‘Zagona Jinê jiyanek hevpar ava dike’

Rêveberên saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku di Zagona Jinê de mafê jin, zarok û mêr jî bi awayekî wekhev tê parastin û hewla avakirina civakeke ehlaqî û polîtîk tê dayîn.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Mafên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî cûdaxwazî tê parastin û pirsgirêkên wê li ser sê qonaxan tê çareserkirin. Pirsgirêk çi be destpêkê tê ber destê komîteya lihevhatinê, hewl tê dayîn bêyî ku pirsgirêk mezin bibe û ber bi rêyên cûda ve biçe, bi awayekî aştiyane were çareserkirin û lihevhatin çêbibe. Ger li wir neyê çareserkirin, derbasî Mala Jinê û Meclîsa Edaleta Jinê dibe û li wir bi rêya zagonê jin tê parastin. Pirsgirêkên ku li ser sê qonaxan tên çareserkirin, xwe dispêrin Zagona Malbatê ya ku di sala 2022’yan de ji aliyê Hevpeymana Civakî ve hatibû sepandin. Li wir mafê jin, zarok û mêr jî bi awayekî wekhev tê parastin û hewla avakirina civakeke ehlaqî û polîtîk tê dayîn.

Têkildarî çawaniya parastin û rêbaza çareserkirina pirsgirêkên jin û malbatê, Rêvebera Komîteya Lihevhatinê Rêcîn Salih, Rêvebera Mala Jinê Behiya Mûrad û Endama Meclîsa Edaleta Jinê Selwa Silêman ji ajansa me re axivîn.

‘Di meha Tirmehê de hezar doz hatin çareserkirin’

Rêvebera Komîteya Lihevhatinê Rêcîn Salih diyar kir ku dozên tên ber destê wan û mala jinê, destpêkê di komînan re derbas dibin û komîn radestî wan dike û got: “Her dozên ku tên ber destê me, komîteya lihevkirinê destpêkê derbasî komîna dike, paşê komîn wan radestî me û mala jinê dike. Doz li cem me sê rûniştin in, di wan sê rûniştinan de aliyê jin û mêr tên ba hev, heta ku ji me tê em wan pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser dikin û em nahêlin ku bighê hevberdanê. Hemû dozên ku tên ber destê me û mala jinê çareser dibin, lê dema ku ew pirsgirêk mezin dibin û dighên berdanê, îcar em wê dozê radestî Meclîsa Edaleta Jinê dikin. Di wir de bi awayekî zagonî ku mafê jinê were parastin em wê dozê çareser dikin. Doza ku li ber destê me neyê çareserkirin, em wê radestî meclîsa Edaleta jinê dikin, wê dozê bi meclîsê re dişopînin. Di meha Tirmehê de nêzî hezar doz li ber destê me û Mala Jinê hatin çareserkirin.”

‘Mala Jinê di 2011’an de hat avakirin’

Rêvebera Mala Jinê Behiya Mûrad ku behsa kar û xebatên Mala Jinê kir jî, ragihand ku ev sazî di sala 2011’an de hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Di kar û xebatên Mala Jinê de çareserkirina pirsgirêkên jinbûnê yên wek tundî, revandin, zewaca di temenê biçûk de û di bin navê urf û adetên civakî de jinan dikirin berdêlî. Ev hemû pirsgirêkên jinê di Mala Jinê de dihatin çareserkirin. Di sala 2014’an de zagona jinê derket, di vê zagonê de gelek mafên jinê hatin parastin û hemû pirsgirêkên ku jin tê re derbas dibû di wê zagonê de qedexe bûn. Piştî wê, di sala 2022’yan de navê zagona jinê hat guhertin bû zagona malbatê û 10 xal jî lê zêde bûn. Van xalên ku lê zêde bûn, wê zagonê zengîntir kirin.”

