Tevî astengiyan jî li Mexribê jin di qada aboriya kesk de cih digirin
Lêkolînera biyoperwerdehiya deryayî û çalakvana jîngehê Latîfa Sirûx da zanîn ku tevî ku beşdariya jinan li Mexribê di aboriya kesk de bi kêşeyan re dimînin jî ew tê de cih digrin.

RECAA XEYRET
Mexrib – Beşdarbûna jinan a di biryardayîna têkildarî jîngeh û guherîna avhewayê de ji bo kêmkirina rîskên wê, hewldanên girîng hewce dike. Jin di aboriya kesk de roleke girîng dilîzin. Veguherîneke dadperwerane ya avhewayê bêyî kêmkirina dijwarî û astengiyên ku jin di pêkanîna veguherîna kesk de pê re rûbirû dimînin û beşdarkirina wan di biryargirtina jîngehê de, nikare were bidestxistin.
Rola jinê di xurtkirina aboriya kesk de girîng e
Lêkolînera biyoperwerdehiya deryayî û çalakvana jîngehê Latîfa Sirûx got ku rola jinan di veguherînek dadperwer a avhewayê de hem li ser asta navneteweyî û hem jî li ser asta neteweyî pirsgirêkek lezgîn e. Latîfa Sirûx wiha dest bi gotinên xwe kir: "Nêzîkatiya Mexribê wek lîstikvanek sereke di qada jîngeh û pêşkeftina domdar de wê ji girîngiya tevlîkirina jinan a di hewildanên ji bo veguherînek dadperwer a avhewayê de, haydar dike. Ev gavek girîng e ber bi mîsogerkirina veguherîna ber bi aboriyek kesk a kêm-karbon ve ye."
Bername û stratejiyên jîngehê yên neteweyî
Latîfa Sirûx derbarê girîngiya beşdarbûna jinan a di pêşxistina bername û planan de behsa têkiliya kevnar a jinan bi erdê re kir û wiha got: "Herî zêde li deverên gundewarî jin bi erdê ve girêdayî ne, li wir çandinî û berhevkirina berheman dikin. Ji ber vê ew xwedî zanîn û ezmûnek berfireh a di rêvebirina erdê de ne. Ji ber vê girîngiya beşdarbûna jinan a di pêşkeftina domdar û veguheztina bo aboriyek kesk de, heye. Mexribê di vî warî de gavên girîng avêtiye, komek stratejî û polîtîkayên neteweyî pejirandine ku pabendbûna siyasî, çarçoveyên qanûnî û jîngehê û wekheviya zayendî dihewîne. Ev stratejî ji bo pêşxistina jinan e. Bernameyên perwerdeyê ji bo jinan di warê enerjiya nûjenkirî, çandiniya ekolojîk, vezivirandina bermayiyan û hunerên destan ên hawirdorparêz de hene."
Di warê aboriya kesk de projeyên pêşeng
Latîfa Sirûx di nav projeyên pêşeng ên di warê aboriya kesk de çavdêrî kiriye, bi taybetî li bakurê Mexribê projeya "Inno Vert" meşandiye. Latîfa Sirûx wiha dewam kir: "Ew projeyek Mexribî-Spanî ye ku li Tangierê destpê kiriye û armanc dike ku şiyanên jin û ciwanan di aboriya kesk de zêde bike. Proje bi riya kooperatîfan di enerjiya nûjenkirî û hilberîna çareseriyên alternatîf de dixebite. Bername hişyarkirinê, teşwîqkirina nûjeniya teknolojîk û xalên din ên ku karsaziya kesk, dihewîne."
Ji bo jêhatiyên jinan roleke girîng e
Latîfa Sirûx derbarê girîngiya beşdarbûna jinan a di warê aboriya kesk de wiha got: "Bi saya jêhatiyên van jinan a di rêvebirina karsazî û koperatîfên herêmî de û beşdarbûna wan a di civîn û dewreyên perwerdeyê de, me ji pisporiya wan a di aboriya dîjîtal a kesk de sûd wergirt. Emê platformek ku ji bo koperatîfên beşdar hatiye peydakirin ezmûn û pisporiyê biguherînin. Rola girîng a van civîn û foruman di serkeftina karsaziyên biçûk û navîn de, her wiha di pêşvebirina berhemên çandiniya organîk ên herêmî û dayîna statûya ku heq dikin de heye."
Rola bernameyên piştevaniya jinan di aboriya kesk de
Latîfa Sirûx balkişand ser bernameyên ku jinan di warê aboriya kesk de bihêz dike û wiha pê de çû: "Gelek bername wek projeya FAREDEIC ji bo jinên gundewarî ku ji bo pêşkeftina aborî ya berfireh û guherîna avhewayê pabend e, hene. Ev proje ji hêla rêxistina navneteweyî ya nehikûmî WECF ve destekkirin. Her wIha rêxistina GEDI jî heye ku di vê çarçoveyê de dixebite û beşdarî pêkanîna hejmarek projeyên kesk ji bo jin û ciwanan, bi taybetî li herêma Tangier-Tetouan, bûye."
Tevî kêşeyan jin di aboriya kesk de cih digrin
Latîfa Sirûx diyar kir ku gelek astengî û kêşeyên ku rola jinan di aboriya kesk de qels dikin, hene û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev kêşe bi faktorên çandî û civakî ve girêdayî ne, ji ber ku hê jî rola jinan di lênêrîna mal û zarokan ve sînordar e. Tevî hemû dijwarî û astengiyan, beşek mezin ji jinan xwedî ruhekî têkoşer in ku asta qels a perwerdeyê derbas dikin û zanîn, agahî, teknolojî û perwerdehiya pîşeyî ya pêwîst ji bo serkeftina karsaziyên xwe û projeyên têkildar, bi dest dixin. Divê hewldanên hevgirtî bên kirin da ku jin werin teşwîqkirin û hînî teknolojiyan bibin. Di heman demê de divê dabînkirina perwerde û şopandinê ji bo jinan ji destpêka karsaziyê heta qonaxên dawîn ên projeyê bên kirin."