Di navbera qada dîjîtal û sîstema dadweriyê de…jinên Yemenî dijberê şantajê ne
Qanûnên ku jinan li dijî tundiya dîjîtal bi parêzin nîne. Lewra hin mînakên jinan ên ku dîwarê tirsê şikandine derketine holê. Van jinan bi rêbazên qanûnî li dijî kampanyayên reşkirinê derketine .
RANIYA EBDULLAH
Yemen — Jinên li Yemenê ku beşdarî jiyana giştî dibin li ser tevna dîjîtal rastî tacîz û kampanyayên reşkirinê tên. Ji ber ku tu qanûnek li hember vê yekê nîne lewra gelek jin neçar dimînin ku xwe ji siyaset, kar û xebatên cuda kêm bikin û dûr bikevin.
Qanûnên Yemenê gelek kevnar in û ne li gor çareser kirina pirsgirêkanin. Ji bo çareserkirina asta binpêkirinên ku jin pê re rû bi rû dimînin, nemaze di derbarê tacîz û êrîşên dîjîtal de, ne bes in. Ji ber vê yekê, gelek jin bi du bijarteyên dijwar re rû bi rû ne: an bêdeng bimînin an jî ji qada giştî vekişin.
Nimûneyên jinên ku dîwarê tirsê hilweşandin
Lêbelê, hin jinan red kirine ku bêdeng bimînin û bi rêyên qanûnî li dijî kampanyayên reşkirinê derketine. Yek ji wan Dr. Ulfet Al-Duba'i ye, profesorek alîkar li Zanîngeha Taizê û endama Komîteya Şêwirmendiyê û Lihevhatinê ye.
Dr. Al-Duba'i yek ji jinên pêşîn bû ku li dijî hin kesayetiyên navdar ên ku heqaret û tohmetên wê kirin, doz vekir. Wê li Yemen, Misir û Erebistana Siûdî rêze doz li dijî kesên Yemenî yên ku tevlî tundûtûjiya dîjîtal û kampanyayên reşkirinê bûn vekir.
Li gorî Dr. Al-Duba'i, heqaret û şantaj di qada giştî de dikarin hem mêr û hem jî jinan hedef bigirin. Lêbelê, cûdahiya sereke ev e ku heqaret li dijî jinan pir caran bi rêya tawanbarkirinên exlaqî û îşaretên cinsî tê kirin. Di civakên kevneşopî de - mîna Yemenê - ev bi têgeha "rûmeta civakî" ve girêdayî ye, ku dibe sedema encamên pir wêranker.
Ji ber vê têgihîştina civakî, jin dikarin bi zextek girîng ji malbatên xwe, nemaze bav an birayên xwe re rû bi rû bimînin. Ev dibe sedem ku gelek jin ji qada giştî vekişin û vegerin jiyana taybet.
Ev rewş dikare bibe sedema zirarên giran ên derûnî; ew dikare bibe sedema tecrîdê an jî xwekuştinê. Li Yemenê, li ser jinan gelek şantaj tê kirin bi taybetî jî bi riya wêne û henkesan ev yêk tê kirin. Ev yêk jî li ser jinan gelek tirs dide avakirin lewra xwe kuştinên jinan zêde bûne.
Têkçûna nirxên civakî
Li gorî Al-Duba'i, civak hîn jî di bin bandora têgehên kevneşopî yên xelet de ye. Navûdengê mêran pir caran ne bi exlaq û nirxan, lê bi hêza madî ve girêdayî ye. Ev yê dibe sedema têkçûna nirxên civakî.
Kampanyayên reşkirinê yên li dijî jinan formeke eşkere ya tundûtûjiya civakî û siyasî ne. Lêbelê, gelek jin nikarin ji ber astengiyên darayî û tirsa demxeya civakî dozeke qanûnî vebikin.
Tevliheviya di hêla qanûnî de û bahabûna darayî jî astengiyeke din e. Wekî din, li gorî hin têgihîştinên civakî, çûna dadgehê dikare wekî "nerasterast qebûlkirina sûcdariyê" were şîrove kirin. Ev dibe sedem ku hin jin bêdeng bimînin. Ev yêk jî dibe sedem ku kesên şantaj dikin hîn zêdetir bikevin nava hewildanên cuda de.
