'Ji sedî 90 darên li Çiyayê Kizwanan hatine birîn'
Meha Îd El-Hilû ya ji gundewarên Mexlûca ya çiyayê Kizwanan e, ragihand ku di nav 4 salan de ji sedî 90 darên li Çiyayê Kizwanan hatine birîn û got ku pêwîst e alternatîfên lezgîn bên dîtin.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Çiyayê Kizwanan herêmeke çiyayî ye, bi çandina darên xwezayî û daristanî pir bi nav û deng bû û bûbû cihê seyrangeha gelê Kantona Cizîrê. Bi destpêkirina şoreşa li Sûriyeyê û ketina rejîmê re, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê valatiya ku çêbû, qezenc kirin û Çiyayê Kizwanan kontrol kirin. Ji lewra ji Adara 2011’an ve, bi awayekî bê ser û ber darên kizwanan û yên daristanî êdî hatin birîn.
Ji sedî 90 darên çiyayê Kizwanan hatine birîn
Li gor Komîteya Ekolojî ya Şaredariya Gel, li Çiyayê Kizwanan ji sala 2011’an heta 2025’an ji sedî 90 ji daran hatine birîn. Sedema jêkirina daran, guheriye. Êdî gel ji bo qirşikan daran dibire. Di wextekî de ku baş nikarin sotemenî û xaza xwe dabîn bikin, daran dibirin. Herî zêde darên kajê, darên kizwanan û darên behîvan tên birîn. Beşek ji kesên ku destdirêjiyê li xwezayê dikin, bi van daran bazirganiyê dikin.
Rezervên xwezayî li çiyayê Kizwanan di xeterî û karesatên jîngehî de ne. Li Mexlûca ya çiyayê Kizwanan rezerva xezalan heye. Li wir tenê ji 7 heta 12 rezerva xezal heye û ev ji aliyê Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê ve tên parastin.
Ji sedî 25 darên ku ji sala 2018’an heta niha li çiyayê Kizwanan û gundewarên wê tên çandin, zeytûn, behîv û fisteq in.
Ceza çi ne?
Li gorî komîteya Ekolojî ya li çiyayê Kizwanan, di 2 salên dawî de birîna daran zêde bûye. Di Zagonên Cezayî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, kesî/ê ku darê bibre û zirar bide, ji 500 heta milyonek lîreyê Sûriyeyê cezayê pere dide. Ev ji bo darên sînayî, lê ji bo darên xwezayî û bi taybetî jî darên kizwanan e. Her wiha ji bo qutkirina daran û li şûna wê avakirina avahiyekê, ceza ji 2 heta 3 milyonan diguhere. Ger ku dar hişk bibin jî, ancax Şaredariya Gel dikare jêke û bi pereyek hindik bifroşe şêniyan.
Li ser girîngiya parastin û zêdekirina çandina daran, Meha Îd El-Hilû ya ji gundewarên Mexlûcaya çiyayê Kizwanan e, ji ajansa me re axivî û rê û rêbazên pêşxistina çandina daran û hişyarkirina şêniyan nîşan da.
‘Qutkirina darên hişk rewşeke awarte ye’
Meha Îd El-Hilû qutkirina daran wek rewşeke awarte bi nav kir û wiha sedemên wê vegotin: “Ev ji bo qutkirina darên hişk derbasdar e. Ji ber ku di çêkirina xwarinê û nanê tenûrê de tê bikaranîn. Carnan mazota zivistanê têra me nake, şênî xwe dispêrin qutkirina daran. Ji lewra pêwîstiyek heye û em alternatîfa wê darên hişk dibînin, ji ber hin caran ba û bahozên çêdibin, dibin sedem ku darên dirêj werin şikestin. Mînak, beriya demekê ji ber ba û bahozê 30 dar hatin şikestin û me hinek ji wan kom kirin. Ne ku em zirarê bidin xwezayê, lê belê dar û darikên hişk em dikarin rakin û jê sûd bigrin.”