‘Deriyê me ji hemû pêhateyan re vekiriye’

Behiya Mûrad bal kişand ser pêwendî û têkiliya di navbera wan û komîteya lihevhatinê û Meclîsa Edelata Jinê de ku çawa bi hev re zagonên jinê diparêzin û wiha domand: “Di Mala Jinê de tu ferq û cudahî tuneye. Kî ji pêkhateyan pirsgirêkên xwe di Mala Jinê de çareser bike, deriyê me ji hemû pêkhateyan re vekirî ye. Pirsgirêkên ku tên Mala Jinê, li vir bi awayekî wekhev ku ferq û cudahî di navbera jin û mêr de tune be tên çareserkirin. Lê pirsgirêk hene ku mezin dibin, di riya zagonî de tên çareserkirin, em wê pirsgirêkê dişînin Meclîsa Edaleta Jinê û Komîteya Lihevhatinê. Di wê demê de Komîteya Lihevhatinê û Meclîsa Edaleta Jinê bi karê xwe ve radibin û bi awayekî wekhev mafê jin û mêr bi awayekî zagonî diparêzin.” 

‘Meclîsa Edaleta Jinê temsîliyeta jinê dike’

Endama Meclîsa Edaleta Jinê Selwa Silêman jî diyar kir ku ew weke Meclîsa Edaletê temsîliyeta jinê dikin û perwerdeyan li ser zagonên jinê û malbatê didin jinê û civakê û wiha got: “Em wek Meclîsa Edaleta Jinê temsîliyeta jinê dikin. Mala Jinê, Komîteya Lihevhatinê, Akademiya Avakirinê û Meclîsa Edaletê em hemû bi pirsgirêkên jinan ve mijûl dibin û pirsgirêkên wan çareser dikin. Di destpêkê de zagona jinê hate avakirin. Di destpêkê de ew sîstema zagonê di Mala Jinê de hat rûniştandin û keda herî mezin ji Mala Jinê re bû. Piştî demekê navê zagona jinê hat guhetin û bû zagona malbatê. Ew zagona malbatê di hundirê xwe de mafê jin, mêr û zarokê dihewîne û mafên wan tên parastin. Mala Jinê û Meclîsa Edaleta Jinê bi hev re pêrwerdê li ser zagona malbatê didin jinên civakê da ku di nav civakê de belav bibe û jin zagona xwe nas bike, bi çi rê û rêbazî jî mafê xwe bi dest bixe.”

‘Zewac li ser jiyana hevbeş ava dibe’

Selwa Silêman bendên zagona jinê diyar kir û nirxandinên xwe wiha domand: “Zagona jinê bendê wê yê bingehîn li ser zewacê ye, zewac çi ye çawa çêdibe? Jixwe ew misaqeke di navbera jin û mêr  de li ser Netewa Demokratîk, hevpeymana civakî  û jiyana hevbeş ava dibe. Nîşan dide ku çawa ev zewac di navbera jin û mêr de bi reza herdû aliyan wek hevpeymanekê çêdibe. Gele ferq û cudahî di navbera me û zagonên rêjîma BAAS’ê de heye? Zagonên me naşibin zagonên rejîmê. Zagonên rejîmê piranî xwe dispartin zagonên ola Îslamê her tim bendên xwe ji ola Îslamê dibir. Çênedibû ku jin bibe şahid. Dihiştin ku mêr bi çar jinan re bizewice. Lê di zagonên me de tiştekî wiha tuneye, her tişt divê wekhevî be, çênabe mêr bi çar jinan re bizewice, mafê jin û zilam wekhev e. Piştre zagon behsa berdanê dike ku çawa berdan çêdibe. Lê heta ku ji me tê em nahêlin ku berdan çêbibe. Gelek xal hene ku pirsgirêk tê de hene, li ser wan kar û xebat tên meşadin û bi awayekî wekhev tên çareserkirin.”

‘Komîteya Lihevkirinê dozê heta dawî dişopîne’

Selwa da zanîn ku jinên Kurd roleke pir girîng di şoreşa Rojava de leyîstine û di hemû qadên civakê de li kêleka hevalê mêr cîhê xwe girtiye. Selwa, nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Me malên jinê, meclîsên xwe û komîteyên xwe ava kirin û bi hev re bi yek destê kar û xebat meşandin. Pêketin gelek çêdibin di dozên ku em dixwazin di komîteya lihevkirinê de bên çareserkirin de. Yan Mala Jinê kedeke mezin dide çareserkirina pirsgirêkên jinan. Ger komîteyên me yên lihevkirinê û Mala Jinê pirsgirêkên ku pir mezin bûne di sê rûniştinan de çareser nekirin, wan dozan radestî me dikin û em bi awayekî zagonê û wekhev wan pirsgirêkan çareser dikin. Yek jî, Komîteya Lihevhatinê bi me re heta dawiyê wan zagonan dişopîne heta ku tê çareserkirin.”