Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê banga parastina parêzvanên jin kir
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku peymanên navneteweyî bi cih bîne mafên mirovî yên jin biparêze.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bi amadebûna Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Parêzvanên Mafên Mirovan, Mary Lawlor, semînerek bi navê "Parastina Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jin: Di navbera Hevgirtinê û Mekanîzmayên Navneteweyî de" li dar xist.
Sempozyûmê destnîşan kir ku 8’ê Adarê di çarçoveyeke herêmî, navneteweyî û neteweyî de tê ku bi zêdebûna xeternak a binpêkirinên li dijî parêzvanên mafên mirovan ve tê diyarkirin, tevî çalakiyên xwe yên sivîl û aştiyane jî bi gef û darizandinan re rûbirû ne.
Ragihand ku gelek ji wan, hem mêr û hem jî jin, ji ber krîmînalîzekirina çalakvanên sivîl, mafên mirovan û femînîst, di girtîgehan, navendên ragirtinê û sirgûnan de ne. Hinek ji wan heta hatine kuştin an jî bi zorê winda bûne. Mînaka herî dawî çalakvana femînîst û mafên mirovan a Iraqî, Yanar Mihemed e ku di 2’yê Adarê de hat kuştin.
Pejirandina peymaneke navneteweyî ya girêdayî
Seroka Komeleya Jinên Demokrat Reca El-Dehmanî got ku bi zêdebûna metirsîdar a binpêkirinên mafên mirovan li çar aliyên cîhanê re, pêdivî bi xurtkirina parastina parêzvanên mafên mirovan, pejirandina peymanek navneteweyî ya girêdayî heye ku çarçoveyeke qanûnî ya navneteweyî ya bihêztir û bibandortir ji wan re çêbike. Bîranîna 8’ê Adarê ne tenê fermî ye, derfeteke ji bo dubarekirin û parastina mafên jinan.
‘Çalakvan ji ber ramanên xwe di girtîgehan de ne’
Reca El-Dehmanî bal kişand ser tacîza li ser çalakvanan di nav de ya Misrî Aida Seif El-Dawla û gazîkirina wê ji bo lêpirsînê û got ku nîşaneya tacîz û tirsandina parêzvanên mafên mirovan bi giştî ye. Reca diyar kir ku Tûnis jî heman pirsgirêkê dijî, çalakvan ji ber ramanên xwe di girtîgehê de ne û rola mafên jinan di daxwaza serbestberdana wan a tavilê de diyar e û got: "Di dewleteke hiqûq û saziyan de, ne gengaz e ku çalakvan û rojnamevan bên girtin, bi taybetî ji ber ku Tûnisê ji bo serxwebûna xwe di sala 1956’an de riyek nû ava kiriye."
‘Em li bendê ne ku daxwaza me bibe rastî’
Komele ji hebûna Raportorê Taybet ê NY sûdê digre da ku peymanek girêdayî ji bo garantîkirina mafên parêzvanên mafên mirovan bixwaze. Reca El-Dehmanî der barê raportor de wiha axivî: “Dibe ku weşandina wê bidome lê em ê vê bangewaziyê bidin destpêkirin bi daxwaza ku dê rojek were bicîhanîn. Berê, em li ser şîdeta li dijî jinan diaxivîn û bi salan wiha domiya. Me xwest ku qanûnek were derxistin û bigihîje armancê. Îro em li bendê ne ku daxwaza me bibe rastî."
Bal hate kişandin ser rewşa jinan û berxwedana wan
Di semînerê de bal hat kişandin ser rewşa dijwar a jinan li Sûdan, Filistîn, Iraq, Lubnan û Yemenê her wiha berxwedana jinên Êzidî û Kurd ji bo azadiyê di bin rejîmeke paşverû de û banga hevgirtinê kir ji bo piştgiriya wan dengan ku li dijî neheqî û zulmê li ber xwe didin.
Misogerkirina hesabdayîna sûcdaran
Endama rêveberiya Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî ya berpirsiyarê têkiliyên derve Nadya Bin Ehmed, got ku komeleyê biryar daye Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî bike rojek ji bo piştgiriya parêzvanên mafên mirovan ên jin. Her wiha divê civaka navneteweyî hesabpirsîna sûcdaran misoger bike û bi naskirina rola bingehîn a ku jin di avakirina civakek ku rêzê li mafên mirovan digre de, li dijî vegotinên neyînî yên ku li ser karê wan tên pêşxistin, rawestin.
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê pabendbûna xwe ya beşdarbûna di hewldanên neteweyî, herêmî û navneteweyî de û berdewamiya parêzvanî û parastinê bi awayekî ku bibe alîkar ji bo hişyarkirina rewşa parêzvanên mafên mirovan û zexta ji bo pejirandina peymana navneteweyî ya li ser parastina wan, nû kir.