Lêkolînera Tûnisî Amal Karamî: Zagona têkoşîna li dijî tundiyê kêm dimîne

Profesor û lêkolînera zanîngehê Amal Karamî got ku “Tinûs di mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, ji bo başkirina zagon û mewzuatan xebitî, lê belê xebatên ku hişmendiyê bide guhertin nehatin kirin.”

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tinûs – Li Tinûsê medya û civaka sivîl ji bo balê bikşînin ser belavbûna tundiya li dijî jinan û avakirina hişyarê, gelek hewl dan. Lê belê tundî didome û bi awayên cûda û hovane tê pêkanîn.  

Li Tinûsê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê zagonek taybet heye. Cihê jinê yê di zagona rewşa kesî de, li herêmê wek cihê herî baş tê nirxandin. Lê belê tevî vê yekê rêjeya tundiyê zêde dibe. Têkildarî serketina Zagona hejmar 58’an a têkoşîna li dijî tundiya ser jinê gelek nîşanên pirsê bi xwe re tîne.

‘Li Tinûsê pergala perwerdê hildiweşe’

Lêkolînera di qada zayenda civakê de Amal Karamî difikire ku pirsgirêk bi çêkera mêjî re eleqedar e û mêjî bi qasî pêwîst naxebite û got: “Girîngî nadin zagonan, mewzuatan û reforman. Di perwerdê de bernameyên reformê ev zêdeyî 10 salan e heye, lê belê neketine bingehê pirsgirêkê.”

Amal Karamî pirsa ‘Gelo rêbazên me yên fêrkirina civakîbûnê guherîne? Gelo li ser vana bi kûrahî hatine ronîkirin û analîzkirin?’ kir û got: “Bi rastî, di civaka Tinûsê de gelek paşdemayîn heye, ji ber tekane rêya têkoşîna li dijî cehaletê perwerde ye. Ev stargehek ku mirovan diparêze ye. Li Tinûsê pergala perwerde û fêrkirinê hildiweşe. Di her astê de em krîzek dijîn. Nebûna fikrê rexnegir ne tenê di hilberîna agahiyan de, di xuliqkariyê de jî heye. Di qada sînemayê de çend rexnegirên me hene? Di xebatên medyayê de çend rexnegir hene? Ango di perspektîfên cûda, pirrengiya rewşenbîrî, qebûlkirina cudahiyan û diyalogên li ser mijarên cûrbecûr pêşkêş dikin, çend nivîsên me hene?”

Amal Karamî bal kişand ser nebûna cihên vekirî ji bo nîqaşkirina gelek pirsgirêkên civaka sivîl ku di nav de pirsgirêkên wek pergala nirxên civaka Tinûsê, awayên nêzîkatiyan, etîka civakî, destjêberdana dibistanan, hişmandiya parsekî û her cûrê tundiyê digre nava xwe û got: “Ev hemû li cihê ku fikrê rexnegirt, ber bi baweriyên rojava çûyîn asantir dike. Baweriya bi perwerde, çand û saziyên medyayê tune dike. Ev rewş mirovan bê parastin dihêle, ji ber çeka berxwedana mirovan agahiya rast e, çanda bersîvdayîna bûyeran e.”

Lawazbûna amûrên fikirîna jinan

Amal Karamî da zanîn ku jinên Tinûsê, mîna hemû endamên civakê, li derdora xwe amûrên ku wan difikirin winda kirine. Têkildarî medyaya dijîtal Amal ev tişt gotin: “Dilsoziya bi amûrên nû yên ragihandinê, azweriya heskirina ji zanabûnê tune dike. Mirov ji du rêzan zêdetir nikare bixwîne. Bêyî naveroka wê bixwîne li cihê ecibandinê dide. Ev jî dibe sedema ku awayê fikirandinê, bîne halê bi lez seranser û li derdora xwe nebîne. Bi vî awayî baweriyên berê, rituel, sêhre, baweriyên bê binî û efsane cardin tên ser dikê û hatiye halê ku mirov bêyî aqlê xwe bişxulîne ji hemû tiştî bawer bike.”

