Pirsgirêkên medya û jinan: Di nava gotinên rakêşî û şikandina qalibên darazê de

Li gel zêdebûna rola medyayê di şekildayîna civakê de, bingehê gotinên medyayê û di mijara bandorên ser pirsgirêkên jinan, nîqaş zêde kir. Gotinên tundiyê rewa dike, li aliyê din nêzîkatiyek ku hewl dide mafê jinan û zoriyên ku rastî tê bi teyîsîne.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Du rojnamevanên Tûnisê Manal Beltayea û Olfa Khasousi, rola avakirina hişyariya civakê di medyayê de bi du nêrînên cûda nirxandin. Ya yekem, lêkolînkirina rola berfireh a têkiliya di nava darazên qalib û pirsgirêkên jinan de, ya duyem jî balê dikşîne ser metirsiya gotinên medayê yê kişkandina tiştên li Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê hatî jiyîn de.

Rola medyayê di pirsgirêkên jinan û darazên qalib de

Rojnamevana Tûnisî Menal Beltayea, bal kişand ser rola berfireh a di şekildayîna hişyariya civakê di mijara pirsgirêkên jinan di medyayê de wiha got: “Medya di aliyê tayîsandina pirsgirêkên ku jin rastî tên û bal kişandina van mijaran de rolek girîng dilîze. Jin dibe ku bi xebite an jî jina malan be, di herdu rewşan de rastî zoriyên cûda tên. Jinên dixebitin, di qadên ku xebat didin meşandin de rastî zoriyên cûr be cûr tên. Ji ber vê, medya di rojevkirina pirsgirêkên ku jin di jiyana rojane lê rast tên, rolek navend dilîze. Medya di bihêzkirina hebûna jinan di civakê de, di pêkanîna bikaranîna azadiyê û beşdariya aktîv a jiyana civakê dikare sûd bide.”

‘Medya hinek caran berovajî rol dilîze’

Menal Beltayea da zanîn ku divê pirsgirêkên ku jin lê rast tên, bala civakê bikşîne û bal kişand ser girîngiya rêyên çareseriyê van pirsgirêkan bi rêya nîqaşkirina bi pisporên di qadên cûda de û got: “Ev di zêdekirina hişyariya civakê, di mijara pirsgirêkên jinan de, di başkirina rewşa jinan de dikare sûdek mezin bide. Medya xwedî erkê ku pirsgirêkên ku jin di qadên cûda de dijîn, pirek di nava civakê de ye. Civak hinek caran ne di ferqa van pirsgirêkan de ye, an jî wan di nava destpêkên xwe de nabînin. Medya hinek caran berovajî rol dilîze. Medya gelek deman bi zanabûn an jî bê zanebûn, bi armanca balkişandin û avakirina sansasyonan de hinek darazên qalib ên derbarê jinan de asê dike. Ev darazên qalib li gorî civakan tê guhertin û bandorek neyînî li rol û cihê jinê dike.”

‘Divê medya jinên serkeftî nîşan bidin’

Menal Beltayea îfade kir ku divê medya mînakên jinên di qadên cûda de serkeftine biteyîsîne û wiha got: “Di hinek civakan de pîşeyên diyar her çend wek yê mêr were fikirîn jî, di gelek qadan de jinên serkeftî hene. Divê medya van mînakan derbixin pêş û nîşan bidin ku jin di her qadan de avakar û serkeftî ne.”

‘Jin rastî zextên civakê tên’

Menal Beltayea bal kişand ser zoriyên ku jinên rojnemevan ku li ser pirsgirêkên jinan dixebitin rastî tên û got: “Yek ji zoriyan, hinek deman jin çavkanî ji xwe digrin û ev jî xwe dispêre awayên fikir yê civakê ferz kiriye. Gelek jin anîna ziman a pirsgirêkên di mijarên hesas ên wek tundî û cûdakarî de zorî dikşînin. Hinek jin êşên dijîn, naynin ziman. Ji ber ku ji bertekên civakê ditirsin. Ji ber vê hinek caran îqnakirina wan a axaftina ji medyayê re zor dibe. Jinên di jiyana kar de serkeftî, di mijara vegotina çîroka xwe a serkeftinê de rastî zextê civakê tên.”

