Jinên Iraqî li dijî tundiyê têdikoşin
Efrah Falih ku Endama Komîteya Têkoşîna li dijî Tundiya Zêde ya ku Ber bi Terorê ve Dibe ye, da zanîn ku ji bo balê bikşînin ser tundiyê, bi beşdariya jinên ji gelek saziyan, li Îraqê tîmek avakirin e û têdikoşin.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Piştî derçûna ji bernameya siyasî, Efrah Falih beşdarî bernameyek perwerdehiyê ya 6 mehan bû. Ji bo amadekirina jin û ciwanan rêbertiyê dike. Di encama vê perwerdeyê de, bawernamek ku wê dihêle bibe rêberek herêmî yan jî meydanî, girt. Ev ezmûn alîkariya Efrah Falih kir ku jêhatiyên xwe di nivîsandina kaxezên siyasetê, birêvebirina rûniştinên diyalogê, fêrbûna hunera rêveberiya diyalogê û bidestxistina jêhatiyên serokatiyê de, bipêş bixe.
Beşdarbûna Efrah Falih di komîteya Têkoşîna li dijî Tundiya Zêde ya ku ber bi Terorê ve dibe, di çarçoveya bernameya 'Heft Navçeyan' de pêk hat. Ev navçe, Tel Afer, Hewîce, Helebce, Fellûce, Zubeyîr, Mûsil û Şengal in. Ji ber sedemên ewlehiyê, Şengal jê hat derxistin. Bername nêzî du salan dom kir û ji her navçeyek re planên taybet hatin amadekirin.
Kêşeyên ku jin pê re rûbirû dimînin
Efrah Falih der barê kêşe û zehmetiyên ku di xebatên xwe de lê rast tê de wiha got: "Herî zêde em bi dîtina netemam û kêm a jinan re rûbirû diman. Bi hinceta ku nikarin biaxivin an xwe îfade bikin. Dijwariyek din jî ew bû ku cihên serokatiyê yên di komîteyê de, ji serokê komîteyê bigre heya cîgirê serok, sekreter û raportor, hemû ji hêla mêran ve dihatin girtin. Ev yek dibû sedem ku pirsên li ser rola jinan derkevin holê. Niha li Dîwana Besrayê dixebitim. Min bi sebir, berxwedan û şiyana mezin a berdewamiyê ku ez bawer dikim ew taybetmendî min ji hev cuda dikin, karîbûm wan zehmetiyan derbas bikim."
Yekem tîma jinan a Iraqê ji bo şerê li dijî tundiyê
Efrah Falih balkişand ser 'Tîma Jinan' ku li Iraqê yekem tîma jinan e. Efrah ragihand ku ev tîm bi piştevaniya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) û di bin çavdêriya komîteya neteweyî ya di nav Konseya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî de, hatiye damezrandin. Efrah wiha got: "Ev ezmûnek yekem a bi vî rengî bû. Ji ber ku destpêkirina tîmê bi konferansek neteweyî ya mezin re hevdem bû ku di 19'ê Gulanê de hate lidarxistin, di wê demê de planeke çalakiyê yê berfireh hat ragihandin. Tîm ji nêzî 45 jinan pêk tê ku nûnertiya wezaret û ofîsên parêzgehên Iraqê yên cuda dikin. Her wiha çalakvanên mafên mirovan, çalakvanên civaka sivîl, endamên komîteyên jêrîn û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tê de cîh digirin. Hemû jî di warê têkoşîna li dijî tundiya zêde ya ku dibe sedema terorîzmê de çalak in."
Rola jinan a di perwerde û hişyarkirina malbatê de
Efrah Falih tekez kir ku jin roleke girîng dilîzin û bi awayekî girîng beşdarî perwerde, rêberî, hişyarkirin û belavkirina çandî dibin, bi taybetî jî der barê xetereyên tundiya zêde. Efrah wiha domand: "Rola jinan li malê dest pê dike. Ji ber ku ew di nav malbatên xwe de rêber in, beşdarî çandina têgehên tolerans û redkirina tundiyê dibin û ji bo pêşxistina çandeke diyalogê û redkirina nefretê di hemû awayên wê de, dixebitin. Tundiya zêde ji nişka ve dernakeve holê. Ew bi tevgerên dijminane yên sade destpê dike, dû re dibe tundî, ku bi demê re vediguhere tundrewiyê û di dawiyê de dibe terorîzma ku kontrolkirina wê dijwar e. DAIŞ ne tenê ji bo zayîn an çêkirina xwarinê, pir bi jinan ve girêdayî ye. Ew xistine kampên taybet, li wir tiştên ku bi navê "Tabûra Xansa" tê zanîn, di sala 2014'an de ava kirine."
Kêmbûn û cudakariya li dijî jinan
Efrah Falih pêwîstiya guhertina klîşeyê anî ziman û wiha got: "Jin pir caran wek xwedî erk û berpirsiyariyên malbatî têne dîtin ku rê li ber beşdarbûna wan a çalak a di pêvajoya siyasî de digirin. Her wiha tê bawerkirin ku ew xwezaya xebata siyasî an jî erkên pê re têkildar fam nakin. Lê rastî nîşan dide ku pêvajoya siyasî pêvajoyeke beşdarbûna di navbera mêr û jinan de ye. Nebûna ewlehiyê ji nakokî û têkoşînên di civakên ku ji dûrxistin û bêparkirinê dikşînin, an jî di plana çalakiyê de xwe bêpar hîs dikin, tê. Tevî hebûna jinên çalak di hin pozîsyonan de, zehmet e ku statuya wan bi fermî nas bike."
'Jin hêmanek bibandor û kêrhatî ye'
Efrah Falih di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku destpêkirin dê girîng be, bi peydakirina hemû şert û mercên pêwîst û faktorên ku beşdariya jinan di civakê de zêde dikin. Efrah wiha got: "Ew hewl dide ku bi destnîşankirina sêgoşeya pevçûnê û nirxandina dijwarî û derfetan, ji bilî xalên bihêz û qels, entegrasyonek bi bandor di navbera têgehên ewlehî, jin, aştî û ciwanan de bi dest bixe. Piştî ku jin perwerde, hişyarî, rêberî û şêwirmendiyê werdigirin, ew dibin hêmanek bibandor û kêrhatî di nav civakê de, ku dikare hewcedariyên wê bicîh bîne."