Astengiyên civakî derbaskirin niha dema derbaskirina astengiyên aborî ye

Berpirsa werzîşa tîma futbol û voleybola keçan Peyman Zeynedîn dibêje: “Me astengiyên civakî derbas kiriye, tenê astegiyên aborî li pêşiya me ne. Me bi alîkariya xwe karî werzîşê bidomînin û hemû pêdiviyên werzîşê bi pere ne.”

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Salên bûrî ji bo jinên Helebceyê xwegihandina werzîşê zehmet bû. Ji ber civak bi awayek din li jinan û bi taybetî jî jinên werzîşvan dinhêrt. Lê belê niha jinan bi ked û hêza xwe astengiyên civakî derbas kir û tenê astengiya aborî maye. Di aliyê aborî de alîkariya ku ji bo qulûban pêwîst e, nayê kirin. Ev jî, astengiya li pêşiya jinên werzîşvan e û nikarin pêwîstiyên werzîşê peyda bikin, yan jî nikarin wek werzîşê mîna pîşeyek bidomînin. Di demeke ku li cîhanê werzîşvanî pîşeyeke û werzîşvan jê sûdê digrin û hemû demên xwe bi werzîşê derbas dikin de, ev jin nikarin jê sûd bigirin.

Têkildarî mijarê Sekretera tîma futbolê ya Sîrwan a Helebce û berpirsa futbol û voleybola keçan Peyman Zeynedîn ji ajansa me re axivî û got: “Ji sala 2003’yan heta 2021’an ez wek lîstikvan bûm. Piştre di van salan de wek sekretera tîmê min dest bi kar kir û didomînim.”

‘Avakirina tîman hêsan bûye’

Peyman Zeynedîn da zanîn ku salên bûrî ewqas lîstikvan kêm bûn tenê bi şeş lîstikvanan diçûn werzîşê. Peyman diyar kir ku lê belê niha avakirina tîman asan bûye, gelek kes berê xwe didin werzîşê û wiha got: “Em komek keç hebû, me werzîş dikir û niha zêdetir keç berê xwe didin qada werzîşê. Pirsgirêka malbatan ew bû ku ger keçên wan bên werzîşê êdî girîngî nadin xwendinê. Lê belê em girîngî didin dibîstanê û xwendinê, piştre werzîşê.”

‘Me astengiyên civakê derbas kiriye, tenê astengiya aborî maye’

Peyman Zeynedîn têkildarî astengiyên niha ku werzîşa jinan dijîn, wiha got: “Civak niha pêşwazî li keçên werzîşvan dikin, lê belê niha ji ber nebûna butçe, em nikarin beşdarî turnuvayan bibin. Em daxwaza alîkariyê dikin. Tenê me bi hevkariya xwe kariye werzîşê bidomînin bi taybetî werzîşên futbol û voleybolê pêwîstî bi pere ye. Ji ber wê divê saziyên werzîşê alîkarî bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Peyman Zeynedîn da zanîn ku tîma Sîrwan a Helebce astengiyên werzîşê li pêşiya wan tenê aborî ye û wiha got: “Dayîk û bav niha kêfxweş in ku zarokên wan berê xwe didin werzîşê. Wek melevanî, jîmlastîk, karate, li Xurmal, Helebce, Soran û gel keç hene nûçeyên werzîşê dişopînin. Ji ber wê niha astengiya li pêşiya me, aborî ye.”

‘Divê hemû kes girîngî bidin werzîşê’

Peyman Zeynedîn di dawiya axaftina xwe de bang li dayîk û bavan kir ku girîngî bidin werzîşê û wiha got: “Bila zarokên xwe ji medyaya dijîtal dûr bixin û girîngî bidin werzîşê. Her wiha hikûmet û aliyên pêwendîdar ji wek salên borî alîkariya qulûban, bê cûdahî bikin. Niha jinan bi xwe berê xwe dane werzîşê û divê girîngî ji bo qada werzîşê bê dayîn.”