Bi kêmbûna ava Çemê Firatê re ji bo herêmê rojên bi xeter xuya dikin

Ji ber ku dewleta Tirk pêşî li ava Çemê Firatê girtiye, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê rewş ber bi xeterê ve diçe. Kêmbûna asta avê, di warê çandinî, cereyan û ava vexwarinê de dibe sedema krîzan.

NUR EL-AHMED

Reqa – Hevseroka Konseya Avdanî û Çandiniyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Xufran Ebduselam, diyar kir ku di demên dawî de kêmbûna zêde ya asta ava Çemê Firatê, bûye sedem ku gelek îstasyonên avdaniyê û erdên çandiniyê neyên bikaranîn.

Gelê herêmê di warê hilberandina cereyan û ava vexwarinê de bi gelek kêmasiyan re rûbirû maye. Ev rewş, dibe sedem ku çavkaniyên xurekê zirarê bibînin û xeterek mezin bi xwe re tîne.

Ji 14 milyar metrekupan daket 10 milyaran

Kapasîteya giştî ya depokirina ava Çemê Firatê, 14 milyar metrekup bû, ji ber ku av têk tê berdan daketiye 4 milyar metrekup. Asta avê ya çem ya herî kêm ku ji asta deryayê 304 metre bû, ev ast niha daketiye 297.38 metreyan û di golê de 6 metre av çêbûye. Hilberîna hidroelektrik a ku ji bo xebitandina îstasyonên avdaniyê tê bikaranîn jî ji yekê pir bi bandor bû. Li gorî rêveberên bendevanên li herêmê, niha di saniyeyê de 250 metrekup av tê berdan lê li gorî peymana navneteweyî ya di sala 1987’an de hatiye îmzekirin divê di saniyeye de 500 metrekup av were. Li gorî daneyên santralên cereyanê, li herêmê çar jeneratorên ku ji bo hilberandina enerjiye li herêmê tên bikaranîn, xwedî kapasîteya 440 megavat hilberînê bûn lê ji  ber kêmbûna avê niha tenê 120 megavat tê hilberandin.

Polîtîkayên avê yên dewleta Tirk

Xufran Ebduselam, diyar kir ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê avê, weke “amûra zextê” bi kar tîne û got: "Tirkiye, li gorî peymana ku divê di saniyeyê de 500 metrekup av derbas bibe tevnagere û bi salan e tenê nîvê miqdara ku hatiye diyarkirin avê berdide. Di demên dawî de ji bo avdanî û pêdiviya enerjiyê ava golê tê bikaranîn, ev yek jî dibe sedem ku asta ava bendavê kêmtir bibe.”

Xufran Ebduselam diyar kir ku vê kêmbûnê bûye sedem hilberîna cereyanê ya ku ji bo pompeyên ava vexwarinê bixebitin pêwist e, daye sekinandin û got: "Ji ber ku cereyan çênebûye, niha me berê xwe daye şewateyê û ev yek bû sedema zêdebûna xerckirinê."

Bandorên pêşîgirtina avê yên li ser herêmê

Xufran Ebduselam, bal kişand ku ger dewleta Tirk pêşîgirtina avê bidomîne, dibe ku hemû kanalên avdaniyê bi temamî bisekinin û wiha domand: "Asta ava bin erdê li devê çem jî kêm dibe. Vê rewşê li ser îstasyonên ku ava vexwarinê temîn dikin bandorê çêdike û dibe sedem ku bi qasî pêdiviyê av tunebe.”

Xufran Ebduselam bi gotinên; “Astên kêm ên avê, qelîteya avê jî kêm dikin, dibin sedem ku di lûleyên avê de kevz û giyayên bi zirar çêbibin” bal kişand ku ev yek dê bibe sedema jehr-jehrîbûn û sedema nexweşiyên cur be cur.

Xufran Ebduselam diyar kir ku çandinî û aborî jî ji vê rewşê zirarên mezin dibînin û wiha got: “Aboriya herêmê zêdetir bi çandiniyê (genim, ceh, pembû hwd.) pêk tê lê ev berhem ji berk u pêdiviya van berheman zêde bi avê heye, av kêm e, dibe sedem ku berhemdariya van zeviyên çandiniyê kêm bibe û zuha bibin. Ajal jî ji vê yekê xirab bi bandor dibin.”

Xufran Ebduselam, bal kişand ku cotkar neçar dimînin bi maliyeteke zêde ji bendavan avê bikşînin, vê yekê jî hilberînê zor kiriye û wiha domand: “Ji ber ku av kêm tê berdan, asta ava di golê de 6 metre kêm bû. Di vê dema ku havîn e û gelek tişt tên çandin de, pêdivî saniyeye bi 90 metrekup avê heye û ev yek pêk nayê."

Çareseriyên alternatîf

Îdareya bendavê, ji bo zexta li ser Çemê Firatê kêm bike li ser riyên hilberîna enerjiya alternatîf dixebite. Enerjiya rojê, santralên ku bi gaza xwezayî dixebitin û saziyên sefandina ava bi xwê jî di nava van alternatîfan de ne.

Xufran Ebduselam, di dawiya axaftina xwe de bang li civakên navneteweyî û saziyên alîkariya mirovî kir bal kişand ku divê zextê li Tirkiyeyê bikin û zorê bidin ku li gorî peymanê tevbigere. Xufran Ebduselam wiha bi dawî kir: "Ger vê krîza avê bidome dê bibe sedema felaketek mezin ji bo gelê herêmê."