Parêzer Ceylan Hemê: HTŞ’ê li peravê û Suweydayê sûcên mirovî dike
Parêzer Ceylan Hemê têkildarî komkujiyên li peravê û pêk tên got: “Sûcên ku HTŞ’ê dike berdewamiya sûcên li dijî netewên din hatine kirin e. Divê li gorî zagonên navdewletî werin cezakirin.”

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Bi planên navdewletî yên li ser maseyên dewletên hegemon tên xêzkirin, çeteyên DAIŞ û El-Qaîde, bi cil û bergên nû dişînin welatekî, da gel û neteweyan bidin qirkirin. Rastiya ku îro li Sûriyeyê der tê jî ev e. Sûcên mezin li Sûriyeyê hatin kirin û binpêkirina mafên mirovan û jinan didome. Rewşeke xeternak li Sûriyeyê tê jiyîn, çapemeniya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê van sûcan di bin navê ola îslamê de vedişêre ango rewa dike.
Gelek çete û komên wan di komkujiya Elewiyan de cih girtin. Di heman demê di komkujiya Durziyan de jî rol lîstin. Rojane bûyerên kuştinê li Sûriyeyê rû didin, amar bilind dibin lê sûcdar azad dimînin û nayên cezakirin.
Têkildarî vê mijarê parêzer Ceylan Hemê ji ajansa me re axivî.
‘Xaka Sûriyeyê ji aliyê çeteyan ve tê perçekirin’
Ceylan Hemê di serî de behsa derxistina Colanî kir û got: “Colanî ne kesayetek an jî beşek bû ji avakirina şoreşa gel li Sûriyeyê û ne jî bû cihê çareseriyê. Ji ber di pratîka xwe de vegerandinek terorîstî bi nav û cil û bergên nû bû. Sûc û kiryarên ku li ser rûyê erdê çêbûn rastiya Colanî nîşan didin. Xaka Sûriyeyê bê dewlet ma, çeteyan jî xak parçe kirin. Kesên ku îro li ser desthilatdariyê ne emîrên DAIŞ’ê bûn û biryarên navdewletî yên sûcên terorîstî kirine, li ser navê wan hebûn.”
‘Vegera DAIŞ’ê biryarek siyasî ye ne olî ye’
Ceylan Hemê bi vî awayî vegera DAIŞ’ê pênase dike: “Niha hikûmeta heyî weke vegera DAIŞ’ê tê pênasekirin lê belê vegerandina DAIŞ’ê bi xwe biryareke siyasî ye ne olî ye. Komkujiyên ku di mehên dawî de li dijî Elewî û Durziyan hatin pêkanîn, sûcên li dijî nasnameya neteweyan in. Qirkirina jinan jî binpêkirina rih û tevahî hebûna civakê ne.”
‘Peravên Sûriyeyê û Suweyda xelekên nû yên zincîra sûcên birêxistinkirî yên li dijî civakan in’
Ceylan Hemê sûcên li peravên Sûriye û Suweydayê wekî xelekên nû ji zincîra sûcên birêxistinkirî li dijî civakên azad bi nav kir û wiha axaftina xwe domand: “Sûcên ku îro tên kirin berdewamiya sûcên li dijî netewên din hatine kirin e. Ji Êzidiyên Şengalê heta Kurdên Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê. Heman senaryo, kiryar, kesên nû bi heman hişmendiyê planên qirkirina gelan pêk tînin. Îşkence û koçberiyek bi darê zorê dikin para gelan. Di zagonî de ev kiryar dibin sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne, ya girêdayî sîstema Romayê ya bingehîn ku divê ev sûcdar li gorî zagonên navdewletî werin cezakirin.”
‘Prensîba ‘berpirsyariya parastinê’ neket pratîkê’
Ceylan Hemê çend pirsên ku pêwsitî pê dibîne di vê demê de werein kirin bi bîr xist û got: “Pirsên me di vê di çarçoveya sûc çi ye û kê sûc kiriye de teng nemînin. Pirsa sereke ew e ku kê ev sûc veşartine, kî dibe alîkar ev sûc werin kirin, kî li hemberî van sûcan bêdeng dimîne. Di sala 2005’an de, Neteweyên Yekbûyî û hejmarek dewletan prensîba "Berpirsiyariya Parastinê" (RtoP) pejirandin ku dibêje dewlet berpirsiyariya sereke ya parastina nifûsa xwe ji jenosîd, tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer û paqijkirina etnîkî ne. Ger dewletek di bicihanîna vê berpirsiyariyê de bi ser nekeve, civaka navneteweyî berpirsiyar e ku mudaxele bike da ku nifûsa bandordar biparêze. Ev prensîb ne ket pratîkê, ne jî hat aktîfkirin. Ev ne li Şengalê ne jî li Efrînê û ne jî îro li Suweydayê çêbû.”
‘Em ne tenê li hemberî DAIŞ û HTŞ li dijî sîstemeke navdewletî ya ku bi xwe sûcan belav dike ne’
Ceylan Hemê got ku îro li hemberî sîstemeke navdewletî ku bi xwe sûcan belav dike ne û wiha pêl da gotina xwe: “Em îro ne li hemberî komên çete yên weke Cebhet El-Nusra û HTŞ’ê yan jî DAIŞ’ê ne. Îro em li hemberî sîstemeke navdewletî ne ku ew bi xwe li gorî berjewendiyên xwe sûcan dike. Hinek aliyên herêmî û navdewletî beşek ji van sûcan in. Ji lewre bi rya nixumandineke siyasî, alîkariyên madî û çekdarî, heta bêdengiya wan dibe beşek ji sûcên ku îro li ser rûyê erdê tên kirin.”
‘Li gorî zagonên mafên mirovan û mirovahiyê hikûmeta HTŞ’ê derzagonî ye’
Ceylan Hemê da zanîn ku hatina HTŞ’ê li ser rêveberiyê teqilandinek bû û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hikûmeta Şamê ya nû bi xwe teqilandinek bû, bi belge û îsbat e em vê yekê tînin ziman. Desthilatdariyeke dîktator e ku xwe li ser civakê bi çekekî olî dide ferzkirin. Bêyî îradeya gel biryar li ser wan ferz dike, biryarên ku dide ne biryarên rewa ne. Ji ber li gorî mafên mirovan û mirovahiyê dibêje ku çi hikûmeta ku hatiye derxistin an biryar bêyî îradeya gel dide hikûmetek û biryarek ne rewa ye.”
‘Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsigirêkan û kewandina birînên Sûriyeyê mînak e’
Ceylan Hemê ji bo rêveberiya Sûriyeyê wiha hêviyên xwe bilêv kir: “Kesên ku Sûriyeyê birêve dibin divê xwedî projeyên demokratîk bin. Divê mafên hemû gel, netew û kesan di zagon û destûrên xwe de binivîsîne û biparêze. Bi bawerî divê ku Sûriye bi sîstemeke ne navendî were meşandin. Pêwist e sînorek ji şerên mezhebî yên ku tên kirin re were danîn. Em hêviyê di projeya Rêveberiya Xweser de dibînin ku ev nimûne dikare ji bo giştî Sûriyeyê xizmet bike.”