Jinên Rojava ji bo destkeftiyên xwe bi fikar in

Piştî berxwedana 15 salan û fedakariyan, mafên jinan bi zoriyên nû re rûbirû ne. Jin bi fikar in ku destkeftiyên civakî û azadiya hiqûqî ku di nava civakê de bi dest xistine, ji destên wan were girtin.

 ESMA MUHEMED

 Qamişlo – Jinên Rojava diyar kirin ku di pêvajoya têkoşîn û berxwedana 15 salan de, destkeftiyên ku bi dest xistine ne tenê sembolîk û li ser kaxezê mane ne, pergalek saxlem ku rûmeta jinan û hebûna wan di civakê de diparêze ye. Ev maf, wek bingeha hêza li dijî zoriyên hundir û derve ku rast tên û aramiya yekbûna civakê ye.

Di dema guherîna siyasî û îdarî de li herêmên Rojava, pirsgirêka mafê jinan, yek ji sernavên herî girîng a têkoşîna siyasî û civakî ye. Piştî berxwedana 15 salan jin di çerxeriyeke krîtîk de ne. Hat îfadekirin ku ji bo parastina jinan divê hinek zagonên ku ji aliyê civakê ve hatin avakirin werin guhertin an jî werin rakirin xetera paşketina destekftiyan heye.

Hat bibîrxistin ku jinan bi salan bi awayekî civakî, hiqûqî û fizîkî bedelên giran dane û li dijî zewaca bi zorê, pirzewacî, mafê mîrasê têkoşiyane û mafên xwe parastine. Vê pêvajoyê nîşanî dinyayê da ku rola jinan di civakê de, rêgeza bingehîn a civekeke hevseng û adil e.

 Berxwedana jinan a 15 salan

Endama Mala Jin a Qamişloyê Nîzam Muhemed Nûrî, diyar kir ku jin bi salan e rûbirûyî êrîşên li dijî mafên wan in û her hewldana li dijî lewzkirina van mafan di pergala civakê de birînên kûr vedike û got: “Jinan 15 salan di navenda têkoşînê de cih girtine, di gelek qadên weke zewaca zarokan, pirzewacî û mafên hiqûqî û mîrasê, mafê xweparastinê de bûn xwedî destkeftî. Jinan berpirsyariyek mezin girtin, beşa yekem ku destkeftiyên civakê parastine ew in. Hinek derdor, hewl didin rola jinan biçûk bixin û mafên ku bi dest xistine ji holê rakin. Di demên dawî de li dijî zagonên ku ji bo wekhevî û edaletê hatine danîn binpêkirinên vekirî tên jiyîn, ev jî fikara ku keda bi salan vala biçe bi xwe re tîne.”

‘Civak li di warê mafên jinan de şiyar bûne’

Nîzam Muhemed Nûrî da zanîn ku bi saya perwerde û semînerên ku li bajar û gundan hatin dayîn hişyariya civakê bi hêz bûye û got: “Civak li hemberî zewacên di temenê biçûk û bi zorê, zêdetir şiyar bûne û zêdetir rêz li rola bingehîn a jinan di civakê de tê girtin. Ev xebat di aliyê zanîna jinan a mafên wan û parastina xwe û zarokên xwe de jiyanî ye. Têkoşîna ku jinan daye ne tenê di gotinê de, qada berxwedaneke şênber e û jin li dijî tundî, cudakarî, zewaca bi zorê û pirzewaciyê têkoşiyan, hêza xwe ji hişmendî û îradeya xwe girtin. Bêyî fikrên jinan, her guherîna zagonî, îxaneta li dijî bedelên hatine dayîn e.”

 Sekna li hemberî hewldanên li dijî mafan û bihêzbûna parastina jinan

Rêvebera Mala Jin Mebruke Hasan Îbrahîm îfade kir ku her roj bi sedan bûyerên jinan re eleqedar dibin û fikarên li hemberî guherîna ku di zagonan de were kirin rewa ye û got: “Mafên jinan hem di destûra bingehîn a Sûriyeyê de hem jî di jiyana civakê de divê bikevin bin temînatê. Zagonên heyî, zagonên hemû civakê ne û ji aliyê pêkhateyên cuda ve hatiye qebûlkirin. Jin bi pirsgirêkên cidî yên weke zewaca bi zorê, tundiya di nava malê û pirzewaciyê re têdikoşin, bi saya hişyariya hiqûqî û civakî, di asteke mezin de van zoriyan derbas kirin. Êdî jin mafên xwe dizanin û destûr nadin maf ji wan werin girtin. Azadiya jinan û wekhevî ne tenê ji bo jinan e, bingeha yekbûna civakê ye. Civak di salên dawî de di mijara mafên jinan de hişmendiyeke mezin qezenc kiriye, parastina mafên jinan ji bo aramiya civakî û aştiyê jêneger e. Lawazkirina van mafan dê civakê paşve bibe û jin û zarok wê rûbirûyî xeterên hiqûqî û civakî bimînin.”

Fikarên der barê paşketina destkeftiyên hiqûqî de

Mebruke Hasan Îbrahîm diyar kir ku fikarên jinan der barê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hene, dibe ku zagonan biguherîne û destkeftiyên heyî ji nedîtî ve bê û got: “Divê mafê jinan nebin mijara bazarê, ev parçeyek jêneger a pergala siyasî û civakî ye. Jin êdî ne tenê parçeyeke civakê ne, di avakirina pergala sivîl û saziyan de aktorên bingehîn in. Temînata zagonî ya mafên jinan û parastina li dijî guherînên ku rola jinan lawaz dikin, berpirsyariya neteweyî û exlaqî ye. Têkoşîna jinan a li Rojava, ji mafê kes wêdetir, li dijî dûrxistina siyasî û civakî pêvajoya berxwedan û veguherînê ye. Pirsgirêka bingehîn, mayîndekirina van destekftiyan e. Di pêşengiya jinan de ev maf nayên dewrkirin û bingeha civakeke adil, bi ewle û xwedî hevsengî ye.”