Endezyarên jin ên Tûnisî bi astengiyan re rû bi rû tên

Endezyarên jin ên Tûnisî tevî asta bilind a jêhatîbûnê ji, di kar de rastî gelek pirsgirêkan tên.

NEZÎHA BOUSEÎDÎ

Tûnis – Di nav pêşketinên civakî û aborî yên li Tûnisê de, endezyarên jin bi dijwariyên aloz re rûbirû dimînin ku nîşan didin stereotîp û cudakarîya li ser bingeha zayendî di bazara kar de berdewam e. Tevî jêhatîbûna wan a akademîk û dilsoziya wan a pîşeyî, gelek endezyarên jin ji cihên biryardayînê tên dûrxistin. Bi pirsên ne profesyonel û astengiyên fînansekirinê re rûbirû ne. Ev jî valahiyek di derfetên wekhev de nîşan dide.

Kêşeyên ku endezyarên jin dikşînin

Seroka Komeleya Jinên Endezyar ên Tûnisî Nadia El-Souissi bal kişand ser tundiya ku endezyarên jin li Tûnisê pê re rûbirû dimînin û wiha got: "Endezyarên jin dema ezmûnan bi pirsên cudekariyê yên wek ‘Tu zewiciye?’, ’zarokê te hene?’ an ‘Desgirtiyê te heye?’ tên. Tevî ku ev pirs ji endezyarên mêr nayên pirsîn. Komele van pirsan wek cureyek ji tundiyê dibîne, ji ber ku ji mêran nayên pirsîn û wek hincetek ji bo dûrxistina jinan tên bikaranîn. Dema ku endezyarên jin dikevin nav bazarên kar mûçeyan ji mûçeyên mêran kêmtir distînin, tevî ku ew jêhatî û serkeftî ne jî. Her wiha endezyarên jin ji bo ku neghîjin cihên biryardanê rastî astengiyan tên. Ev astengî li ser bingeha têgihîştinên stereotîpîk in."

'Rola endezyarên jin di cihên biryardayînê de qels dimîne'

Nadia El-Souissi destnîşan kir ku endezyarên jin ji endezyarên mêr bêtir dixebitin û wiha got: "Ew hem di warê pîşeyî de û hem jî di erkên malbatê de û carinan berpirsyariya lênêrîna dê û bavên xwe hildigirin ser xwe, ji mêran bêtir kar dikin. Di heman demê de gelek caran di nav xwendekarên herî serketî yên di dibistanan de ne, ji ber ku endezyarî rêjeyên bilind ên herî kêm 16 an 17 ji 20'an hewce dike. Endezyarên jin ên Tûnisî ji sedî 54 di nav pîşeyê de cih digrin, lê temsîla wan di cihên biryardayînê de pir qels e. Pirsgirêkên din ku endezyarên jin pê re rû bi rû dimînin, wek zehmetiya peydakirina fînansmanê ji bo projeyan in. Dema ku endezyarek jin serî li bankekê dide, ew bi gelek astengiyan re rûbirû dimîne. Carna jî tê redkirin. Ji ber ku ew ne xwediya milk e an jî ji ber ku erdê ku dikare ji bo mebestên çandiniyê bikar bîne li ser navê birayê wê ye."

Rola komeleyê di pêşxistin û bihêzdarkirina endezyarên jin de

Nadia El-Souissi balkişand ser hebûna pêwîstiya komeleyê ya tevî rexneyên li ser wê û wiha axivî: "Komele jî rastî kêşeyên wek; Çima komeleyek tenê ji bo endezyarên jin heye? tê. Pîşeya endezyariyê hê jî li Tûnis û li çar aliyê cîhanê wek "pîşeyek mêran" tê hesibandin. Ji ber vê divê ev stereotîp were şikandin. Reftarên hin endezyarên jin zihniyeta mêran a pîşeyê kûrtir dike, ji ber ku hin ji wan mîna mêran li ser mûçeyan danûstandinan nakin. Mêr bawer dikin ku ew li gorî hewldanên xwe heq dikin mûçeyek bistînin, lê jin pêşî dixwazin xwe li ser erdê îspat bikin û dû re daxwaza zêdekirina mûçeyê bikin. Wek kesayet bi xwe min ev ezmûn derbas kir û bi gelek dijwariyan re wek dayîk, hevjîn û jin mam.”

Komeleyek qursên perwerdehiya pîşeyî dide

Nadîa da zanîn ku komele ji bo endezyarên jin qursên perwerdehiyê yên girêdayî pîşeyê li dar dixe û wiha got: “Di heman demê de akademiyek perwerdeyê jî ji wan re ava kiriye da ku jêhatiyên pîşeyî û di nav malbat û kar de avakirina hevsengiyê hînî jinan bike. Her wiha dê civîn jî ji jinan ve bên lidarxistin da ku şiyanên xwe nîşan bidin û bi vî awayî stereotîpên wê bên guhartin."

'Jin di avakirina civakê de hevkar in'

Nadia El-Souissi piştevaniyên ku komele ji jinan re pêşkêş dike wiha anî ziman: "Komele destek dide jinên ku dixwazin dest bi projeyek bikin. Her wiha wan derbarê danûstandinên bi bankayan re de perwerde dike. Di heman demê de ji bo pêşxistina prensîba wekheviyê û şiakndina klîşeyên ku ji hêla pirtûkên dibistanê ve têne parastin, li ser perwerdehiyê ji temenê biçûk ve dixebite. Fikra ku jin tenê wek hemşîre û mamoste û mêr jî wek endezyar û rêber dikarin kar bikin, ji holê radike. Komeleyê projeyek bi navê 'Em' li Mala Ciwanan a li El-Menîhla da destpêkirin da ku zarokan dûrî feraseta serdest perwerde bike. Jin bi mêran re ne di nav pevçûnê de ne, lê di avakirina malbat û civakê de şirîkên hev in."