Hişkesalî bandorek neyînî li jiyanê dike

Hişkesaliyê bandorê li ser jiyana civakî ya hemwelatiyan kiriye û li gorî beşek şarezayan bi taybetî gundên herêmên Kurdistanê di nava 20 salên dawî de heta niha, 10 caran hişkesaliyê dîtine.

DÎVAN SÎHAD

Ranya – Hişkesalî diyardeyek xwezayî û bi aloz e ku li piraniya herêman rûdide, dibe sedema xirabûna rewşa aborî û civakî ya welatiyan. Hişkesalî ji ber kêmbarîna berf û baranê çêdibe, dibe sedema kêmbûna berhemên çandinî û lawirvaniyê. Di roja îro de ji ber guherîna avhewayê li Kurdistanê, îsal jî ji ber bêavî û hişkesaliyê hemwelatî gelek tengev bûne.

Têkildarî vê mijarê beytar û çalakvan Soma Hatem û Serwîn Celal ku rûniştvanên Binarê Qendîlê ne ji ajansa me re axivîn. 

‘Ji ber şer û wêraniyê pileya germahiyê zêde dibe’

Soma Hatem, diyar kir ku yek ji qadên girîngî hatiye dayîn qada jîngehê ye ku di nav de  guherîna avhewayê heye û wiha got: “Guherîna avhewayê di çend salên borî de gelek zêde bûye û pileya germahiyê bilind bûye, bandorê li zevî, mirov û lawiran kiriye. Sedema bandora bilindbûna pileya germahiyê toz û kêmbûna avê ye. Kêmbûna avê ku em îsal hîs dikin, van diyardeyan bi çavên xwe dibînin. Ev yek hişkesalî ye lê belê li gorî çend lêkolînan lêkolîner ji me re dibêjin ev ne hişkesalî ye, encamên guherîna avhewayê ye ku ji ber şer û wêrankariyê û zêdebûna wesayîd û amûrên veguhestinê û dumana wan e. Zêdebûna hejmara rûniştvanan hemû bandorê li ser bilindkirina pileya germahiyê kiriye û zêdebûna rêjeya gaza jehrî di zeviyan de pileya germahiyê zêde dike. Ji ber bilindbûna pileya germahiyê û kêmbûna avê, gelek nexweşiyên bakterî û vîrus, bi taybetî di werza havînê de belav dibin. Zêdebûna gazên jehrî di nava hewayê de dibin sedema metirsiya nexweşiya penceşêrê.” 

‘Berhemên lawirvaniyê kêm bûne xetera guherîna demografiyê heye’

Soma Hatem, da zanîn ku îsal li herêma Kurdistanê berhemên cotkarî û lawirvanî kêm bûne û wiha got: “Em ê di dawiya werza havînê de van badoran hîs bikin. Berhemên lawirvanî û cotkaran ji ber bilindbûna pileya germahiyê kêm bûne, ev germahî dibe sedema kêmbûna xwarina lawiran. Bandora bilindbûna pileya germahiyê, dibe ku em niha li Kurdisanê hîs nekin lê belê piştî 30-40 salên din em ê hîs bikin, wê ev germahî demografiya herêmê biguherîne. Ji ber her herêma ku germ dibe dibe çol û şert û mercên jiyana bi tendurist lê nemînin û av lê kêm bibe êdî pêwistî bi cihek ku av tê de hebe mirov lê bijîn heye. Ji ber ger ew rêgezên jiyanê li wê derê nemabin ew cih hewaya wê qirêj bibe û xak hişk bibe, av tê de namîne û çavkaniya kanî û bîran zuha bibe, ew kes neçar dibin ji cihên xwe koç bikin û biçin cihekî din ku hewaya wê paqijtir û av tê de hebe.”

‘Kêmbûna barîna ferfê bandorê li çavkaniya avê kiriye’ 

Rûniştvana Binarê Qendîlê Serwîn Celal, wiha got: “Em niha di hişkesaliyeke gelek dijwar de derbas dibin. Sala 2025’an ku ji ber kêmbarîna baran û berfê bandorek zêde li çavkaniya avê kiriye, rûbar gelek kêm bûne, vê yekê jî ji bo rûniştvanên Binarê Qendîlê gelek pirsgirêkan bi xwe re aniye. Dibe sedem ku rûniştvanên Binarê Qendîlê nikaribin li gorî pêwist e kar û barên xwe bikin. Debara jiyana xelkê vê herêmê li ser çandinî û lawirvaniyê ye. Hişkesalî û guherîna avhewayê, bandorek zêde li ser Binarê Qendîlê kiriye. Gelek bîrên ku hene, ger zuha bibin û av kêm bibe, xelk dê nikaribe sûdê ji wan bibîne, ji ber wê dibe sedem ku bax û baxçe hişk bibin. Di heman demê de em nikarin debara jiyana xwe ya ku li ser çandinî û lawirvaniyê ye bikin.”  

Dahata jinan kêm dibe û em ê debara jiyanê ji dest bidin’

Serwîn Celal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên Binarê Qendîlê bi awayekî berbiçav nikarin debara jiyana xwe bikin. Ji ber debara wan li ser çandinî û lawirvaniyê ye û ji ber wê jî ew weke berê debara jiyana xwe pêk naynin. Di heman demê de rûniştvanên Binarê Qendîlê pêwist e em hişkesaliyê derbas bikin û bi awayekî guncaw nêz bibin, wisa bikin ku zêdetir bandorê li ser Binarê Qendîlê neke. Divê em zêde avê nerijînin û bi awayekî yeksan av têra hemû malên gund bike û em hemû bikaribin sûdê jê bigrin.”