‘Em rûbirûyî gelek krîzanin’

Amal Karamî wiha domand: “Em rûbirûyî gelek krîz û beyerên tevlihev in. Ji ber lawazbûna perwerdê, tenê malbat plan dikin ku pêwîstiyên bingehîn ên malbatê pêk bînin. Dayîk li ser telefonê ye zarok jî wisa, di navbera kesên malbatê de tu têkiliyek nirxan bide hev nîne. Di heman demê de di televîzyonê de bernameyên bi qelîte tunene, naverokên vala hene. Kes vêya nîqaş nake nabêje çima baweriya bê binî belav bûye, bingeha wê çiye? Çima sêhrbaz ji jinên endezyar û perwerdeyên bilind girtine zêdetir tên şopandin. Sedema vê yekê hilweşîna derûnî ya jinan e, nebûna hêza lêgerîna çareseriyê ye. Ji ber êdî têgînên sebrê cihê xwe ji çanda bi lez re hiştiye.”

Amal Karamî anî ziman ku nifşên berê ji bo bidestxistina cihek civakî gelek xebitine, bi caran ceribandiye. Îro jî tevî ku mamoste puanên baş didin jî rastî êrîşan tên, puan vegeriyaye amûra bazirganiyê, kopyakirin û fêrbûna wê gelek zêde bûye.

Nêzîkatiyek yekgirtî

Amal Karamî têkildarî rêyên çareseriyê ji bo van hemû kêmaniyan wiha got: “Çareserî divê yekgirtî be. Tenê beşekê ji beşa din cûda girtin wê nebe çareserî. Dema qada perwerdê tê nirxandin, divê qadên medya, çand û werzîşê jî bên nirxandin. Ji ber ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Divê di asta civakî, aborî, siyasî, qanûnî, çandî û ewlehiyê de bên nirxandin û çareserkirin.”

Amal Karamî ev tişt gotin: “Li Tûnisê li ser hişyariyê nayê fikirîn. Bermaneyên hişyariyê an tune yan jî gelek kêm in. Dema bi bernameyên di televizyona Misrê de li ser nirxên mirovan, alîkarbûn, rêzê li zagonan digrin tê weşandin were qiyaskirin, naverokên li Tinûsê gelemperî, li ser dîtbarî, hilberandin û amûrbûnê ye. Heta hin naverok li ser biçûkxistina dijî jinan, rewakirina tundiyê û yan jî amûrkirinê ye.”

‘Êdî jin balê didin ser dîtbariyê’

Amal Karamî destnîşan kir ku ev feraseta hilberandina kapîtalîst bandor li jinan kiriye, bi taybetî di qada medyayê de jinê ji naverokê zêdetir bala xwe daye ser dîtbariyê û wiha got: “Pêşkêşvan piştî çend emelyatên estetîk, ji dîtbariya xwe ya çêkirî bawer dikin. Lêbelê, berê naveroka bernameya Hala El-Raqbi bêyî ku rewşa siyasî li ber çavan bigire, temaşevanan kêfxweş dikir û rêz li nirxên civakî û hunerî digirt. Bernameyek ku beşên cûda ên çand û îdeolojî lê temaşe dikir bû, erdnîgarî û turîzma Tinûsê dida nasîn, kevneşopî dianî ziman, qadek bi rêz ya nîqaşan pêşkêş dikir bû.”

Amal Keramî îşaret bi wê yekê kir ku agahiyên nû dikarin ji bo pêşxistina naverokê werin bikaranîn û wiha got: “Mînak mijarên wek guherîna avhewayê, parastina dewlemendiyên xwezayê, hilberandin bi hişyarî were kirin dikare werin nexşandin. Lê belê li cihê vê paşketin heye, ji bo hevrûbûna van krîzan polîtîkayek rast nîne.”  

Amal Keramî di dawiyê de destnîşan kir ku bi taybetî di qada medyayê de girîngîdayîna jinan ya dîtbariyê gelek xemgînî ye û got: “Êdî jin di medyayê de balê didin ser dîtbarî û bedena xwe, ne li ser fikir. Ev rewş ji bo kesên entelektuel û ked didin wek mijara henek tên teyîsandin. Hewldana wan mirovan ya ji bo bighê cihekê kes nabîne. Ew pirsên wan danîne holê, pirsên ku dînamîzma entelektuel pêk tîne bû. Lê belê niha hemû tişt tên biçûkxistin, biçûk tên destgirtin, bi nirx tê kirin. Di encamê de mirov ji qadên ku nîqaş û fikran dike nava tevgerê dûr dikevin.”