Hiqûqnasa Mexribî: Reformên qanûnî bandorek tam li ser jiyana jinan nakin
Hiqûqnasa Mexribî Ibtîsam Tabat da zanîn ku tevî reformên girîng ên qanûnî yên ku Mexribê di 10 salên dawî de şahidî kiriye, hê jî di navbera metnên yasadanînê û pêkanîna wan a rastîn de valahiyek heye.
HENAN HERÊT
Mexrib – Roja Jinên Kedkarên Cîhanê derfetek e ji bo ji nû ve nirxandina pirsgirêkên bingehîn ên li ser bandora reformên yasayî li ser şert û mercên jiyana jinan. Her wiha ji bo ji nû ve nîqaşkirina li ser pêwistiya derbasbûna ji teoriyê ber bi pratîkê ve, ji qanûndanînê ji bo polîtîkayên giştî yên bi bandor ên wekheviya rastîn digrin bin temînatê.
‘Divê rewşa jinan tenê bi reformên qanûnî neyê sînordarkirin’
Çalakvana mafên mirovan û endama Komeleya Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê, Ibtîsam Tabat bawer dike ku nîqaşa li ser rewşa jinan li Mexribê divê ne tenê bi reformên qanûnî yên di salên dawî de hatine bidestxistin ve sînordar be. Got ku divê bi nirxandina bandora van reforman li ser jiyana rojane ya jinan jî be û got: “Tevî destkeftiyên di asta yasadanînê de hatine bidestxistin jî hejmarek daxwazên têkildarî baştirkirina şert û mercên jinan hê jî nehatine çareserkirin. Bi taybetî yên têkildarî dadmendiya mûçeyan, mafên civakî û misogerkirina derfetên wekhev di warên curbecur de.”
‘Pirsgirêka jinan nikare ji pirsgirêkên din cuda were çareserkirin’
Ibtîsam Tabat şîrove kir ku di asta metnên qanûnî de pêşketineke girîng çêbûye lê hê jî di navbera tiştên ku qanûn destnîşan dikin û tiştên civak dijî de valahî heye û wiha axaftian xwe berdewam kir: “Nîşane û îstatîstîk, tevî yên fermî berdewamiya pirsgirêkên rastîn ên ku jin pê re rûbirû dimînin e. Hejmar her gav asta tevahî ya pirsgirêkên ku jin di jiyana xwe ya rojane de pê re rûbirû dimînin nîşan nadin. Pirsgirêka jinan nikare ji pirsgirêkên din ên civakî cuda were çareserkirin. Ji ber ku têkoşîna ji bo mafên jinan bi têkoşîna berfirehtir a ji bo edalet, rûmet û wekheviyê ve girêdayî ye.”
‘Pirsgirêkên jinan di dilê pêşîniyên tevgera jinan de dimînin’
Ibtîsam Tabat got ku aktorên di warên sendîka, mafên mirovan û siyasî de li dora nirxên hevpar dicivin. Da zanîn ku pirsgirêka jinan beşek girîng a projeyeke civakî ya hewl dide bêtir wekheviyê bi dest bixe ye û got: “Ji ber ku pirsgirêkên jinan di dilê pêşîniyên tevgera jinan de dimînin. Berdewamiya gelek awayên cudakariyê, paşguhkirin, tundî û temsîliyetên neyînî ku hê jî di gotûbêjên civakî yên rojane de hene.”
‘Divê hişmendiya civakî bê bilindkirin’
Ibtîsam Tabat banga bilindkirina hişmendiya civakî li ser rewş û rola jinan kir û tekez kir ku têkiliya di navbera jin û mêran de divê li ser bingeha hevkariyê di avakirina civakê de be, ne li ser bingeha mantiqa pêşbaziyê yan jî dûrxistinê û wiha pê da çû: “Girîngiya xurtkirina hevrêziyê di navbera aktorên cuda de, ji rêxistinên jinan bigre heya rêxistinên mafên mirovan, ligel berfirehkirina xebata meydanî da ku jinên li herêmên cuda, taybetî li gund û deverên çiyayî ku jin bi du dijwariyan re rû bi rû ne, di nav xwe de bigre.”
’Bidestxistina edaleta mekanîkî şertek bingehîn e’
Ibtîsam Tabat di dawiyê de bi gotina ‘bidestxistina edaleta mekanîkî yek ji şertên bingehîn e ji bo baştirkirina rewşa jinan’ destnîşan kir ku ger jin bikaribin di şert û mercên baş de li herêmên cuda yên welat bijîn gaveke girîng ber bi avakirina civakek wekhevtir û dadwertir ve temsîl dike.