Qêrîna jinekê li dijî koletiya modern: El-Zenciye

Nivîskara Cezayîrî Ayşe Benour, bi şêwazeke hunerî ya zindî, analîzekî bi sembolîzma hunerî re tevlihev dike, ku ‘El-Zinciye’ ji romanekê wêdetir diçe; dibe şahidiyeke wêjeyî ya ji bo berxwedana jinan a bêhempa.

Navenda Nûçeyan – Di sala 2021’an de, nivîskara Cezayîrî Ayşe Benour romana xwe ya wêrek "Jina Reş" an jî ‘‘El-Zenciye’ bi rêya Weşanxaneya Dar Al Xeyal weşand û pencereyeke wêjeyî ber bi cîhanek bê deng ve vekir, cîhana jina Efrîkî ya ku di siyê de dijî, bindest û marjînalîzekirî ye.

Ev roman ne tenê çîrokek e, her wiha qêrînek bilind bû li dijî koletiya modern û li dijî hemû cûreyên zordariyê. Li dijî zordariya ku jin di civakên Efrîkî de dijî, bi taybetî jî li Nîjeryayê ku bûyerên romanê lê diqewimin, pê re rû bi rû dimînin vedibêje.

Blanka sembola berxwedanê ye

Di romanê de kesayeta ‘Blanka’ tê eşkerekirin. Blanka, keçek reşik e ku barê dîrok, erdnîgarî, zayend û rengan li ser milên xwe hildigre. Ji temenê xwe yê biçûk ve, ew bi rêze îstîsmar û binpêkirinan re rû bi rû dimîne, bi sunetkirina jinan dest pê dike, dû re zewaca di temenê biçûk de û bi darê zorê di nav jiyanek bi tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî dagirtî de dibîne. Lê Blanka xwe radestî rastiya heyî nake; ew dibe sembola berxwedanê, dengê jinan ku bêdengiyê red dike, her wiha îsrara wê ew e ku ev deng di cîhanek ku lawaziya jinan an êşa wan nas nake de were bihîstin.

Bi şêwazên dewlemend hunera xwe dihûne

Roman ne tenê bûyeran vedibêje, her wiha derbasî kûrahiya derûniya mirovan dibe û analîz dike ka civak çawa pergalên zordar li ser navê kevneşopî, ol û rûmetê diafirîne û tundiyê pêk tîne. Ayşe Benour, bi şêwaza xwe ya hunerî û jêhatî, rastiya civakî bi sembolîzma hunerî re tevlihev dike û hêmanên ji sînema, muzîk û hunera dîtbarî bikar tîne da ku aliyek dîtbarî û bihîstbarî bide nivîsê ku dihêle xwendevan vê ezmûnê bi hemû hestên xwe biceribîne.

‘El-Zinciye’ nasnameya reşikan di cîhanek piştî kolonyalîzmê de derdixe pêş

‘El-Zinciye’ wek sernav bi xwe, wateyek şokker hildigre. Xwendevan bi dîrokek dirêj a koletî û cudakariya nijadî re rû bi rû dihêle. Bi rêya Blanka, roman pirsek hebûnî li ser nasnameya Reşikan a di cîhanek piştî kolonyalîzmê de derdixe holê.