Li ber Gola Zerîbarê bi dezgehek biçûk debara malbata xwe dike

Şarîfa Haddadî ya Merîwanî, 15 sal in bi dezgeha ku li ber Gola Zerîbarê vekiriye debara malbata xwe dike. Şarîfa, balê dikşîne ku girîng e mirov bikaribe li ser lingên xwe bisekine û diyar dike ku divê mirov her dem bi zehmetiyan re têbikoşe, xwe bernede

ROJÎN SALIH

Merîwan- Gola Zerîbarê ya li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye, ligel xweşikbûna xwe ya xwezayî, ji bo gelek kesan çavkaniya debarê ye. Li derdora golê gelek jinên dikandar ên ku berhemên xwe difroşin turîstan hene. Di nava vê xweşikbûna xwezayê de jinên ku ji bo debara xwe dixebitin, xwedî ewlehiyê nîn in û her dem bi tirsa mirinê dixebitin.

Yek ji wan jinan Şarîfa Haddadî ya Merîwanî ye. Şarîfa piştî ku ji hevjînê xwe veqetiyaye barê xwedîkirina herdu zarokên xwe girtiye ser milên xwe. 15 sal in li derdora golê dezgeh vekiriye bi gotinên; “Ez naxwazim muhtacê tu kesê bim, behsa têkoşîna ku ji bo li ser lingên xwe bisekine dimeşîne kir.

‘Ez ji hevjînê xwe veqetiyam niha li ser lingên xwe disekinim’

Şarîfa Haddadî got ku şaredarî destûr nade li derdora golê dezgehê vekin, personelên şaredariyê bi şev tên eşyayên me berhev dikin û wiha domand: “Mesrefa zarokên xwe û kirêya malê bi keda xwe derdixim. Dema ku kar hebe, em bi şev heta saetên dereng dimînin, hinek rojan jî bêyî qezenc em vedigerin malên xwe. Heta niha pirsgirêkek cidî min nejiyaye. Dema ku ez û hevjînê xwe bi hev re bûn qet bi min re tiştek nedikir, tu berpirsyariyê nedigirt ser xwe. Her dem an li gund bû, yan jî li bajarekî din. Zarok li dijî vê rewşê derketin û ji min xwestin ez tiştek hilbijêrim. Ez ji hevjînê xwe veqetiyam û niha bi zarokên xwe re dijîm.”

‘Civak mafên jinan napejirîne’

Şarîfa Haddadî, diyar kir ku hem berpirsyariya dayiktiyê, hem jî xebat zor û zehmet e ji civakê piştgiriyê nabînin û wiha bi dawî kir: “Civak mafên jinan nas nake û napejirîne. Em jin jî ji bo muhtacê kesên din nebin, ji bo debara xwe divê bixebitin.”