Jin û xweza: Ji Xwedawend Îştar heta Koma Îştar a li Kirmaşanê

4500 sal paşê piştî ku fîgurê Xwedawend Îştar li berwarê Çiyayê Patir ê li Serpul Zehab ê Kirmaşanê li ser zinar hat xêzkirin, niha çend jinên ji Serpul Zehabê ji bo parastina xwezayê biryara avakirina komek dan.

NESÎM EHMEDÎ

Kirmaşan – Di dîrokê de Îştar xwedawenda zanîn û vejînê bû, gelek festîvalên biharê li ser navê wê hatin lidarxistin. Bahar, tê wateya zindîbûna xwezayê. Ji ber vê yekê Îştar dikare weke sembola xweza û parastina wê were dîtin. Jin jî ji ber hêza xwe ya zayînê dikarin nêzî xwezayê werin dîtin. Ji ber vê têkiliya di navbera jin û xwezayê de pir girîng e, ji hev venaqete.

Di dilê xwezayê de şikandina tabûyan

Endama Koma Hawirdorê ya Îştar Mahbûbe wiha dibêje: “Jin zêdetir dikarin bi xwezayê re têkilî daynin. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku xwedawendên têkildarî afirandin û axê, fîgurên wan ên jinan in. Xweza perçeyek ji jinan e. Zagonên mêran maf didin jin din ava zeviyan de karkeriyê bikin û ajalan biçêrînin lê maf nadin wan der bare xwezayê de biryaran bigrin. Ji ber vê yekê vê hewldana me ya li bajarê biçûk Serpul Zehabê, ji bo şikandina tabûyan e. Armanca me ew e ku em nîşan bidin jin dikarin xwezayê biparêzin û di warê parastinê de biryaran bigrin.”

Jin parêzvanên bêdeng ên xwezayê ne

Jin tevî astengiyên pergalên desthilatdariya mêr jî ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo xwezayê jî têkoşiyane. Xweza gelek caran bûye hedefa hinek aliyan û hatiye texrîbkirin. Armanca wan aliyan ew e ku di nava pergala kapîtalîst de xwe bi hêz bikin. Di navbera wan komên ku xwezayê texrîb dikin de pir kêm jin hene; beramberî vê di hewldanên ji bo parastina xwezayê de jin her dem di refên li pêş de ne.

Ji Chîpko heta Serpul Zehabê

Ji em vê mijarê baştir fam bikin divê em li tevgera Chîpko ya di salên 1970'yan de li Hindistanê çêbû binêrin. Vê tevgerê li dijî darên li daristanan, yek ji tevgerên hawirdorê yên girîng bû, jinan pêşengî jê re dikir. Di demeke ku hewldana birandina daran hebû, nêzî 30 jinên gundî, li dijî xebatên birandina daran derketin. Tevî ku ji aliyê kesên li daristanan dinêriyan ve gef li wan hat xwarin jî her yekê ji wan darek hembêz kir û nehişt werin birîn. Vê têkoşînê bi serkeftinê bi encam bû, vê tevgerê bû mînakek dîrokî ku jin çawa dikarin di çalakiyên ji bo parastina xwezayê de pêşengiyê bikin.

Mahbûbe gotinên xwe wiha didomîne: “Gelek jin fam nakin ku jin di fikara parastina xwezayê de ne. Destpêkê dema ku me li hinek gundan paqijiyê dikir, jin li gundan ji me re digotin ‘hûn ji şaredariyê pere digrin loma vî karî dikin?’ An jî digotin haya hevjîn an jî bavê me ji vê yekê heye. Van gotinan nîşan didin ku jin dema bi biryarên xwe ji bo tiştek têdikoşin di çanda me de ecêb xuya dike. Bi demê re me ji jinan re got ku zibale, nexweşiyê çêdikin, ji bo ajalan jî nebaş in. Pê re wan jinan bi dilxwazî bi me re xebitîn. Heta çalekî mezin vekirin, zibaleyên xwe tê de şewitandin û derdorê paqij kirin. Destûr nedan kesên ji bo geştê dihatin wê derê zibaleyên xwe bihêlin. Ango jin ji mêran zêdetir xwedî potansiyela parastina xwezayê ne, tenê ger riya wan neyê girtin dizanin çi dikin.”

Xweza awêneya bedena mirov e

Endameke din a komê wiha dibêje: “Di xwezayê de çi hebe di bedena mirov de jî heye. Rehên li ser pelên daran pir dişibin rehên mirov. Bronşên me dişibin şaxên daran. Bedena mirov teyîsandina xwezayê ye lê şibandina di navbera jin û xwezayê de ew e ku herdû jî zulmê dibînin. Bi sedan salan jin û xweza ketin bin tehekuma feraset desthilatdariya mêr û hêzên texrîbkar. Em çiqas bikaribin zêdetir bi xwezayê re têkilî çêbikin û wê biparêzin, em ê ewqas bikaribin ji pergalên desthilatdariya mêr û dijminên jin û xwezayê ewqas rizgar bibin.”

Françoîse d’Eaubonne û têkiliya jin-xwezayê

Li gorî nivîskar û femînîsta Fransiz Françoise d’Eaubonne, tehekuma li ser jin û xwezayê ji heman kokên pergala desthilatdariya mêr xwedî dibe û divê herdu alî bi hev re werin nirxandin. Li gorî wê pergala ku jinan digre bin zextê, li ser xwezayê jî zextê dike.

Azadiya hevdem

Li gorî vê nivîskarê, şiyariya jinan a ji bo parastina xwezayê, di heman demê de dikare bibe kilîta azadiy ji desthilatdariya mêr. Nêzikahiya ji bo parastinê ya jinan a ji bo xwezayê çiqas bi hêz bibe dê azadiya hevdem a jinan û xwezayê jî ewqas nêz bibe. Ev têkilî, her ku bi hêz bibe dê bi xwe re temînata hilweşîna pergala mêr bîne.