'Bi hevkariya civakî emê jiyanek saxlem dûrî nexweşiyan mîsoger bikin '

Bi armanca belavkirina çanda hevkariya civakî di nava şêniyan de Meclisa bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya gel a bajar û saziyên civaka sivîl kampaniya paqijkirina bajar dan despêkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Em kolanên xwe paqij bikin û bajarê xwe bikin mînak “ Meclisa bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya gel a bajar û saziyên civaka sivîl ên bajar des bi kampaniyek berfireh ya  paqjiyê dan despêkirin. Di çarçoveya kampaniyê de  Taxa Eskerî ya li navenda  bajarê Hesekê hat paqijkirin. Ev hemle dê di hefteyê rojekê dewam bike û her rojek dê taxek were paqijkirin.

‘Paqijî beşek sereke di qada parastinê de ye ‘

Têkildarî Mijarê Endama Komîteya Parastinê ya meclisa bajarê Hesekê Rojîn Elî tekez kir ku paqijî beşek bingehîn ji parastinê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: ” Ev hemle hat despêkirin bi armanca ku kolanên bajarê me were paqijkirin û belavkirina çanda paqijiyê her wiha belavkirina çanda hevkariya civakî di nava şêniyan de. Hemle ji aliyekî em paqijî dikin aliyek din jî birûşûrat li gel û xwediyê firoşgehan tê belavkirin. Em dixwazin civak û jîngehek saxlem dûrî nexweşiyan were çêkirin, bi van hemleyan emê bikaribin bighêjin armanca xwe. Rastî şaredarî her çiqas hewldanê xwe dike û bi erkê xwe radibe lê me pêwistî dît ku em pêre bibin alîkar û dest bi vê hemlê bikin . Paqijî beşek sereke û bingehîn di parastinê de ye, hem em jîngeha xwe diparêzin , tenduristiya xwe diparêzin û bajarê xwe bi wêneyek xweş bidin diyar kirin.”

‘Em bihevre wêneyek xweş bidin bajarê xwe ‘

Endama komîteya çand û Huner a meclisa bajarê Hesekê Xezna Ebûd diyar kir ku, paqijî çande û gerek em di riya paqijiyê de çand û şaristaniya xwe biparêzin û wiha axaftina xwe dewam kir: ” paqijî çand û şaristaniye , ev hemle rihê civakbûyînê dide avakirin û wekî hişyariyek ji şêniyan re ye ku pêwistî heye her kes li ber mala xwe û kolana xwe paqij bike û bi şaredariyê re bibe alîkar. Dema em bajarekî paqij dibînin em çand û şaristaniya wê civakê dizanin, ji ber ku paqijî pirsgirêkek ji hişmendiyê tê, ev pirsgirêk gelek nexweşiyan bixwere tîne lewma em dixwazin her kes tevlî vê hemlê bibe û em bihevre wêneyek xweş bidin kolan û bajarê xwe.”

‘Çanda hevkariya civakî çandekî girîng e ‘

Hevseroka navenda jîngehîn a bajarê Hesekê Rovend Ebdo da zanîn ku paqijî jiyana mirov û xwezayê diparêze û wiha anî ziman: ” Paqijî erkek ji her kesî tê xwestin ji komînan heya meclis û her ferdekî di civakê de. Ji bo ku em jiyanek saxlem dûrî nexweşiyan bidin avakirin hem ji mirovan re hem jî ji xwezayê re pêwiste em çanda paqijiyê û hevkariya civakî pêş bixin. Em bang li şêniyan dikin ku tevlî kampaniyayê bibin di hefteya pêşiya me de, da ku em jiyanek saxlem û paqij ava bikin.”

Hemle bi rengekî sîstematîk were dewam kirin û her hefte dê taxek ji bajar were paqijkirin.