Jin bi werzîşê tendirustiya xwe diparêzin

Li salona werzîşê ya Qedriya zarok û jinên ciwan û bi temen werzîş dikin. Mamoste dibêjin ku werzîş hefteyê du roj be jî ji bo jinan gelek girîng e.

ŞIYA KOYE

Koye – Werzîşên ciwaniya bedenê, niha bûye weke hînbûyîn kevneşopiyek, li her cih û texa herêma Kurdistanê hola werzîşê ji bo jinan heye. Ew jî tê wê wateyê ku jinên Kurd gihîştine asteke baş di aliyê hişyariya tenduristiya xwe û girîngîdayîna bedenê de. Ji ber werzîşa ciwaniya bedenê, ji bo jinan gelek girîng e ji bo parastina tenduristiyê û alîkariya çalakkirina bedenê dike, mirovan bi aram dike û baweriya wan a bi xwe zêde bike.

‘Temenê werzîşê nîn e’

Mamosteya werzîşî Qedriye Hemed Emîn 17 sal in li salona werzîşê ya Qedriya  mamosteya werzîşê ye, têkildarî werzîşa ciwaniya bedenê ji bo jinan ji ajansa me re axivî û wiha got: “Destpêka karê min ê mamostehiyê li Ranyayê bû. Piştî ku ez li Koye zewicîm, li wê derê min dest bi karê mamostehiyê kir û rojane zêdeyî 70 jin serdana salona me dikin. Hinek jê hefteyê sê rojan tên û hinek jî zêdetir. Hinek ji wan bijîşkan wan şandine û hinek jê ji bo pirsgirêka dayîna kîloyên xwe tên. Jin hene masûlkeyên wan gelek lawaz in û bi werzîşê gelek sûdê dîtine, bi taybetî di aliyê zîhnî û derûnî de baş dibin. Jinan berê xwe dane werzîşê  û girîngî didin bedena xwe. Di werzîşê de temen nehatiye diyarkirin, her kesê ku bixwaze dikare werzîş bike. Li salona me temenê herî biçûk 10 salî ye û ya herî bi temen dayîka Hecî bijîşk wê şandiye da ku werzîşê bike. Jin hebûn gelek nexweş bûn, nexweşiya şekir hebû, heta niha 40 kîlo dane û nexweşiyên wan baş bûne.”

‘Cudahî di navbera jinên werzîş dikin û nakin de heye’

Qedriye Heme Emîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girîng e hemû jin werzîşê bikin û got: “Heta werzîşê nekin nizanin çiqas sûda wê heye. Gelek cudahî di navbera jinek werzîşê dikin û nakin de heye. Di destpêkê de hinek bênha wan teng dibe lê belê piştî ku demek werzîş dikin derbas dibe. Ji ber wê weke mamoste peyama min ji bo jinan ew e ku werzîşê bikin, bi berdewamî, ne mehekê bikin û mehek din dawî lê bînin. Divê werzîş bi berdewamî bê kirin û hefteyê du roj be baştir dibe.”

‘Bi werzîşê nexweşiyên min baş bûn’

Pexşan Ehmed yek jî beşdarên salona werzîşa ciwankariyê ye, wiha got: “Ev çar meh in ez têm salona Qedriye, min gelek sûd jê dîtiye, ji ber nexweşiyên min hene, hinek caran nikaribûm bi asanî bijîm lê belê ji dema ku hatim vê derê ve heta niha gelek baş im. Ez spasiya Qedriya û Mihabat dikim ku gelek alîkariya min kirin. Bila jin guh nedin kesê û werzîşê bikin. Werzîş ji bo bedena jinan gelek bi sûd e.”

‘Bi werzîşê mirov aram dibe’

Sirwe Xefûr mamosteyeke din a werzîşê ye wiha got: “Li vê derê gelek jin ji werzîşê sûdê dibînin.  Di heman demê de dema mirov tê salonên werzîşê ji êşê û nexweşiyê dûr dikeve. Ji bo me jinan werzîş gelek girîng e divê em werzîşê bikin, tenê li malê rûnenin, derbikevin derve û werzîşê bikin lewre bi werzîşê mirov bi aram dibe.”