Şahidiya romanek: Michael Armstrong Kurê Kargehê
Îro em li Michael Armstrong, Factory Boy binêrin, romanek ku wekî aliyê tarî yê Şoreşa Pîşesaziyê tê hesibandin. Li Îngilistanê di sedsala 19’an de, dema ku pîşesazîbûn zûtir bû, kargeh, maden û torên veguhastinê yên nû rûyê welat guherandin.
Navenda Nûçeyan – Vê hefteyê, gelek welatan ji bo Roja Zarokan a Cîhanê çalakiyên curbecur li dar xistin. Zarok herî zêde ji şer, koçberî, wêranî, îstîsmar, tecawiz, krîzên aborî û gelek diyardeyên din êşê dikşînin. Ev rastî di hemî daneyan de tê xuyakirin lê ji bo parastina zarokan pir kêm tişt tên kirin.
Michael Armstrong, Kurê Kargehê ku bi îstîsmar û hejariya zarokan di cîhana karkeran de mijûl dibe, ne tenê romanek e, şahidiyeke civakî ye, çîroka qurbaniyên nedîtî yên Şoreşa Pîşesaziyê vedibêje. Yek ji berhemên ku ev rastî bi riya wêjeyê xuya kir Michael Armstrong, Factory Boy a Frances Trollope ye.
Yek ji romanên pêşîn ên li Brîtanyayê
Frances Trollope ku di sala 1779’an de ji dayîk bûye û yek ji nivîskarên girîng ên serdema xwe tê hesibandin, romana xwe di sala 1840’an de bi beşên mehane yên wênesazkirî weşand. Her çendî berhem çîrokeke xeyalî vedibêje jî ew li ser şert û mercên jiyana rastîn a wê serdemê hatiye avakirin. Di vî warî de, wekî yek ji romanên pêşîn ên li Brîtanyayê tê hesibandin û li ser jiyana pîşesaziyê ye.
Roman li ser çîrokên zarokên ku di nava xizanî û îstîsmarkirinê de ji bo debara xwe têdikoşin disekine. Di dema Şoreşa Pîşesaziyê de, bi hezaran zarok neçar man bi mûçeyên pir kêm di kargeh, madenan û pîşesaziyên cuda yên din de demjimêrên dirêj bixebitin. Gelek caran ji malbatên xwe veqetiyan, neçar man di mercên nexweş û xeternak de bijîn. Bi taybetî zarokên ku di kargehên tekstîlê de dixebitin, di nava makîneyên giran û li cihên teng dixebitin, gelek caran bi qezayan re rû bi rû dimînin. Cihên xebatê yên bi xwelî, rûn û dûman, bûn sedem ku gelek zarok di temenê ciwaniyê de nexweş bikevin.
Hişmendiya civakî li dijî keda zarokan bilind dike
Romana Frances Trollope ku li ser çavdêriyên wê bi xwe hatiye çêkirin, dema hat weşandin dengvedanek mezin çêkir. Roman ne tenê wekî berhemeke edebî, di heman demê de wekî lêkolîneke ku beşdarî xurtkirina daxwazên ji bo reformên civakî bûye jî hat hesibandin. Îro, “Kurê Kargehê” ya Michael Armstrong ne tenê wekî Romanek e, di heman demê de wekî belgeyeke dîrokî ya girîng tê hesibandin ku qurbaniyên nedîtî yên Şoreşa Pîşesaziyê tomar dike û hişmendiya civakî li dijî keda zarokan bilind dike.