‘Li dijî guherîna avhewayê hişyarî divê’

Endama Konseya Polîtîkaya Navnetewî ya Guherîna Avhewayê Riham Hilmî bal kişand ser guherînên avhewayê û metirsiya ku ava dibe got: “Divê di asta bi bandor û nirxandina hevsengiyê ya bi awayek berfireh, were kirin.”

ASMA FETHÎ

Qahîre – Li pêşiya pêkanîna edaleta avhewayê, gelek astengî hene. Ji bo çareseriyê, analîzên rast di nava pirsgirêkan de ye. Welatên pêşketî bi dehan sal in beramberî guherînên avhewayê mafê hevsengîbûna wê jî dihewînin. Ev jî ancax bi erkgirtin û beşdariya gelan a di pêvajoyê de gengaz dibe. Ancax bi vî awayî rizgariyek kolektîf dikare pêk were. Jin ji van guherînan wek beşa ku herî zêde bandor lê dibe, derdikeve pêş. Ji ber di hundir û derveyê malbatê de bi rolên civakî û aborî, zêdetir bar hildigrin. Ev jî beşdarkirina wan a li polîtîkayên edaleta avhewayê ya navnetewî, dijwartir dike. Jin ji derveyî rastî awayên cûda yên tundiya ku xwe dispêre zayendê tên. Barên guherîna ji nişka ve ya hawirdorê hildigrin. 

Pêvajoya navnetewî ya edaletê avhewayê

Endama Konseya Polîtîkaya Navnetewî ya Guherîna Avhewayê di Foruma Xwarina Dinyayê de û Midûra Navenda Çareserî û pêşketinê ya ‘Enviro X’ê Riham Hilmî têkildarî mijarê axivî. Riham Hilmî diyar kir ku edaleta avhewayê, derbarê guherîna avhewayê de peymana hawirdorê ava kiriye û wiha got: “Li hinek welatan ji ber xebatên sanayî, gelek fosîl û hesin tê bikaranîn, di encama wê de jî di astek cidî de belavbûna karbondîoksîtê, dibe sedema guherîna avhewayê. Ji ber vê yekê jî, welatên ku di vê pêvajoyê de sûda wan tune û ji bandora wê zirar dîtine, kêm bipêş ketine an jî bipêş dikevin. Peymanên ku mafên wan mîsoger dikin, datînin holê. Di bingehê de edaleta avhewayê, tê wateya belavkirina berpirsyarî û derfetî ya adilane, welatên ku di aliyê aborî û teknolojî de bipêş ketin, erkdar in ku destek bidin welatên bipêş dikevin û kêm pêşketî. Ji ber ku ev gelên van welatan li beramberî bandorên asta bilindbûna deryayê, xirabbûna xakan, ketina kalîteya berheman, firtûne û lêhiyan, li ber belavbûnê ne.

Pêkanîna edaleta avhewayê

Riham Hilmî da zanîn ku ji bo welatên ku nebûna sedemên krîzên avhewayê, edaleta avhewayê, ji bo ev welat hevsengiya guherîna avhewaya van welatan û telafîkirina windahiyên civakî- aborî yên jiyan kirine desteka malî jî di nav de gelek qadan digre nava xwe. Riham Hilmî wiha got: “Divê gel di vê pêvajoyê de di asta biryardayînê de cîh bigirin. Bi saya vê yekê digel guherînên ku dijîn, dikarin destek bidin pêvajoyên polîtakayên hişyariyê. Di heman demê de divê poltîkayên navnetewî di ber çav re bên derbaskirin û bi çarçoveyên zagona xwecihî, beşdarî meclîs û pergalên rêveberiyê bibin, bi vê sayê di aliyê edaleta avhewayê de gavên şênber wê bên avêtin. Di pergalên xwarinê yên ku dighên çandinî, komkirin, hilberandin û heta hawirdora pêşketinan, peymanên hawirdorê dişopînin. Ev qad têkiliya civakê ya bi guherîna avhewayê û aboriyê de digre nava xwe û ne tenê hawirdor, hewcedarî bi nêzîkatiya edaletê ya pir alî jî heye.”

