15 sal in ji bo bibin xwedî aboriya xwe ya xweser kar dikin

Kerîme Xelîl a ji bajarê Qamişlo 15 sal in di warê çêkirina mûnet de dixebite, hejmarek ji jinên ku rewşa wan taybet e beşdarî projeya xwe ya xweser kirine. Kerîme Xelîl dibêje: “Hevkariya jinan xweş e û xweseriya me çêdike.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Kerîme Xelîl a ji bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, 15 sal in di warê çêkirina mûnetên zivistanê de dixebite. Kerîme xwest ku projeya xwe mezin bike û bibe destek ji jinên derdora xwe re loma wê hejmarek ji jinan beşdarî projeya xwe kir. Kerîme Xelîl li ser projeya xwe axivî.

Kerîme Xelîl li ser mûnetên ku di mala xwe de çêdike dibêje: “Ez her mûnet ango xwarinên ku ji bo zivistanê tên amadekirin çêdikim mîna ava bacanên sor û îsotan, sebzeyên hişkkirî û rêçalan çêdikim. Ez ji mala xwe projeya xwe didim meşandin. Gelek hewl didim berhemên min di rewşa xwe ya herî baş de bin da ku di demeke kurt de xera nebin. Ji ber ku mûnet divê demek dirêj bimîne.”

Hevkariya jinan ji bo avakirina aboriya xwe ya xweser

Kerîme Xelîl da zanîn ku di projeyê de 10 jin dixebitin û wiha domand: “Ev jinên em bi hev re kar dikin jinên ku hevberdanê kirine an jî hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane ye. Gelek ji wan xwedî zarokên biçûk in. Min hemû li mala xwe kom kirin û em bi hev re dixebitin ji sibehê heya ku roj diçe ava. Em gelek kêfxweş in bi vê projeyê. Ji bo destên xwe li pêşiya kesê venekin û bibin xwedî aboriya xwe serbixwe. Rewşa aborî gelek zehmet bûye. Pêwîst e mirov kar bike û berhem bide. Em bi vê projeyê xweseriya xwe ava dikin weke jin, em hemû sûdê jê digrin. Ev çar sal in em di koma “Xewnên biçûk” de cih digrin. Komeke taybet a jinên xwedî jêhatî û berhem e. Di nava çar salan de em beşdarî 9 festîvalan bûn. Ew dibin alîkar bi me re. Bi taybetî di firotina berhemên me de. Ev rihê hevkariyê gelek xweş e.”

Dixwaze projeyê berfirehtir bike

Kerîme Xelîl diyar kir ku ketina bihayê diravê Sûriyeyê li hemberî dolar bandorê li ser xebata wan çêdike, di heman demê de westandina xebata ku dikin heye lê ew ji berdewam dike û wiha bi dawî kir: “Bi rastî her sal ez difikirim ku projeyê bidim sekinandin lê dema ez wan jinan difikirim, gav paşve davêjim. Ji ber ku ez dibêjim divê xwe ji pişta wan nekişînim ji ber ne tenê ez sûdê digrim. Bêguman ew jî bi min re digrin.”

Kerîme Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ku hêviya wê heye projeya xwe mezintir bike lê di dema niha de derfetên wê tune ne.