Ji ber vê yekê, Al-Duba'i tekez dike ku pêdivî pê heye ku mekanîzmayên parastina qanûnî, di nav de mekanîzmayên dadwerî yên taybetî ku nenasiya qurbaniyan misoger dikin, werin pêşxistin.
Valahîyên qanûnî û sûcên sîber
Li gorî Al-Duba'i, ji bo astengkirina van sucên tên meşandin qanûn amûrek bingehîn e. Hebûna qanûnên zelal dikare pêşiya van şantaj û îftîreyan bigre.
Lêbelê, li Yemenê hîn jî qanûnek zelal li ser sûcên sîber û îftirayê dijîtal tuneye. Şerê berdewam her wiha bûye sedem ku hin kes kaosê bikar bînin da ku qezenca darayî bi dest bixin an jî bi karanîna van rêbazan hesabên siyasî çareser bikin.
Hin jinên ku di sektora giştî de dixebitin bi taybetî têne hedefgirtin da ku destkeftiyên xwe bêrûmet bikin. Li şûna ku serkeftina xwe ya pîşeyî qebûl bikin, ew rastî tohmetên exlaqî an jî hewldanên bêrûmetkirina wan bi rêya têkiliyên kesane tên.
Al-Duba'i her wiha destnîşan dike ku hin kesayetên olî yên tundrew di xutbeyên xwe de di derbarê laş û cilên jinan de zimanek provokatîf bikar tînin, ev yêk jî zexta civakî li ser jinan zêde dike.
Al-Duba'i diyar dike ku şantaj bi demê re aliyek siyasî jî girtiye, û destnîşan dike ku hin çalakvanên jin ji ber nerînên xwe yên li ser gendelî, reforma sazûmanî, an nakokiyên siyasî hatine hedefgirtin. Lewra li ser wan jinan îftîrayê ku ji wan hesab bixwazin hatine kirin.
Ezmûna kesane
Dr. Al-Duba'i dibêje ku ew bi xwe bûye hedefa kampanyayên reşkirinê. Wekî civaknasek, wê xetera bêdengbûnê fêm kir.
Di destpêkê de, wê hewl da ku bi nivîsandina postan li ser tevna dijîtal bersiv bide, lê dît ku ev yek rûreşkirinê na rawestîne. Piştre wê biryar da ku tedbîrên qanûnî bigire.
Li şûna ku li ser tevna dîjîtal nîqaşan bike, wê tercîh kir ku rasterast biçe dadgehê. Armanca wê ew bû ku bi riya biryarên dadgehê rê li ber tevgerên weha bigirin.
Ew dibêje ku ev rêbaz bi bandor bûye û gelek bikarhênerên tevna dîjîtal hişyartir bûne û îhtîmala berpirsiyariya qanûnî fêm kirine.
Têkoşîna qanûnî ya dirêj û biha
Ji ber ku hin ji kesên ku beşdarî kampanyayên reşkirinê bûn li derveyî Yemenê bûn, Al-Duba'i neçar ma ku li Yemen, Misir û Erebistana Siûdî dozê veke.
Ev pêvajo rêwîtî, prosedurên hiqûqî yên tevlêhev û barên giran yên darayî jî di hewîne. Hêdîbûna pêvajoyên dadwerî li hin welatan, bi taybetî, hem di hêla derûnî ve hem jî di hêla darayi ve gelek dijwar derket.
Al-Dubai dibêje ku malbata wê ji destpêkê ve piştgirî da wê, lê civak di destpêkê de matmayî man, gelek kesan baweriya xwe bi gotegotan anîn. Lewra di destpêkê de, hejmara alîgiran kêm bû.
Balkêş e ku gelek kesên ku di dema kampanyayên reşkirinê de bêdeng man, piştî ku doz çû dadgehê, navbeynkarî û lihevhatinê xwestin.
Aştiya civakî û mafên jinan
Al-Dubai bi vê awayî bang li Encumena Bilind a Dadweriyê ya Yemenê dike:
Damezrandina dadgehên taybet ji bo sûcên sîber
Bi lez derxistina qanûnek ji bo sûcê sîber û ewlehiya sîber
Al-Dubai wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Bêyî çareserkirina pirsgirêkên jinan aştîyek mayînde û stratejîk li Yemenê ne gengaz e. Avakirina civatek dadperwer û aram bêyî qanûn û polîtîkayên ku mafên jinan wekî welatiyên wekhev diparêzin ne gengaz e.