Rewşa jinan a bandorbûna ji guherîna avhewayê

Riham Hilmî destnîşan kir ku jin yek ji beşên civakê ya dişkê ye û piranî ji nedîtî ve tê. Riham got ku ji ber vê yekê jî yên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibin, jin in û wiha got: “Jin ji ber rola xwe ya di nava malbatê û rola wan a xebatên aborî de, tenduristî jî di nav de di gelek qadan de bandor dibin, gelemperî bi mûçeyên kêm dixebitin, ji parastina civakî û mîsogeriya mafan bê par mane. Di heman demê de tundiya ku xwe dispêre zayendiya civakî, qutbûna ji perwerdê, zewaca di temenê biçûk de û derbarê mêran de di xizmetên tenduristiyê de diyardeyên destpêkê, rewşa jinan giran dike.”

Rihan Hilmî amaje bi wê yekê kir ku erka jinan a ku destek dide civakê û sûd dide aboriyê heye û wiha pê de çû: “Lênêrîna di nav malbatê de, lênêrîna nexweş û xizmên nexweşan, di demên berhevkirina berheman de xebata di çandiniya li eraziyên çendiniyê de, anîna avê û gelek karên din, ji aliyê jinan ve tê kirin. Hemû ev kar, beramberek madî û manewî nabîne. Gelek deman jin çiqas westandî û nexweş bin jî, van erkên xwe didomînin. Lê belê tevî vê jî, ji ber kêmaniya polîtîkayên pêwîstiyên jinan, nebûna pergalên ku wan biparêze, bi taybetî di qadên gundewar de divê mijarên dûrxistina ji mîrasê, bi awayek cidî werin destgirtin.”

Astengiyên li pêşiya edaleta avhewayê

Riham Hilmî da zanîn ku yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêkanîna edaleta avhewayê, pêkneanîna fînansmanê ya wek tê xwestin e û wiha dom kir: “Di heman demê de agahdarnebûna gel a ji vê mijarê, nezanîna bandora guherîna avhewayê, li ser gel û pêşkêşnekirina teknolojiya ku ji heqê van bandoran derkeve, di nava astengiyên din ên girîng de ne. Dûrxistina civakan a ji pêvajoyên polîtîkayên li gorî pêwîstiyan, pirgsirêkek gelek mezin e. Ji ber her xwecihiyek pêwîstiyên wan ên cûda hene û ji bo fêmkirin vana, divê çareserî rast be. Navendbûyîn yek ji astengiyên li pêşiya çareseriyê ye. Ji ber vê yekê, divê li dijî navendîbûnê mekanîzmayên destekê werin avakirin.” 

Pêşniyarên ji bo edaleta avhewayê

Riham Hilmî anî ziman ku di asta xwecihî de planên hevsengiyê û divê hedefên xwegihandinê werin diyarkirin, bi vî awayî hişyarîkirina civaka sivîl, pêkanîna fînansman û di qadên din de destek pêşkêş bike. Riham diyar kir ku lê belê ji bo vê yekê pêwîstî bi planên eşkere û şefaf ên beşdariyê heye û wiha got: “Divê civaka navnetewî, li rêgeza berpirsyartiya hevpar û erkên cûda baldar be, destûr bê dayîn ku welatên ku di pêvajoyên pêşketinê de mezin bibin. Ji ber li gel mezinbûnê, emisyonên tên, li berçav bên girtin. Mînak, welatên wek Çîn û Emrîka ku xwedî çavkaniyên mezin ên emisyonê ne, erkên ku welatên din wekhev bigre. Divê rêz nîşanî welatên ku bipêş dikevin bidin, derbarê destekdayîna fînansmanên têrker, pêkanîna hevsengiyê de, alîkariyên profesyonel ên wek (pergalên hişyariyê, desteka teknolojî) werin pêkanîn. Ji bo koma jinan ku herî zêde bandor dibin, divê fînansman werin zêdekirin. Di heman demê de ji bo herêmên sînor ên hesas û herêmên çolbûnê ji bo guherîna avhewayê pêwîstî hê zêdetir bi destekê heye.”

Riham Hilmî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin beşdarî pêvajoyê werin kirin, awayên tundiya li dijî jinan werin belgekirin, mafê jinan yên aborî, hiqûqî, civakî, hawirdor û medenî werin naskirin û her cûrê destek bê dayîn. Wê ev wisa bike ku jin ji heqê bandora guherîna avhewayê derkevin.”