Ji bo berhemên Mala El-Mûne eleqeyeke zêde heye

Komîteya aborî ya girêdayî Meclisa jinan a Zenûbiya di pêvajoyek ku herem bi krîza aborî rû bi rû ye ji bo jinan derfetê kar ava dike daku jin bikaribin derbara xwe bikin û aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin.

YUSRA EL-EHMED

Tebqa- Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Kombûna jinan a Zenûbiyayê ya kantona Tebqayê-herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di sala 2017’an de hat avakirin ji bo jinên li heremên rizgarkirî aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin û debara xwe bikin gelek proje û xebat didin meşandin.

Mala El Mûne yek ji girêdayî projeya Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Kombûna jinan a Zenûbiyayê ye. Gelek jin di her demsalê de di mala Mala El Mûne de kar dikin û cureyên cuda ji qût amade dikin. Di demsala havînê de hişkirina bacanên reş û xirtikan e her wiha hişkirina giyayê milûxiyê ye ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî tê xwarin û navdar e. Her wiha ava bacanan û mihemere, cureyên şêraniya fêkiyan tên çêkirin. Di demsala zivistanê de jî mast, penêr, lebnê û hwd tên çêkirin.

Karkerên jin ên di Mala El Mûne de kar dikin teqez kirin ku ew gelek cureyên qûtê salê ji bo demsala zivistanê û havînê çêdikin ji bo ku serxwebûna xwe pêk bînin û alîkariya jinên di aliyên cuda de kar dikin bikin.

‘Jinan qeydên civakê şikandin’

Berdevka Komîteya Aborî ya Meclisa Jinên Zenûbiya a kantona Tebqayê Xaliye Mihemed got: "Komîteya Aborî ji dema damezrandina xwe ve kar li ser projeyên cuda de dike. Yek ji wan projeyan jî projeya Mala El Mûne ye ji ber karê lê tê kirin ji hemû jinan re guncaw e. Heta ji me tê em hewil didin alîkariyê pêşkêş bikin û heqê kirînê hêsan bikin ji ber hin jin hene nikarin heqê xwarinê yekser bidin ji ber wê em sîstema qestan bikar tînin. Ketina jinan nav projeyên komîteya aboriya jin wek parastin em dikarin bigrin dest. Bi riya wê jinan serxwebûna xwe ya aborî bidest xistin. Her dem jin rûbirûyî zehmetiyan ji aliyê civakê ve dihatin bi taybet piştî kontrolkirina DAIŞ’ê li ser bajêr. Gelekî kêm jinên karker dihatin dîtin lê belê îro jin di hemû waran de cih digrin û hemû qeydên civakê şikandine."

‘Piştî şoreşê jinan gelek destkeftî bidestxistin’

Xaliya Mihemed wiha berdevam ki: "Ji dema şoreşa Rojava destpêkiriye jinan roleke girîng bidest xistine. Aborî jî yek ji girîngtirîn stûnên avakirina civakê ne ji ber wê erkê her jinekê ye roleke sereke di avakirin û pêşxistina civakê de bilîzin. Hîn proje hene tên nîqaşkirin weke projeya çêkirina şêranî û cureyên kulîceyan û pirojeya xwedîkirina sewalan.”

Piştî vekirina pirojeya mala qûtê salê yekser tevlî bû

Yek ji karkerên Mala El Mûne Oş Mihemed El-Ehmed got: "Piştî komîteya aborî projeya Mala El Mûne avakir ez yekser tevlî bûm ji bo debara mala xwe bikim. Karê min di çêkirina qûtê salê de nehat guhertin ji bo min ne tiştekî nû ye. Ez her sal kar li ser çêkirina qûtê salê ya li mala xwe dikim. Di her werzekî de mewsimek taybet a çêkirina qût heye. Di demsala havînê de em qûtê havînê çêdikin mîna berhevkirina milûxiye û hişkirina wê, çêkirina ava bacanan û îsotan her wiha hemû cureyên şêraniyê. Di demsala zivistanê de jî em mast û penêr lebnê û meqdûs çêdikin.”

‘Divê jin tevlî hemû aliyên jiyanê bibin’

Oş Mihemed El-Ehmed got der barê girîngiya projeyên qûtê salê di herêmê de bi wan gotinan anî ser ziman: "Qûtê salê li heremê yek ji xwarinên sereke ye, ji ber wê gelek daxwaz ji aliyê xelkê û jinan ji me re tên. Li aliyekî jî em qûtên çêdikin li bazaran jî difroşin. Xelkên herêmê ji mûneta malan zêdetir hez dikin ji ber ji yên amade cudatir in. Mûneta li malê tê çêkirin paqij e û tama wê nû ye madeyên kîmyewî jî di nav xwe de nahewîne.”

Oş Mihemed El-Ehmed hinekî behsa qonaxên çêkirina qûtê salê kir û wiha got: Her madeyek bi rengekî cuda tê çêkirin. Çêkirina ava bacanan di hin qonaxan re derbas dibe, destpêkê em bacanan hûr dikin û li ser agir dihêlin heta dibe weke avê paşê em li ser ban di bin tava rojê de radixin heta zuha dibe. Piştre ji bo em wê biparêzin em dixin qetremîzên qizêz.

Oş Mihemed El-Ehmed di dawiyê de teqez kir ku ji bo nerîna şaş a civakê li ser jinan were rakirin divê jin di hemû aliyên jiyanê de beşdar bibin û di hemû karan de cihê xwe bigrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Vekirina van projeyan dê derfetên kar ji jinan re ava bike û veke berhemdayîna xwecihî li herêmê pêş bikeve."