Jin bi pêşangehan berhemên xwe didin nasîn

Leyla Sofî ku bi berhemên xwe yên karê dest beşdarî pêşangehê bûye diyarkir ku dema jinek di aliyê aborî de serbixwe dibe di fikir dejî serbixwe dibe û divê hemû kes bibe xwedî aboriya serbixwe.

ŞIYA KOYE

Koye- Li navçeya Koye ya girêdayî Hewlêrê rêxistina Oskar ji bo piştevaniya jinan bike û jin bikarin berhemên xwe yên dest bide nasandin her tim ji bo jinan geştan organîze dike û pêşangehan vedike. Vê carê jî li parka Fetah Resul pêşangehek vekir û nêzî 20 jinan ji bo nasandina berhemên xwe yên dest û xwarinên Kurdewarî beşdarî pêşangehê bûn. Ev pêşangehan ji bo nasandina çanda Kurdî giring in.

Leyla Sofî ku beşdarî pêşangehê bûye der barê karê xwe de wiha got: “Ez bi karê seramîk beşdar bûm û destpêkê sipasiya rêxistina Oskar dikim ji bo vekirina vê pêşangehê ji ber ev derfet da me ku em bikarin hunerê destê xwe nîşan bidin. Berhemên min ji hemû cûrên mum û guldan û peykeran pêktê. Min hewl daye karê min girêdayî jinan be. Yek ji karê min peykerên jinên azad û ji bo mafê xwe têdikoşin e. Ji ber hertim jin beşdarî şoreşan dibin.”

‘Divê jin kêrhatiyên xwe nîşan bide’

Leyla Sofî diyarkir ku bi xwe beşa seramîkê temam kiriye û wiha got: “Rojane ez hewl didim karek hunerî yê nû bikim û bi vî karî ez bi daxwaza xwe çêdikim. Ya giring ewe ku kesek baş ji vê hunerê têbigihê ye. Ez di wê hêviyê deme jin bê tirs bikarin kêrhatiyên xwe di her alî de nîşan bidin. Ji ber kêrhatiyên me wisa dike ku em di aliyê aborî de serbixwe bibin. Dema ku em di aliyê aborî de serbixwe bûn, emê di aliyê fikir de jî serbixwe bibin. Ji ber wê divê jin kêrhatiyên xwe nîşan bidin”