Jinên li kargehan dixebitin: Jin dikarin hemu karan bikin

Kedkarên jin ên kantona Reqayê di kargeha taybet ya rişteyan de dixebitin diyar kirin ku ji bo rê li ber jinan bê vekirin û xwe bi xwe birêve bibin kargehên bi vî rengî vekirin gelek girîng e.

YUSRA EL EHMED

Reqa - Jinên herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pergala netawa demokratîk de êdî dikarin gelek têgehên civakî bişkînin û di her qadê de rola xwe ya pêşengtiyê bileyîzin.

Vekirina gelek kargehên pîşesazî û xurekan li kantona Reqayê derfetên kar ji jinan re dide avakirin. Yek ji wan kargehan jî kargeha El Mellah e ku beriya salekê hate avakirin. Ev kargeh jî taybet bi çêkirina rişteyan e. Li kargehê 10 jin kar dikin. Kedkarên jin ên kargeha El Mellah der barê karên xwe de ji ajansa me re axivîn.

Fatma Qasim yek ji wan kedkaran e û  ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê beriya 10 salan ji Iraqê koçber bûye û got: "Ji bo alîkariya hevjînê xwe  bikim ez tevlî kar bûm. Hevjînê min di bazara sebzeyan de kar dike û ji ber pereyên distîne têra mala me nake min biryar da kar bikim. Di dawiya sala 2014’an de Iraq di rewşeke wiha re derbas bû ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gelek hereman kir. Gelek kiryarên hovane pêk anîn. Ji ber li herema me ewlehî tune bû û aramî nema em di encamê de koçberî Sûriyeyê bûn û me berê xwe da bajarê Reqayê."

Pêvajoyên çêkirina rişteyan

Fatma Qasim der barê çawaniya çêkirina rişteyan de wiha got: "Çêkirina wê di çend pêvajoyan re derbas dibe. Destpêkê made di alaveke taybet de tevlihev dibin paşê derbasî alava meşê dibin ji bo bikeve kîsên taybet û di dawî de jî pêvajoya pêçanê û xistina sindoqên taybet destpê dike. Her jinek ji me karek wê taybet heye. Komek kîsên rişteyan qut dikin û komek din jî dipêçin. Ez jî rişteyan dixim kîsên taybet."

‘Netewa Demokratîk rola jinan di civakê de xurt kir’

Fatma Qasim di berdevamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên kar jî kir û got ku ji ber  seatên dirêj li ser lingan disekine di pişta wê de dîsk derketiye û anî ziman ku tevî ew seatên dirêj kar dikin lê heqdestê wan kêm e. Fatma Qasim wiha gotinên xwe bi dawî kirg: "Divê kargehên din jî vebin ji bo derfeta kar ji jinan re peyda bibe. Ji ber jin herî zêde ji şer zirarê dibînin. Herêma Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê jî herêma herî bi ewle ye. Pergala Netewa Demokratîk jî rola jinan di civakê de xurt kir."

‘Jin dikarin di hemû karan de cih bigirin’

Tesnîm El-Hemed ku ew bi xwîşka xwe re kar dike got ku ji ber temenê bavê wê mezin e û di malê de ji derveyî wan kes tune kar bike ev jî neçar mane debara malbata xwe bikin û wiha anî ser ziman: “Ji ber birayên me tune ne û bavê min temenê wî mezin e erka min û xwîşka min ew e em malbatê xwedî bikin û debara xwe bikin. Karê min ez li ber weznê rişteyan dipivîm û paşê dixim kîsên taybet."

Tesnîm El-Hemed wiha bi dawî kir: "Bi sedema fikrê şaş ên mêrsalar jin bi salên dirêj paşguhkirî man. Civakê nedihişt ne kar bikin û ne jî fêr bibin. Îro em dibînin jin dikarin di her warî de cih bigrin. Divê hemû jin vê derfetê bikar bînin û ji bo pêş bikeve xwe di nava civakê de îsbat bikin."