Çandina daran a bi pirsgirêka avê re rû bi rû ye
Meha Îd El-Hilû sûdên çandinî û zêdekirina daran bi têkoşîn û şerê li hember çolbûnê pênase kir û wiha berdewam kir: “Dar oksijînek paqij dabîn dike, dibe sedema anîna baranê û bedewiyeke dide çiyayê Kizwanan. Lê pirsgirêka avê heye. Ne li her gundek bîra avê heye û ne jî torên avê dighên wê. Ji bo çandina darên zeytûnan û gulan, avek zêde dixwaze. Çawa dar hevsengiyek ekolojîk çêdike, av jî wiha girîng e. Ji lewra ti projeyek wiha mezin ji bo çêkirina bîrên deryayî li her gundekî û zêdekirina şêniyan bi avê, çênebûye. Em li dijî qutkirina daran in.”
Alternatîf çi ye?
Meha Îd El-Hilû ji bo hişyarkirina şêniyan a di mijara qutkirina daran de, alternatîfekê dibîne û wiha behsa wê dike: “Divê ku baxçeyên sebzeyan werin çêkirin da ku darikên ku ji wî baxçeyî piştî hişkkirinê di çêkirina nan û xwarinê an jî ji bo sobeyan were bikaranîn. Ev dibe alternatîfek baş û bê zirar. Lê ji ber ku ev der veguheriye herêmeke çolî, her demsal çandina sebzeyan jî bi sernavkeve. Sedema wê jî, êrîşa mêşên spî ye. Paqijkirina daristanan a ji pelan jî pêwîst e. Ji bo ku şewat di daristanê de dernekeve . Ji ber çixareyek, nêzî 300 heta 400 dar şewitîn. Ji lewra rezervên xwezayî û dar, ji aliyê şêniyan ve divê werin parastin û rê nedin ku kes destdirêjiyê li xwezaya me bike."
Ji bo têkoşîna li dijî çolbûnê qada çandiniyê ya lezgîn divê
Meha Îd El-Hilû da xuyakirin ku divê mezreyeke daran hebe ku li şûna darên hişk yên tên qutkirin, darên kesk werin çandin û wiha dewam kir: “Gava derfet hebin û rewşa aborî ya gel baş be, gel dikare li şûna her dareke hişk, dareke din biçîne. Li çiyayê Kizwanan mezreyeke daran hebe, wê baştir be. Ji ber gelek cûreyên daran hene û pereyên wan jî di navbera baş û biha de ne. Divê ku darên berhemdar wek hinar û zeytûnan werin çandin. Projeyên çandiniyê hebin ku erdên hişk îstîsmar bikin, derfetên kar ji bo jinan dabîn bikin û ji aliyekî din ve jî li dijî çolbûnê herêmên kesk zêde bikin. Dar ji girîngtirîn tiştên di jiyanê de ne, ji ber ku di salên borî de me hin cûreyên çûkên nû li ser darên xwe dîtin. Ev jî dibe sedem ku hêviyek me çêbibe. Her kesek di çandin û xweşkirina xwezayê de berpirsyar e.”
‘Pêwîst e bi kolandina bîrê re dar jî werin çandin û bibe çandek’
Meha Îd El-Hilû bang li her malbatek kir ku bîreke avê ya deryayî bikolin, li kêleka wê 2 heta 3 daran jî biçînin. Meha wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bîra avê ya ku wê were belavkirin ji bo gel baş e. Dar dibin stargeha çûkan û hevsengiya jîngehî çêdike. Divê saziyên pêwendîdar yên jîngehê alîkarî bidin projeyên çandiniyê û gel bi parastina xwezayê û girîngiya wê hişyar bikin. Herêma Mexlûca ji xweştirîn devera di çiyayê Kizwanan de bû, bi av û xezalên wê dihat nasîn. Ji ber vê divê gel careke din dest bidin hev û çiyayê xwe kesk û bedew bikin."