Pergala kooperatîfan jiyana hevbeş misoger dike

Komîteya Aborî ya Kombûna jinan a Zenûbyayê ji dema avabûnê heya niha piştgiriya jinan dike û hişt ku jin aboriya xwe ya serbûxwe bi dest bixe. Komîte bi gelek projeyên weke çandiniyê rola jinan di nav civakê de hîn xurtir dike.

YUSRA EL EHMED

Reqa - Komîteya Aborî a Meclisa Kombûna jinan a Zenûbyayê ya kantona Reqayê-herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2020’an ve gelek proje dane destpêkirin. Yek ji wan projeyên sereke jî xwedîkirina sewalan, firin û çandiniyê ye. Hejmara jinên ku di van projeyan de kar dikin gîhîşt zêdeyî ji sedî 80. Her wiha di vê salê de projeya çandina sebzeyan û pelên tirî hebûn. Rûbera erdên çandiniyê yên ji bo vê pirojeyê tê bikaranîn jî 14 donim e. Li gorî sîstema koperatîfan 4 malbat têde kar dikin.

Rêvebira projeyên çandiniyê ya Komîteya Aborî Wîsaq Ismaîl teqez kir ku sîstema kooperatîfan di projeyên çandiniyê de derfetên kar ji gelek jinan û malbatên wan re vekir her wiha têgeha jiyana hevbeş di navbera herdû zayendan de xurt kiriye

Li gor sîstema kooperatîfan kar dabeş dikin

Rêvebera Komîteya Aborî Wîsaq Ismaîl der barê armanca vekirina projeyên çandiniyê axivî û got: "Armanca me di milê manewî û madî de piştgiriya jinan e. Ji bo rola wan û beşdariya wan di pêşxistin û xurtkirina aboriya civakî de xurt be em dixwazin jin xwe bispêrin xwe û di nav sektora çandiniyê de cih bigrin. Ji ber bajarê Reqayê bi rûberên çandiniyê dewlemend e û axa wê bi bereket e. Me projeya pelên tirî pêşinyar kir. Rûbera erda me bikar aniye 14 donim e her wiha me rûberên fireh ji sebzeyan di herdû mewsimên zivistan û havînê de çandiye. Me li gorî sîstema kooperatîfan li 4 malbatan belav kiriye. Van projeyan derfeta kar ji 60 kedkarên jin re vekir."

‘Jin dikarin ji her cure desthilatdariyê rizgar bibin’

Wîsaq Ismaîl di berdewamiya axaftina xwe de der barê girîngiya kooperatîfan de axivî û wiha got: "Ev sîstemeke têgeha jiyana hevbeş di navbera herdû zayendan de dide nasîn. Jinan bi riya vê sîstemê serxwebûna xwe ya kesayetî û aborî bidest xistin û hîn bi hêztir û xurttir bûn. Her wiha jin di dema niha de dikarin hemû cureyên tundî û desthilatdariyê derbas bikin."

‘Projeyên kooperatîfan derfetên kar ji gelek jinan re vekirin’

Xatûn El-Hesen  di destpêka avakirina projeyê de cîhê xwe di kooperatîfê de digire. Xatûn El-Hesen  sedema beşdariya xwe bi van gotinan anî ser ziman: “Piştî min bihîst komîteya aboriya jinan li herêmê dest bi gelek projeyên çandiniyê taybet bi jinan kiriye û yek ji wan çandina pelên tirî ye ez bi hevjînê xwe re beşdarî projeyê bûm ji bo em alîkariya hev di peydakirina lêçûna xwe ya madî de bikin. Projeyên çandiniyê li herêmê jin teşwîq kirin xwe bispêrin xwe ji bo rola xwe di bazara kar de xurt bikin. Derfetên kar ji gelek jinan re nêzî cihê malên wan hat peydakirin. Vê yekê jî barê riyên dirêj li ser milê wan sivik kir her wiha heqdestekî baş jî werdigrin.

‘Projeyên wiha bazara berhemdayîna xwecihî xurt dike’

Ez bi hevjîn û keçên xwe re ji 6’ê sibehê ve berê xwe didim nav erd û heta nîvro kar dikim. Paşê em di seatên esrê heta êvarê vedigerin. Ez weke serpereşta projeyê me kar li kedkarên jin belav dikim. Hevjînê min jî cotkar e û parastina erd dike. Ez bi malbata xwe re hemû pêvajoyên çandiniyê dişopînim. Piştî pelên tirî distewin em dest bi rakirina wan dikin û dixin sindoqan ji bo bibin bazarê û bifroşin. Projeyên wiha bazara berhemdayîna xwecihî û birina ji dewletên cîran re xurt dike û bi vê yekê aboriya herêmê pêş dikeve."

Jin bi riya van projeyan xwe spartin xwe

Xatûn Hesen tevî nexweş e jî kêfxweşiya xwe bi karê xwe û tevlîbûna van projeyan anî ziman û got: "Kar ji bo jinan gelek girîng e ji ber baweriya wan bi wan xurt dike û bi karê xwe dikarin xwe di civakê de îsbat bikin. Divê projeyên li herêmê berfirehtir bibin. Divê projeyên din jî vebin ji bo hejmarek hîn mezintir ji jinan tevlî bibin her wiha derfetên kar ji jinên mala xwe xwedî dikin re vebin. Ev proje li herêmê gelekî girîng in û rola wan di xurtkirina sektora çandiniyê û pêşxistina berhemdayîna xwecihî ji herêmê re heye."

Zehmetiya kar li ber wan nabe asteng

Ji aliyê xwe ve kedkara jin Meryem El-Ibrahîm ya 37 salî got: "Ez bi hevjînê xwe re alîkariyê dikim ji bo lêçûna malbata xwe û pêwîstiyên zarokên xwe peyda bikim. Karê di erdên çandiniyê de weke her karî ne bê zehmetî ye. Tevî karê me zehmet e û gelek westan jê re pêwîste jî lê belê ji tunebûnê çêtir e. Ez erdê ji giya û stiriyan paqij dikim û derdora sebzeyan dikolim ji bo av bidim. Dema sebze distewin jî ez wan berhev dikim. Ez bacanên reş, xirtik, îsot, betata û bacanên sor berhev dikim û dixim sindoqên taybet, ji bo paşê bên firotin. Çandina sebzeyan li herêmê dê berhemdayîna xwecihî xurt bike ji ber erda herêmê zengîn e."