Jinên ciwan bi siwariya hespan zincîran dişkînin
Siwariyên jin ên li Başûrê Libyayê; nîşan dan ku hêz ne di bedenê de, di ruh de ye. Li herêmeke ku kevneşopî lê zêde ne, ji dizgînên di destên jinên ciwan de şoreşeke bêdeng xwe dide der.
MÛNA TOKA
Lîbya – Li Başûrê Libyayê, li erdnîgariyeke ku kevneşopî û zorî ketine nava hev, siwariyên jin ên Qulûba Siwariyê ya Fezzan Waha, dibin mînakên îsrar, şikandina zincîran û ji nû ve pênasekirina cesaretê. Siwariya hespan li başûrê Libyayê tu carî tenê spor nebû. Weke sembola mêran û qada girtî ya ji bo jinan hat dîtin lê Qulûba Siwariyê ya Fezzan Waha, deriyên xwe ji jinên ciwan re vekir û rûpelek nû nivîsand. Ji Şehd Hamid a ku li xeyala xwe ya zarokatiyê temaşe dike, heta Ebrar Omer a ku tirsa xwe şikand, heta Ceyda û Îlafa ku li dijî paşverûtiyan derketin; çîroka “Siwariyên Jin ên Başûr” bûye awêneya jinên wêrek ên ku pêşerojeke nû dinvîsin.
Gava ku roj her diçê ava
Saet 6’ê êvarê, li bajarê Sebhayê di pîsta Qulûba Siwariyê ya Fezzan Waha de, tîrêjên rojê hêdî hêdî ber bi rengê sor ve diçin. Nalên hespan bi bawerî li erdê dikevin, tîrêjên rojê yên ji rengê zêr li ber lingên hespan xuya dibin. Li vê dika ku xwelî û heyranî dikevin nava hev, komek jinên ciwan ên ku cilen spî yên siwariyê li xwe kirine xuya dibin. Li ser rûyê wan hem heyecan hem jî fikar heye. Bi destên xwe yên biçûk lê bi biryar bi dizgînan digrin. Weke ku bi dizgînan ber bi azadiya xwe ve biçin.
Ev jinên ciwan, li başûrê Libyayê siwariyên Qulûba Siwariyê ya Fezzan Waha ne û perwerde didin keçên ciwan. Wan yek ji klîşeyên bi kok ên civakê şikandin û gotinên; “Siwariya hespan karê mêran e” pûç kirin.
Xeyala zarokatiyeke ku bi hespan derbas bûye
Yek ji siwariyên destpêka qulûbê, Şehd Hamid e. Ev jina ciwan, bi keneke bi şanaz wiha dibêje: “Ev 8 sal in li qulûbê antremaniyê dikim. Tecrubeya min a yekem a derbaskirina astengiyan, di sala 2020’an de bû. Ji zarokatiya xwe ve evîndara siwariya hespan im. Em ji hespan hez dikin û dixwazin bi wan re bijîn. Dema hê xwendekarek 10 salî bûm, tevlî pêşbaziyan bûm. Ji wê demê heta niha tevlî du pêşbaziyên din jî bûm û me feraseta ‘keçik li hespas siwar nabin’ şikand. Em ê nesekinin, riya xwe bidomînin. Bi derbaskirina astengiyan, ez ê di kûrahiya dilê xwe de di vê sporê de bibim siwariyek hosta.”
‘Aşkirin ji malê destpê dike’
Yek ji kesên ku hînî siwariyê dibe Ceyda Ahmed e ku bi ken wiha behsa rojên xwe yên destpêkê dike: “Dema ku cara yekem hatim qulûbê, kar wisa hêsan nebû. Bavê min fikra min baş nedidît, lê min her roj hewl da wî îqna bikim. Piştî ku dît ez ji dil dixwazim, dawiya dawî erê kir. Dayîka min jî dûre ji min re bû destek. Hevalên min ên dibistanê pêşî şaşewaz bûn lê dûre gotin; ‘çima em jî nebin siwarên hespan?”
Ceyda Ahmed bi heycan wiha behsa tecrubeya xwe ya yekem dike: “Ez tevlî pêşbaziyeke ku Sebhayê hat lidarxistin bûm. Tecrubeyeke ku nayê jibîrkirin bû. Siwarî tenê sporek nîn e; tê wateya cesaret, dîsîplîn û xwebaweriyê. Ez pêşniyar dikim ku keçên ciwan jî vêya bikin.”
Di navbera hezkirin û rûtînbûnê de
Îlaf Omer jî diyar dike ku siwarî ji bo wê tenê hobiyek nîne û wiha didomîne: “Ez di jiyana xwe de her dem li tiştên nû digerim, ji rûtînbûnê hez nakim. Sedema beşdariya min a kulubê jî ev e; ez dixwazim xwe biceribînim. Beşdarî pêşbaziya siwariya welatên Mexrîbê ya li Misratayê hat lidarxistin bûm û gelek tiştan hîn bûm.”
Îlaf Omer bawer dike ku siwarî ji sporeke bedenî zêdetir e û wiha dibêje: “Têkiliya bi hespan re sebir, aramî û berpirsyariyê hînî te dike. Ez her roj bi wan re hinek din mezin dibim. Ez dixwazim bibim siwariyek ku tê nasîn an jî perwerdekarek.”
Tirsa cara yekem û destpêkeke bêdawî
Siwariya herî ciwan Ebrar Omer, 14 salî ye. Bi kenekî şermok û bi hezkirin wiha dibêje: “Dema di pola çaran de bûm min ji hespan hez kir. Dema ku cara yekem siwar bûm, tê bîra min pir tirsiyabûm lê dayîka min cesaret da min. Bavê min jî her dem li ba min bû. Çar sal in di Qulûba Fezzan Weha de antremaniyê dikim. Hîn bûm çawa bi hespan re têkilî deynim û bi xwe bawer bim lewre hesp tirsa mirov hîs dikin. Hêzdarî tenê bi bedenê nîn e, bi dil ve jî girêdayî ye.”
Şikandina bêdengiyê
Qulûba Siwariyê Fezzan Waha tenê qadeke antremanê nîne; ji bo jin û keçên ciwan bûye qada azadiyê jî. Li vê derê jinan dîwarê bêdengiyê yê ku civakê li pêşiya wan çêkiriye şikandine, nîşan dane ku “siwarî tenê aydê mêran nîne.”
Qulûb ji dema hatiye avakirin heta niha, fikra bihêzkirina keçên ciwan pejirand. Her çend destpêkê rastî rexneyan hatibe jî; îro ev siwariyên jin, li Sebhayê û hemû herêmên Başûrê Libyayê bûne modelên ku mînak tên girtin.
Êdî siwarî li vê derê tenê hobiyek nîne, nasnameyek e û îfadeya azadiya ku li dijî paşverûtiyan meydanê dixwîne ye.