Nûçeyan –  Li Champ de l’Iglise li Brukselê, ji hêla hunermenda Sûdanî Alaa Satör ve Dîwarê “Hêvî û Pel” lêzêdekirinek hunerî ya berbiçav wekî beşek ji projeya “ICorn” hatiye afirandin. Her wiha bi riya vê berhemê ji bo nivîskar û hunermendên di bin gefê de li çaraliyê cîhanê cihek ewle peyda dike.

Peyamek zelal têkildarî mafê jin û azadiya derbirînê

Ev berhema hunerî peyamek zelal a têkildarî mafên jinan, edaleta civakî û azadiya derbirînê hildigire. Dîwar, ku di navbera 19 û 27’ê Îlona 2023’an de hatiye çêkirin, li ser têgeha şemitokê wekî hêmanek dîtbarî ya ku rêwîtiya penaberan wekî tevger û koçberiyê sembolîze dike.

Bi metaforek dîtbarî hêza hêviyê nîşan dide

Hunermend di kompozîsyona xwe de laşên mirovan û çûkan bikar tîne da ku vê tevgera berdewam a ber bi ewlehiyê ve temsîl bike, di metaforek dîtbarî de ku hem nazikiya rêwîtiyê û hem jî hêza hêviyê nîşan bide.

Bi hunera xwe mijarên têkildarî jin û şoreşa Sûdanî vedibêje

Alaa Sater, ku di sala 1990’î de li Paytexta Sûdan Xartûmê ji dayik bûye, yek ji dengên hunerî yên herî berbiçav ên Sûdanî yên hemdem e. Ew bi wêne, dîwar û karîkaturên xwe yên ku mijarên mafên jinan, şoreşa Sûdanî û edaleta civakî vedibêjin tê nasîn.
Di şoreşa Sûdanê de bû sembola rola jinan

Ji pêşangeha xwe ya yekem li Xartûmê di sala 2017’an de, rola jinan di civaka Sûdanê de ronî kir, wê xwe wekî hunermendek ku ji bo azadî û guhertinê dilsoz e, da nasîn. Wê di şoreşa Sûdanê ya 2018-2019’an de, bû sembola rola jinan di tevgera gelêrî de, ji bo dîwarên xwe nasnameyek navneteweyî bi dest xist.

Bi rêya kar û berhemên xwe ji bo azadiya derbirînê, hêzdarkirina jinan û ronîkirina çîrokên mirovî di çarçoveyên pevçûn û veguherîna siyasî de parêzvaniyê dike û berdewam dike.