‘Divê jin wek rêgeza aktîv di civakê de wek mêran her tim bên rojevkirin’

Menal Beltayea têkildarî gavên pratîk ên medyayê ji bo destekdayîna îmaja jinan biavêjin û got: “Divê pirsgirêkên jinan tenê di rojên diyar de, mînak di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, nekin rojev. Divê jin wek rêgeza aktîv di civakê de wek mêran her tim bên rojevkirin. Medya dema pirsgirêkên jinan bi vî awayî bigre dest, wê di kêmkirina darazên qalib ên derbarê jinan de bi sûd be û jin hem di medya û hem jî di civakê de wê hebûna wê bi bandor be.”

Medyaya kişkandin û rewakirina tundiyê

Rojnamevan Tûnisî Olfa Khasousî awayê medyaya Ereb di destgirtina tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî qewimîn û bi taybetî mijarên derbarê jinan de nirxandin kir û got: “Saziyên medyayê planên wan li gorî siyasî tê guhertin, bi gelemperî nêzîkatiyek bijarte û daxistinê dihilgire. Gelek deman mijar ne bi aliyê civakî û mirovî, di çarçoveya teng a siyasî û leşkerî de tê destgirtin.”

‘Medya Ereb rola jinan paşguh dike’

Olfa Khasousî anî ziman ku saziyên medyayê yên Ereb pirsgirêkên jinên li Rojava, wek ceribandinek siyasî ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk pêşkêş dikin û bi piranî di aliyê tevlîheviya siyasî û pevçûnan de nêzî mijarê dibin. Ev rewş rê li ber paşguhkirina kûr a veguherînên civakî li herêmê vedike û got: “Îmaja jinan di diyarkirina sernavên leşkerî û analîzên jeopolîtîk de dimînin, rolên rojane yên jinan ên rêveberiya sivîl, perwerde, pevçûn û rêxistinkirina civakê de di planên paş de dimînin.”

Tundî gelek deman ne wek binpêkirina mafên mirovan e

Olfa Khasousî bal kişand ser gotinên medyayê yên ku tundiya dijî jinan rewa dikin û hinek taybetmendiyên dûbare dibe û wiha pê de çû: “Tundî gelek deman ne wek binpêkirina mafên mirovan, wek ‘encamên xwezayî’ yên tercîhên siyasî û leşkerî tê pêşkêşkirin. Rêgezek din jî xirabkirina mexdûr e û siyasîkirina zayendê ye. Di vê rewşê de jin, ne kesek ku rastî êrîşê hatine, wek aktorên îdeolojîk ku rojevên ‘biyanî’ û derve û siyasiya diyar nîşan didin.”

‘Hinek medya di naverokên xwe de zimanek tuj bikar tînin’

Olfa Khasousî destnîşan kir ku hinek medya di naverokên xwe de zimanek ne xweş bikar tînin û tiştên ku jinên li Rojava jiyan kirine, wek ‘bedêla xwezayî yê pevçûnan’ pêşkêş kirine û got: “Ev gotin bi eşkere tundiyê ne parêze jî, atmosferek ku wê rewa bike ava dike. Hedefgirtina jinan ji aliyê hinek medyayan ve, wan ji cihê ceribandinên civakî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cûda nake. Ji ber ji roja Rêveberiya Xweser derketî holê, heta niha beşdariya jinan bûye stûna bingehîn a vê projeyê. Sûcên ku li dijî jinan tê kirin bi rêya medyayê rewakirin tê wateya hevkariya rasterast. Pêwîstiya lezgîn bi gotinên medyayek hevseng ku rêzê li maf û rûmeta jinan bigre, rexneyên siyasî û mafên jinan ji hev cûda bike heye.”