Daxwaza jinên Iraqî maf û edalet e
Jinên Iraqî bi şahidiyên xwe balê dikşînin ser cudakariya di navbera mafên di qanûnan de tekez dikin ku pêdivî bi qanûnên dadwer, xurtkirina jinan heye. Her wiha xwestin statu û rûmeta wan di nava civakê de were parastin.
RECA HAMID REŞÎD
Iraq – Roja Jinan a Cîhanê wesîleyeke ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinan û balkişandina ser rola wan a girîng di avakirina civakan û pêşeroja wan de. Bi vê boneyê, ji bo xurtkirina mafên jinan di warên cuda de, daxwaz ji nû ve tên kirin ku statuya wan weke şirîkên bingehîn di pêşketin û çêkirina biryarê de were piştrastkirin.
Qanûnên wekhev rûmeta jinan diparêzin
Nivîskar û çalakvan Ban El-Cewahîrî piştrast kir ku mafên jinên Iraqî, di navbera rastî û qanûnên heyî de ye. Da zanîn ku hê jî ji ber gelek valahiyên xizmetê ji wekheviyê e nakin zoriyan dikşînin loma pêdivî bi qanûnên dadwer heye.
Ban El-Cewahîrî diyar kir ku jinên Iraqî bi hilberînên xwe yên zêde tên nasîn, wan şiband dara xurmeyê ya bi bereket û got: “Jinan şiyana xwe di gelek warawn de îsbat kirin, azweriya wan sînoran nas nake. Ew di warê siyasî, zanistî û gelek warên din de şareza ne. Bi wesîleya 8’ê Adarê silavên xwe ji jinên Iraqî re dişînim.”
Bihêzkirina jinên Iraqî
Rojnamevan Ula El-Şemmerî jinên Iraqî pîroz kir wan weke nûnerên berdewamiya mîrasa şaristaniya Iraqê pênase kir. Ula El-Şemmerî got ku 8’ê Adarê rojeke girîng e ji ber ku balê dikşîne ser rol û destkeftiyên jinan di tevahiya salê de.
Her wiha destestnîşan kir ku jin jêhatî û xwedî şiyan in dikarin rola pêşengiyê bigirin ser xwe û got: “Ji ber ku wan şiyana xwe ya girtina cihên herî bilind ji bo pêşengî û rêveberiyê dan diyarkirin. Ji Wezareta Parastin û Karên Hundir bigre heta Serokwezîrtiyê. Tekez kirin ku rola jinan ne tenê bi hinek aliyên jiyanê sînordar e, dikarin di gelek waran de bi pêş bikevin.”
Jinên Iraqî sembol in
Ula El-Şemmerî got ku beşdariya jinan di mijarên siyasî, ewlehî û aborî de girîng e, ji ber asta perwerdeya jinan ku bandora xwe li ser xurtkirina rola wan a neteweyî dike heye. Her wiha tekez kir ku bihêzkirina jinan piştgiriyek rastîn hewce dike û wiha bi dawî kir: “Divê ku mercên xebatê yên ku bawerî pê hebe û statuya jinan biparêze hebe. Divê ku bernameyên perweredeyê yên taybet hebin û jin bigihîjin astên rêveberiyê. Bi hêviya ku jinên Iraqî serkeftin û destkeftiyên xwe zêdetir bikin.”