Derbarê 7 rojnamegeran de daxwaza cezayê girtîgehê
Derbarê 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên ku doz lê hatine vekirin de, daxwaza cezayê girtîgehê hate kirin.

Stenbol – Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin di 20'ê Kanûna 2024'ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla SÎHA’yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi boneya qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê, di 21'ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyanî hate dayin. Bi hinceta tevlibûna daxuyaniyê, der heqê rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, nûçegîhana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol de bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Mixalefeta qanûna hejmara 2911” doz hate vekirin. Danişîna 3’yemîn a dozê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hate dîtin. Rojnameger beşdarî danişînê nebûn, parêzer amade bûn.
Rojnameger ji ber beşdarî çalakiya di 21’ê Kanûna 2024’an de li Stenbolê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di encama êrîşên SÎHA’yên dewlet Tirk de hatin qetilkirin bûne tên darizandin.
Di danişînê de ji ewil weke "şahid" li 2 polîsan hate guhdarîkirin. Polîsan, îdia kirin ku ji ber qedexeya Qeymeqamiya Beyoglûyê midaxileyê rojnamegerên li pêşiya Şaredariya Şîşliyê kirine û beriya midaxileyê banga “belav bibin” kirine.
Cezayê girtîgehê hate xwestin
Dozgerê ku berê têkildarî îdianameyê de mutalaaya xwe pêşkêş kiribû, bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmara 2911” xweset ceza li rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol were birîn.
Parêzeran, ji bo parastinê li dîjî mitaleayê dem xwestin.
Dadgehê, daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 2'yê Cotmehê kir.