Krîza aborî bandorê li amadekariyên zivistanê jî kir

Jinên ku bi sebzeyên ji bo zivistanê hişk dikin debara xwe dikin, gotin ku ji ber krîza aborî weke berê nikarin sebzeyan bikirin loma qezenca wan jî kêm bûye. Jinan diyar kir ku ew niha tenê ji bo zikê xwe têr bikin dixebitin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di van salên krîza aborî her diçe kûr dibe de, berhemên xwediyên baxçeyan di destên wan de dimînin û weke berê kes nikare ji bazarê sebzeyan bikire. Ji krîza aborî ya ku bandorek mezin li xwediyên berhem û kesên dikirin kiriye, jinên karker zêdetir bi bandor bûne. Li gorî berê amadekariyên zivistanê kêmtir bûne. Jinên ku hewl didan bi torbeyan îsot û bacanên reş hişk bikin û bifroşin, niha tenê dikarin nan bibin malên xwe.

Her sal berbi dawiya meha Tebaxê ve, jin beriya ku hewa bicemide, sebzeyan hişk dikin, bi bacan, îsot û bacanên reş ên ku dikirin dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Her sal jin divê werzê de dest bi kar dikin, baxçe, balkon û serbanên xwe bi sebzeyên hişkbûyî dixemilînin. Hinek ji bo têra malbata xwe vî karî dikin, hinek jin jî zêdetir çêdikin ji bo ku bifroşin û qezancê bi dest dixin.

Neçar in bixebitin

Jinan diyar kir ku zebzeyên berê bi torbeyan dianîn, di van salên dawî de kêm tînin û bertek nîşanî zema ku her dem tê kirin dan. Jinan anîn ziman ku beramberî keda xwe ya li ber agir û zehmetiya ku di kirîn, amadekirin û ji bo hişkbûnê de dikşînin nagirin. Jina bi navê Bîrsen Sonmez û Hava Tutar ku li taxa şehîdlika Amedê dijîn, alîkariya hev dikin bi hev re sebzeyan dişûn û bi ta ve dikin û didin ber tavê, diyar kirin ku ji bo zikê xwe têr bikin vî karî dikin û neçar in bixebitin.

Bîrsen Sonmez da zanîn ku hem ji bo firotinênê, hem jî ji bo zarokên xwe sebzeyan hişk dike û bal kişand ser bêkariya di demên dawî de. Bîrsen Sonmez destnîşan kir ku ji ber zema ku her dem zêde dibe nikarin debara xwe bikin û kar nabînin, anî ziman ji ber vê herî dawî dest bi karê hişkirinê kirine.

‘Ger em vî karî nekin em ê birçî bimînin’

Bîrsen Sonmez da zanîn ku krîza aborî bandorê li wan jî kiriye û wiha got: “Bi saetan em li vê derê dixebitin. Li tu cihan kar nîn e. Çi kar hebe em ê bikin lê belê em êdî tu karî nabînin. Jiyan gelek zehmet bûye her tişt biha ye em dahata xwe pêk naynin. Ji ber em dahata xwe pêk naynin ne em dikarin nan bibin malê û ne em dikarin zarokên xwe xwedî bikin. Karkirin û qezenckirina pere ne şerm e. Divê hemû jin ji bo xwe bixebitin. Em li vê derê bi saetan dixebitin. Hinek caran ez alîkariya jinan dikim, hinek caran jî jin alîkariya min dikin. Em bi hev re van berheman amade dikin û bi hev re difroşin. Ger em vî karî jî nekin em ê birçî bimînin.”

‘Bihayê berheman li gorî gelek zêde ye’

Bîrsen Sonmez di berdewamiya axaftina xwe de zehmetiyên ku dikşîne wiha anî ziman: “Niha hem bazar, hem jî xwarin biha bûye, berê em baş dikaribûn sebzeyan bigrin lê belê sebzeyên ku me berê bi 5 lîreyan digirt niha em dikarin bi 15 lîreyan bikirin. Jiyan gelek zehmet e, niha dema tu biçî cihekî tuyê destvala vegerî, tu nikarî tiştek bikirî, bila kes vê înkar neke. Niha tevahî rojê em ked didin lê belê mirov sebzeyên hişkirî biha dibînin, ew pereyê ku em digrin jî jixwe têra tiştek nake. Em gelek diwestin lê belê em beramberî keda xwe nagirin.” 

‘Ji bo em birçî neçin malê neçar in vî karî bikin’

Hava Tutar diyar kir ku 3 sal in bi zebzeyên ku hişk dike dahata xwe dike û tevî zemetiyên ku dikşînin jî beramberî keda destên xwe nagirin û wiha got: “Em xizan in, em neçar in vî karî bikin. Ev kar bûye pîşeya me. Bi pereyê ku niha em jî vî karî qezenc dikin tenê dikarin nan bibin mala xwe. Yek ji me dolmeyan vedike û yek ji me jî li ser agir îsotan çêdike. Em bi hev re vî karî dikin. Hinek caran em difroşin hinek caran jî firotin nabe. 3 tl yên ku em zêde digrin jî têra tiştekê nake. Her roj em birçî diçin malê. Hinek caran em dikarin nan bibin, hinek caran nabin. Ji bo ez bikaribim nan bibim ji zarokên xwe re vî karî dikim. Ger çareyek din hebûya min vî karî nedikir.”