Bonoboyên mê li hember nêran bi rêxistin têdikoşin

Li gor lêkolînek nû ya di Kovara Communications Biology de cîh digire; bonoboyên mê li hember bonoboyên nêr dibin yek û tevdigerin.

 

Navenda Nûçeyan- Kovara Communications Biology, têkildarî bonoboyên mê lêkolînek weşand. Di lêkolînê de tê gotin ku bonoboyên mê li hember bonoboyên nêr hêza xwe dikin yek û têdikoşin. Zanist ev demeke dirêj e li ser vê mijarê lêkolînan dikirin. Ji ber ku didîtin bonoboyên nêr di aliyê fizîkî de mezintir û bihêztir in lê yên mê di civakê de xwedî gotin in.

 

Nifşê bonoboyên li xwezayê, li ber tunebûnê ye. Tenê li Kongoyê dijîn û ev 30 sal in çavdêriyên li ser wan tên kirin, encamên balkêş derdixin holê. Li gor van çavdêriyan bonoboyên mê ji bo ku li hember bonoboyên nêr hêza xwe nîşan bidin, dibin yek.

 

Lêkolîneran dîtin ku ev komên mêyan, nêran ji daran derdixin, piştre jî ji xwe re xwarinê peyda dikin. Her wiha hat dîtin ku yên mê komên qelebalixtir çêdikin û di astên civakî de di rêzên bilindtir de cîh digirin.