Leyla Saroxan: Armanc bi qutkirina avê zêdekirina xizaniyê ye

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê Leyla Saroxan a got “Armanca me pêşxistina çandiniyê û xurtkirina aboriya komînal e” teqez kir ku dagirkerî û planên qutkirina avê, bandorek neyînî li ser çandiniyê û cotkaran dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di Sûriyeyê de du beşên sereke ji bo pêşxistina aboriyê hene. Yek jê neft e ya din jî çandinî ye. Rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî ber bi metirsiyê ve diçe ji ber qutkirina avê. Rewşa neftê jî ji ber ku dewleta Tirk bi êrişên li ser binsaziya herêmê, gelek bîrên betrolê hedef girt nebaş e. Têkildarî vê mijarê hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê Leyla Saroxan nirxandin kir.

Hedefgirtina navendên xizmetê

Leyla Saroxan diyar kir ku armanc bi hedefgirtina beşên sereke yên aboriya herêmê, belavkirina xizaniyê ye û wiha got: “Di destpêka 2023 û 2024’an de êrişên dijwar li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Armanc bi van êrişan koçberkirina gel, guhertina demgorafiyê û belavkirina xizaniyê bû. Hemû cih, kargeh û navendên xizmetê hatin hedefgirtin û rûxandin. Her wiha ji destpêka krîza Sûriyeyê ve heya roja îro dewleta Tirk a dagirker avê li ser herêmê qut kiriye. Ev ava ku qut dike ji para Sûriyeyê ye loma bandoreke neyînî li ser aboriya herêmê kir.”

‘Avakirina pergaleke civakî û aborî esas e’

Leyla Saroxan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di hefteya derbasbûyî de me civîna xwe ya du salan li dar xist. Bi armanca ku em weke Desteya Çandinî û Avdaniyê bikaribin bibin bersiv ji vê qonaxa ku herêma me tê de derbas dibe. Her wiha ji bo em bikaribin bibin alîkar bi cotkaran re. Tişta balkêş di vê civînê de ew bû ku me hejmarek baş ji cotkaran tevli kiribû da ku em zehmetî û daxwazên wan rasterast bizanibin û bi wan re bibin alîkar. Me xwest em bi hev re xetek stratejîk ji bo avakirina pergeleke civakî û aboriya xwe bi pêş bixin û her kes xwedî li keda hev derkeve.”

‘Armanca me ew e ku em herêmê ji krîza aborî biparêzin’

Leyla Saroxan bal kişand ser encamên ku di civîna du salan de hat bidestxistin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelek biryar hatin girtin di civînê de hemû jî dikevin xizmeta cotkaran û alîkariya wan dike, ji bo pêşxistina xebatên çandiniyê. Ji ber ku dem hatiye cotkar pembû biçînin. Divê xebatên çandina daran li tevahî herêmên me hebe. Cotkarên ku erdên wan şewitîne em ê bi wan re bibin alîkar û piştgiriyê ji bo tevahî berhemên wan ên çandiniyê bidin. Em weke Desteya Çandinî û Avdaniyê ji bo alîkariya cotkaran û pêşxistina beşa çandiniyê kar û xebatan bidin meşandin da ku em bikaribin herêma xwe ji krîza aborî xelas bikin. Ji ber ku her kes dizane li ser me êrîş hene, herêma me dorpêçkirî ye. Lewma me jî destên xwe daye destên cotkaran û em bi hev re kar û xebatê dikin.”