Ji jinên Mexribê bertekên tund li dijî banga ‘li mala xwe bimînin’
Piştî banga siyasetmedarekî navdar ji bo jinên Mexrîbê ku got ‘li mala xwe bimînin’, jinan bertekên tund nîşan dan. Jin dibêjin ku ev gotinekê zayendîparê e û paşveçûnek cidî li hember destkeftiyên wekheviyê nîşan dide.

HENAN HARET
Mexrib – Di demekê de ku nîqaşên li ser sînorên wekheviyê li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê zêde dibin û zehmetiyên aborî û civakî rolên kevneşopî yên jinan ji nû ve şekil didin, parêzvanên mafên jinan girîngiya parastina destkeftiyên bi zehmetî hatine bidestxistin tekez dikin û her axaftina ku dê pozîsyona jinan di qada giştî de qels bike red dikin.
Axaftin û banga Serokwezîrê berê Abdelilah Benkiran ku bi helwestên xwe yên muhafezekar tê nasîn û ji bo jinan got "vegerin malên xwe" û îdia kir ku xebat ne li gor xwezaya jinan e li Mexribê bû sedema nîqaşên mezin. Parêzvanên mafên jinan van gotinan wekî axaftinên ku destkeftiyên jinan tehdît dike û marjînalîzekirin û dûrxistinê xurt dike, bi nav kirin. Ev di demekê de ku jin hîn jî bi astengiyên avahîsaziyê re rû bi rû ne wekî paşveçûnek hate dîtin ku pêşveçûna ber bi hêzkirin û edaletê ve asteng dike.
Her çend Benkiran hewl da ku daxuyaniya xwe bi hincetên aborî û civakî biparêze jî, vê daxuyaniyê pirsek germ ji nû ve vejand: Gelo axaftinên baviksalar di bin navê parastina malbatê û "lênihêrîna" jinan de tê hilberandin?
Zextên li ser jinan bi awayên cûrbecûr zêde dibin
Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê (Association Tahaddi pour l'Égalité et la Citoyenné) di daxuyaniyekê de tekez kir ku gotinên wiha nikarin ji çarçoveya herêmî serbixwe werin nirxandin. Li gorî komeleyê, zextên li ser mafên jinan li herêmê bi hincetên çandî, olî, an jî aborî zêde dibin.
Komeleyê daxuyaniya Benkiran wekî paşveçûnek siyasî û exlaqî bi nav kir û pêwîstiya parastina destûra bingehîn a Mexribê û peymanên navneteweyî yên ku wê pejirandiye, bi taybetî Peymana li ser Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî jinan (CEDAW) tekez kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Ne mimkûn e ku krîza civaka Mexribê bi hebûna jinan di qada giştî de an beşdariya wan a aborî ve were sînordarkirin, ku pir caran di bin şert û mercên bi zorê û neheq de çêdibe. Ya ku bi rastî hewce ye ku were kirin ev e ku polîtîkayên giştî yên ku alternatîfên aborî yên dadperwer pêşkêş nakin û parastina civakî ya rastîn ji bo jinên xizan peyda nakin bê pirskirin; ne ku wan neçar bikin ku rolên lênêrînê bigirin."
‘Pêşxistina jêhatiyên jinan ne luks e’
Çalakvana civaka sivîl Samira Labid ku di warê hêzdarkirina jinan û piştgiriya psîkolojîk de dixebite têkildarî mijarê axivî. Samira Labid a got ku piştgirîkirina jinan, alîkariya wan û teşwîqkirina wan ji bo xweserbûnê pir girîng e, wiha axivî: "Gotinên li ser fikra ku cihê xwezayî yê jinan di malê de ye xurt dikin, dikarin bandorê li gelek jinan bikin, bibin sedema ku ew xwe ji perwerde, kar û pêşkeftina kesane dûr bixin. Em bi jinan re di vî warî de dixebitin û bandora psîkolojîk û civakî ya van ramanan pir baş dizanin."
Jin ne pêvekê mêran in: Divê astengiyên li pêşiya jinan bê rakirin
Samira Labid wiha domand: "Wekî civaka sivîl, em nirxa perwerde, kar û serxwebûna darayî ji jinan re rave dikin. Jin tenê gava ku wan winda dikin girîngiya xwe fêm dikin. Karê me yê rastîn ew e ku em alîkariya jinan bikin ku baweriya xwe bi xwe vegerînin û qebûl bikin ku ew bi qasî mêran di pêşkeftina vî welatî de hevkar in; ew ne pêvekek ji bo mêran in. Her çend jin girîngiya rolên malbatê înkar nakin jî, nîqaş niha kêmtir li ser "Divê jin li ku bin?" û bêtir li ser "Divê jin bikaribin hilbijartinên xwe bikin?" disekine. Bi gotineke din, divê hemû astengiyên ku ji ber sedemên maddî an kevneşopî derdikevin û rê li ber beşdarbûna çalak a jinan di pêşveçûnê de digirin, werin rakirin.”
Samira Labid got ku pêşxistina jêhatîbûnên jinan ne luks e; ew pêdivîyek e ku em piştrast bikin ku ew tenê bi malê ve ne sînordar in. Samira Labid wiha domand: “Belê, berpirsiyariya mezinkirina zarokan girîng e, lê divê em baweriya xwe bi mafên jinan ên perwerde, kar û beşdarbûnê bînin. Divê em wan wekî mirovên temam bibînin, ne wekî ku di siya mêran de ne an jî dîlên biryarên wan in."
Her çend gotinên Benkiran bi berfirehî hatine rexnekirin jî, ev axaftin di heman demê de qelsiya hin mafên jinên Mexribî jî nîşan dide. Bi taybetî ji ber nebûna polîtîkayên giştî yên zelal ên li ser bingeha zayendî û temsîliyeta qels a jinan di biryardanê de.
Ev nîqaş ji çarçoveyek herêmî ya berfirehtir nayê veqetandin. Di nav zêdebûna tevgerên populîst, kêmbûna gotûbêjên modernîst û serdestiya nêrînên giştî yên muhafezekar de, "zêdekirina beşdarbûna jinan di jiyana giştî de" ne tenê meseleyek wekheviya fermî ye, lê belê veberhênanek di pêşerojek wekhevtir de ji bo her kesî ye.