Tîma Hentbol a Keçan bû şampiyon

Di lîstikên Ciwanên Asya ku li Behreynê hat lidarxistin de serkeftina sporvanên Îranî didome. Tîma jinan a hentbolê, bû şampiyon. Sporvanên jin ên Îranî, di halterê de du madalya bi dest xistin, nûnera boksa jinan jî madalyaya bronz girt.

Navenda Nûçeyan – 28’ê Cotmehê roja Sêşmê di roja sêyemîn a Lîstikên Ciwanên Asya 2025 ku li  Hindistanê hat lidarxistin de tîma hentbola jinan a Îranê, Hindistanê 43–26 têk bir, bû şampiyona turnûvayê.

Lîstika di navbera Îran û Hindistanê de, bi saeta herêmî 15:00’an de li salona Um el-Hassam a li Manamayê hat lîstin. Şagirtên Meryem Rızayian, tûra pêşîn bi 23–13 temam kirin.

Di vê turnûvayê de, tîmên Îran, Çîn, Hindistan, Kazakistan, Hong Kong, Ozbekistan û Taylandê bi awayê lîgê tên hemberî hev. Maça dawî ya Îranê 30’yê Cotmehê roja Pêncşemê di saet 13:30’yan de li Hong Kongê were lîstin.

Di pêşbaziyên halterê de jî sporvana tîma neteweyî ya jinên Îranê Hastî Sadigî, ya 63 kîlo, giraniya  bi 105 kîloyî rakir madalyaya bronz bi dest xist.

Têkoşîneke zor meşand

Jinan di boksê de jî Yekta Sehrayî ya  bi 75 kîloyî têkoşiya, di tecrubeya xwe ya yekem a navneteweyî de bi Samîra Rurgunova ya Ozbekistanî re hat pêşberî hev. Sahrayî li hemberî reqîba xwe ya bi hêz têkoşîneke zor meşand, tevî ku di maçê de têk çû jî bi girtina madalyaya bronz, madalyaya duyem a boksa jinên Îranê kar kir.

Her wiha tîma futsal a jinan a Îranê jî Çîn-Tayvanê têk bir, di lîstikên Ciwanên Asya Behreynê de ber bi finalê ve bi ser ket. Jinên Îranî piştê lîstika xwe ya gihîştin finale de dê bi saeta cihî 19:00’an de bi serkeftiyê maça Çîn-Hongê re bilîzin.