Sema Bekdaş: Em ê li dijî metirsiyan destkeftiyên xwe biparêzin

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş, diyar kir ku destkeftiyên şoreşa jinan bi hevgirtinê misoger dibin û got ku doza jinan yek e divê deng û daxwazên wan jî yek bin.

ESMA MIHEMED

Qamişlo – Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) Sema Bekdaş, diyar kir ku destkeftiyên dîrokî yên jinan li Rojava bi gelek astengiyên siyasî, qanûnî û leşkerî re rûbirû ne. Sema Başdaş da zanîn ku ji bo parastina wan destkeftiyan pêwistî bi hewldanên berdewam heye û divê ev maf di destûra ku bê amadekirin de bikevin bin temînatê.

Guherînên siyasî, civakî û leşkerî li Sûriye û herêmê, maf û destkeftiyên jinan bûne mijarên sereke yên di civakê de dihatin nîqaşkirin. Ne tenê ji ber şer û pevçûnên çekdarî her wiha ji ber guhertinên qanûnan û peymanên siyasî jî fikar zêde dibin lewre dibe ku li ser mafên jinan bandorê çêbikin. Ev qonax pir hestiyar û girîng e; ji ber ku her paşveçûn an jî kêmbûna parastina destkeftiyên jinan dê jinan bi metirsiyeke mezin re rûbirû bihêle û mafên ku bi salan bi ked, tekoşîn û berxwedanê hatine bidestxistin têk bibe.

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş ji ajansa me re li ser xeterên ku dibe jinên Sûriyeyê di pêşerojê de bi wan re rûbirû bimînin de axivî destnîşan kir ku astengî tenê ne şer û pevçûn in her wiha guhertinên qanûnî û siyaseta heyî ye. Ji ber vê yekê tekoşîna siyasî, dîplomatîk û qanûnî pêdivîyek lezgîn e ji bo parastina destkeftiyên jinan û domandina wan.

Sema Bekdaş bal kişand ser êş û azarên jinan li Sûriye û herêmên Rojhilata Navîn û got: “Ev azar encama têkiliya du faktorên sereke ye, qanûnên bê edalet û şerên domdar. Li Rojhilata Navîn ji dîrokê ve heta niha neheqiyek li dijî jinan hatiye kirin lê li hinek welatan ev neheqî ji ber qanûnên heyî zêdetir dibe. Mînak, qanûnên rewşa kesane li Sûriye û Iraqê mêran ji jinan zêdetir derdixin pêş, mafên jinan di warê mîrasê, zewac û hevberdanê de kêm dikin û jin bi cudakariya berdewam re rûbrû dimînin.”

Tekoşîna jinan û destkeftiyên dîrokî

Sema Bekdaş diyar kir ku tekoşîna jinan li Sûriyeyê encama keda bi salan û destkeftiyên îro hatine bidestxistin encama fedakariyên demdirêj in. Sema Bekdaş bal kişand ser têkoşînê û wiha got: “Jinên Sûriyeyî bi sedsalan e ji bo mafên xwe têdikoşin. Ji bo mafê xwendinê, hilbijartinê, mafê namzedbûn û beşdariya mekanîzmayên biryargirtinê. Ev maf nehatine dayîn, bi têkoşîneke berdewam û bi gelek fedakariyan hatine girtin, çi bi riya berxwedana sivîl, zagonî yan jî leşkerî be. Şoreşa Jinan li Rojavayî Kurdistanê jî bû xaleke dîrokî ya girîng; jin beşdarî rêveberiya projeyên demokratîk bûn, komûn ava kirin, meclîsan birêve birin û ji bo wekheviya di navbera her du zayendan de pergala hevserokatiyê pêk anîn.”

Sema Bekdaş wiha domand: “Ev şoreş ne tenê şoreşeke sembolîk bû; ji bo tevgerên jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê bû modeleke cîhanî. Destkeftiyên jinên Sûriyeyê îro ji bo hemû jinan hêviyek e û divê ev maf di destûra Sûriyeyê ya pêşerojê de bên parastin û bikevin bin temînatê.”

Destûr û zagon weke xetên parastinê yekem in

Sema Bekdaş di nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya hebûna hevpeymaneke civakî û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Destûr an jî hevpeymana civakî bingeha hemû qanûn û siyasetan e. Divê  destûra ku bê nivîsandin ji bo hemû pêkhateyên civakê, jin, ciwan û komên olî û çandî adil be. Dadgeh û dadwerî nikarin adil bin heya ku destûreke mafên jinan diparêze û binpêkirina wan mafan wekî sûc dihesibîne dernexin. Pergala ne navendî li Rojavayê Kurdistanê çawa derfetek da ku qanûnên herêmî yên jinan diparêzin werin pejirandin divê li tevahî Sûriyeyê wisa be. Qanûna Jin û Malbatê tiştê ku berê bi navê “sûca namûsê” dihat zanîn rakir û kuştina jinan weke sûc ku bi qanûn tê cezakirin nas kir. Jin ji tundiya aborî û civakî jî hatin parastin û şoreş bû temînata jinên Rojavayî Kurdistanê.”

Sema Bekdaş tekez kir ku divê ev destkeftî di destûra nû ya Sûriyeyê de jî bên bicihkirin da ku beşdariya çalak a jinan di hemû dezgehên dewletê de ku di nav wan de artêş, parlamento û meclîsên herêmî jî hene were misogrkirin.

Metirsî û astengiyên pêşerojê

Sema Bekdaş li ser qonaxa dema pêş axivî û tekez kir ku divê jin li dijî gelek astengiyên siyasî, leşkerî û qanûnî amade bin û got: “Divê jin ji bo parastina destkeftiyên xwe amade bin û hevbendiya wan bi gelek aliyên demokratîk re jî hebe da ku mafên wan di destûra nû de cih bigrin.”

Sema Bekdaş tekez kir ku ezmûna Rojava girîng e û divê bê parastin ji ber ku ezmûna demokrsiyê ya li Rojava bandoreke herêmî ya mezin çêkiriye û deng vedaye û wiha domand: “Heke em bi ser bikevin û vê ezmûnê biparêzin, ew ê bibe modeleke girîng ji bo hemû tevgerên jinan li Rojhilata Navîn û dê bibe referansa fikrî ji bo her kesê ku dixwaze mafên jinan û demokrasî xurtir bibe.”

Yekîtiya têkoşînê û pêdiviya bi hevpeymanan

Sema Bekdaş diyar kir ku hevgirtin hewldanên jinan di asta neteweyî û herêmî de riya bingehîn e ji bo parastina mafan û got: “Jinên Sûriyeyê îro pêşeng in lê ji bo domandina vê yekê pêdivî bi têkoşîna siyasî û dîplomatîk, hevgirtina bi partiyên demokratîk ên jinan û zexta li ser hukûmeta demkî ya Sûriyeyê heye. Jin li ku bin doza wan yek e û divê dengê me yek be da ku em mafên xwe biparêzin.”

Sema Bekdaş tekez kir ku divê hemû jinên Sûriye û Rojhilata Navîn hewldan û tekoşîna xwe bikin yek, destkeftiyên xwe biparêzin û li dijî hemû astengiyên siyasî, leşkerî û qanûnî bisekinin, bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Di qonaxa heyî de pêdivî bi amadebûna diyarker, hişmendiyeke kolektîf û xebata berdewam heye da ku pêşerojeke adil û demokratîk ji bo hemû jinên Sûriyeyê were misogerkirin.”